Çalakvanên Sûrîyeyî ji ber binpêkirinên li Libnan, dikevin Gireva birçîbûnê de


Photo from:
Hunger Strike for Syrian Refugees
إضراب عن الطعام من أجل اللاجئين السوريين


20ê tîrmeha 2017an – Oroya Navîn ya Mafan li gel rêxistinên hevkar ên jêrîmzeker, piştgirîya xwe bo çalakvanên Sûrîyeyî yên ku gireveke birçîbûnê li seranserî cîhanê dest pê kirine nîşan didin, armanc ji vê grieve jî ew e kifşkirina binpêkirinên mafên mirovan û karên îşkencekirin û kuştinê ji derveyî çarçoveya dadgehan ku bi rêya raporên ragihandinê hatine belavkirin her weha yên ku ji alîyê Artêşa Libnanî ve li dijî koçberên Sûrîyeyî di kampa Ersalê de di her du heftîyên bûrî de hatine pêkanîn. Gerek e ev kar demlidest werin rawestandin her weha berpirsên wan werin dadgehkirin.

Ev kiryarên ne guncan bûn sedema kuştina 4 girtîyan herî kêm ji ber îşkencekirinê. Desthilatan hewla veşartina delîlan da her weha hewla da ku dest bibin ser mînakên ku ji termê kuştîyên di bin îşkenceyê de hatine stendin û Navenda Libnanî ya Mafên Mirovan ev yek şermezar kir.

Kampanîya piştgirîya gireva birçîbûnê ji alîyê her du jinan Eza Murteda û Rena Elcunî dest pê kir, ew jî koçberên Sûrîyeyî ne û li Amsterdam û Parîsê çalakvan in. bêhtirî 40 çalakvanî beşdarî vê kampanîyê bûn û ji berî du heftîyan ve ketine gireva birçîbûnê de. Daxwazên wan jî ev in:

  • Çêkirina lêpirsîneke serbixwe der barê bûyerên ku li kampên koçberan yên Ersalê qewimîne.
  • Bidawîanîna çanda reva ji sizayê û dadgehkirina berpirsên kuştin û îşkenceyan.
  • Garantîkirina parastina koçberên Sûrîyeyî li Libnanê û dewletên din.

Ji bilî wan lêpirsînên leşkerî yên ku têne çêkirin, rêxistin ji desthilatên Libnanî dixwaze ku derfeteke bidestxistina wekhevîyê li pêş dadgehên sivîl ku li gor pîvanên dadgehkirinê kar dike, bixe nav destê qurbanî û malbatên wan de. Gelekî giring e ku desthilatên Libnanê berê xwe nede hevborînê der barê van kiryaran de. Tirsa me ji wê yekê heye, ع siza li ser van kiryaran nehatin birîn, dibe ku li dijî koçberên Sûrîyeyî li Libnanê werin dûbarekirin. Her weha divabe desthilatên Libnanî parastinê ji sivîlan re peyda bike ji nav wan jî koçberên li Libnanê, ew jî li gor pabendîya Libnanê bi qanûnên niştîmanî û navdewletî yan jî; destûra Libnanî û Lihevkirina Dijatîya îşkencekirinê, her weha divabe ew bi prensîpên mafên mirovan, mafê kesan bi koçkirina bo welatekî ewle li gor madeya 14an ji Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan, pabend be.

Piştî civîna Encumena Hevkarîyê di na Yekîtîya Ewropayê û Libnanê de ku di 18ê tîrmehê de hatibû lidarxistin, rêxistinên îmzeker ji Yekîtîya Ewropayê dixwazin ku tu siyaseteke vegerandina koçberan bo Sûrîyeyê nekin ji ber ku tu herêmên ewle bo wan tunene. Divabe Libnan rêzê ji pabendîyên xwe re li gor Qanûna Navdewletî bigire, her weha divabe vegerandina koçberan bo Sûrîyeyê weke gaveke avakirina bawerî û lihevkirinê li Sûrîyeyê nebîne.

Rêxistinên îmzeker:

  • Oroya Navîn ya Mafan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Navenda Sûrîyeyî ya Serjimar û Lêkolînan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînan
  • Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan
  • Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  • Desteya Berevanîya di ber Girtîyên Wijdan û Nerînan de li Sûrîyeyê
  • Ornamo
  • Dewletî
  • Bedail
  • Elyewm Eltalî
  • Înstitûya Sûrîyeyî ya Dadmendîyê û Lêpirsînê