Bi hevkarîya UNISCOyê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihnandinê û Azadîya Derbirînê “Rewangeha Gotara tundî û Sorkirina li ser Tundîyê” li dar dixe

[06 Îlonê, 2017] – Ji ber bawerîya bi rola avaker ya azadîya derbirînê û torên ragihandinê di avakirina aştîyê û dijatîya tundîyê de, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê brojeyeke nû li jêr serenavê Rewangeha Gotara tundî û Sorkirina li ser Tundîyê bi hevkarîya li gel Rêxistina Neteweyeyên Yekbûyî ya perwerde, hînkirin û çandê (UNISCO) li dar xist.

Armanca vê hevkarîya nû di nav her du rêxistinan de sînorkirina bikaranîna gotara tundîyê di torên ragihandinê yên navxweyî de ye, di encamê de sînorkirina armancên wê yên wêranker li ser civaka Sûrîyeyî weke gaveke yekemîn bo damezrandina aştîya navxweyî û amadekirina jîngeheke demoqrat ku azadîya derbirînê tê de geş dibe.

“dema ku em rûbirûyî gotareke tundîyê tên, divabe di bîra me de be ku azadîya derbirînê bi awayekî taybet li ser rêzgirtina li rûmet û wekhevîyê ava dibe her weha rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî. Ji ber karê UNISCOyê yê çesipandina demokrasîyê, mafên sereke û dadmendîya veguhêz li Sûrîyeyê, îroj em li gel Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li dijî gotara tundîyê di torên ragihandina Sûrîyeyî de disekinin ew jî bi rêya projeya Rewangeha Gotara tundî û Sorkirina li ser Tundîyê ku armanca wî belgekirina gotara tundîyê ye û rûbirûbûna vê gotarê bo garantîkirina hebûna jîngeheke ragihênerî ya pîşe” Silvie Ekwador; seroka beşê azadîya derbirînê di UNISCOyê de wiha dibêje.

Ji sala 2004an ve Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li ser avakirina civakên ku rêzgirtinê li rûmeta mirovê û mafên mirovan dike û li ser azadî, dadmendî û wekhevîyê ava dibe, kar dike, Navend dibîne ku azadîya derbirînê yek ji hêmanên sereke yên civakên demoqratîk e. ji bo cîbicîkirina vê armancê; navend li gel torên ragihandinê û civaka sivîl kar dike da ku van azadîyan biçesipîne, piştgirî bike û belav bike.

Berpirsa beşê ragihandinê û azadîya di navendê de; Hunada Elherîrî dibêje: “Baewerîya Naveda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bi rola sereke ya torên ragihandinê yên Sûrîyeyî di pêşkêşkirina agahîyeke yekser der barê rewşa bajêr de tê her weha bawerîya navendê bi bandorkirina li nerînên navxweyî û navdewletî tê û ev yek jî xala projeyê ya balkêş e.”

Her weha dibêje : “peydakirina rewşa piştgirîya teknîkî dikare bibe gaveke pêşketî di warê dijatîya gotara tundî û nefretê û sînorkirina bikaranîna wê.”

Li gel destpêka xwepêşandanên sala 2011an li Sûrîyeyê, bi sedan destpêşxerîyên ragihênerî derketin hole da ku dengên Sûrîyeyî belav bikin. Di her şeş salên borî de; gotara nefretkirin, tundî û cûdakirina jinê bêhtir di dezgehên ragihandinê yên Sûrîyeyî de hate bikaranîn.

Rewangeha Gotara tundî û Sorkirina li ser Tundîyê dixwaze hevkarîyekê mezintir li gel torên ragihandinê yên navxweyî û rêxistinên civaka sivîl ava bike.
proje bale dikişîne ser çavdêrîya naveroka ragihandina Sûrîyeyîê bi rêya grûpeke çavdêrêb ragihandina Sûrîyeyî yên perwerdekirî da ku asta bikaranîna gotara tundî û nefretkirinê binerxînin her weha asta hişmendîya civaka ragihênerî ya Sûrîyeyî der barê sedem û encamên bikaranîna vê gotarê de bilind bike. Li gel awayên danûstendina bi vê doze re û çêkirina alav û pîvanên sînorkirina bikaranîna gotarê.

Gelek bûyerên dîrokî rola dezgehê ragihandinê di sorkirina şeran an çêkirina aştîyê di nav civakan de diyar dikin, hene. Di encamê de torên ragihandinê dikarin di formên adetî yên ku cûdakirin û nijadperestîyê diçesipînin, kar bikin û di encamê de tenê ziyanên mirovî tên bidestxistin

Bi rêya vê hevkarîya li gel UNISCOyê, navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dixwaze pêvajoya aktîvkirina çavdêrîya naveroka torên ragihandinê çalak bike da ku bibe alaveke qedexekirina çêbûna van bûyeran li Sûrîyeyî her weha ji bo handana li çêkirina aştîyê.