Bo Rojnamegerên Mobaylan … aplîkêşinên herî baş ên kişandin û êdîtekirina vîdyo û wêneyan

Bi rêya: Abnob Îmad

Eger tu ji rojnamevanên li çêkirina raporan bi rêya mobaylê miqate bî, gelek aplîkêşin hene dê sûdeyê li te bikin û bi te re alîkar bin bo da ku tu karê xwe di nav bijardeyên pir de bi cîh bînî.

Li jêr hejmarek ji van aplîkêşinan e ku tu dikarî bi hêsanî daxî ser telefona xwe û encamên herî baş bidet bixî.

Aplîkêşinên Wêneyan:

Musemage (IOS Only)

ji aplîkêşinên kişandina wêneyan ên herî nû ye, lê ji ber kêrhatinên wî yê pir, zû bi zû navdar bû, kêrhatina wî ya herî balkêş (Image Stabilizer) an jî rawestandina hejandinê dema wênekêşîyê, her weha tu dikarî kontrola Focus û ronahîyê bikî, ji alîyekî din ve gelek flaterên berdest ên video û fotografan dema kişandina wan tê de peyda ye.

Aplîkêşin ne tenê ya wênekêşîyê ye lê hin taybetmendîyên montacê jî tê de hene, ji nav wan jî tevlîkirina gelek vîdyoyan di vîdyoyekê de her weha tevlîkirina mozîkan bo wêneyan. Ji lew re weke programekî gişgir tê hesibandin.

Cinema FV-5 Lite

Tu dikarî sûdeyê ji kêrhatinên sînorkirî ên di vê versyona bêpere de û yên ku tenê di kişandina vîdyoyan de peyda ne, bigirî, kêrhatina herî balkêş dîtina asta bilindbûna deng di kişandina vîdyo de ye her weha kontrola hin taybetmendîyên girêdayî Focusê, eger tu bixwazî bi pereyan vî program bikirî tu dê gelek taybetmendîyên bibînî mîna wînekêşîya bi kwalîteya herî bilind full HD 1080 lê kwalîta herî bilind a versyona bêpere HD 720p e, her weha tu dikarî kontrola Focus û Exposureê bike.

Filmic Pro (Android & ios)

Ji plîkêşinên herî baş ên kişandina vîdyoyan e her weha gelek xelat weke baştirîn programê kişandina vîdyoyan wergirtiye, kontrola bi destan yek ji taybetmendîyên wî yên sereke di vîdyoyan de ye (Focus, Exposure, WB) her weha kontrola di Frame rate de û diyarkirina asta deng û kontrola di Gain de. Buhaya aplîkêşinê 9.99$

Aplîkêşinên Montacê:

imovie (IOS only)

aplîkêşin di hin telefonên I Phonê de bêpere ye û buhaya wî (4.99$) e. 14 formên Trailersê yên cûda pêşkêş dike û tu dikarî muzîkê lê zêde bike li gel danîna gelek wergeran her weha tu dikarî wêneyê hêdî û xurt bike.

Kine master (IOS & Andriod)

Ji programên Androidê ên êdîtekirina vîdyoyan ên herî baş e. radihêje  gelek qatên vîdyo û dengan her weha wêneyan tev li deqan dike û kontrola bilindbûn û nizimbûna deng dike. Aplîkêşin ne bêpere ye lê tu dikaî bikar bînî û logoya programê li ser vîdyoya xwe bihêlî an tu dikarî bo heyvekê an salekê bikirî.

Aplîkêşinên êdîtekirina wêneyan

Snapseed

Aplîkişinek bêpere ye ji yen herî sivik û baş ên êdîtekirina wêneyan e û 29 taybetmendî û flater tê de hene, ji nav wan jî firçe, alava ku pêdivîya wênekêşan gelekî pê heye, gerandina 90 rêjeyî, birandina wêneya , guhertina rengan da ku wêne bêhtir xwezayî xuya bike û tevlîkirina deqeke normal an deqeke din(38 form hene).

Wêneya Sereke ji alîyê Abanob Îmad ve hatiye kişandin.

Jêder: Tora Rojnamevanên Navdewletî