Civaka Sivîl a Sûrîyeyî di Roja Cîhanî ya dadmendîya Navdewletî de Aştîya bê Dadmendî tunye

17ê Tîrmeha 2017an – Di roja cîhanî ya dadmendîya navdewletî de, hin çalakvanên Sûrîyeyî doza lêpirsîna di tawanên ku li dijî gelê Sûrîyeyê de hatine kirin, ji civaka navdewletî dikin.

Li gel têkçûna danûstendinên li Cinêvê di warê pêşxistina mijarê lêpirsînê, ev roj di demeke gumcan de tê ji bo bibîranîna bi vê yekê ku dadmendî xwedî giringîyeke mezin e bo aştîyê.


“îroj, em kesên çûyî bi rêya dozen me yên pêkanîna dadmendîyê bibîr tînin” Mamoste Fadil Ebdilxenî ji Tora sûrîyeyî ya Mafên Mirovan wiha dibêje û berdewam dike “rêjîmê çekên kîmawî û yên qedexekirî li dijî me bi awayekî ketober bikar anî. Bi dehhezaran bidar vekirin, sojgehên terman avakir, nexweşxaneyên me bombebaran kir û dibistanên me wêran kir. Tevî wilo jî, lêpirsî der barê van binpêkirinan de bi tu kesî re nehate kirin. Ne seyr e ku agirbest têk biçin. Çaxa ku dadmendî dûrî çavan be, bidawkirina tudîyê jî dê dûrî çavan be, ji ber ku sizaya berdewamîya vê tundîyê tuneye”.

“Bawerîya gelek kesan bi dezgehên navdewletî hate şikandin, lê hêvîyên me yên pêkanîna dadmendîyê hê jî geş in” Mamoste Husam Elqutlibî ji Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan wiha dibêje. “em dizanin ku bi rêya vîna xwe ya siyasî, em ê karibin bihêlin ku berpirsên tawanên cengê û yên ku li dijî gelê Sûrîyeyê hatine kirin, werin lêpirsînkirin.”

“Hemû pêdivîyên civaka navdewletî yên dadgehkirina tawankaran ji delîl, şahid û desteyên lêpirsînan peyda ne. ji lew re tiştê bi tenê yê ku di nav Sûrîyeyîyan û dadmendîyê de disekine, ew e vîna siyasî her weha vîna avakirina devereke navdewletî bo dozlêvekirinê. Em civaka navdewletî li ser kar han didin ne tenê ji bo alîkarîya gelê Sûrîyeyê û pêkanîna dadmendîyê, lê ji bo parastina rastîya civaka navdeletî bi giştî.”

Di roja cîhanî ya dadmendîya navdeletî de, çalakvanên Sûrîyeyî van tiştan ji civaka navdeletî dixwazin:

  • Hebûna dadmendî û lêpirsînê wekî parçeyekî sereke ji danûstendinên Aştîyê li Cinêvê were garantîkirin.
  • Şopandina hemû bijardeyên lêpirsînê ji nav wan jî dozlêvekirina bi rêya desteyêm navxweyî û cîhanî.
  • Pêeydakirina piştgirîya siyasî û darayî bo cîbicîkirina têkûz ya karê awayê navdewletî yê bêalî û serbixwe yê girêdayî Neteweyên Yekbûyîyê (IIIM) bo lêpirsîna di tawanên cengê yên metirsîdar de li Sûrîyeyê.
  • Çêkirina dadgehên taybet di pêşerojê de bi rêya Komeleya Giştî ya NYyê bi armanca dadgehkirina tawanên cengê.
  • Piştgirîya jêhatinên Sûrîyeyî bo awayê pêşerojê yê dadmendîya veguhêz ku ji alîyê Sûrîyeyîyan ve tê birêvebirin.