Bi dehan kuştî û bi sedan birîndar bi sedema “êrîşeke çekên kîmyawî” li Xan Şêxûna bakurê rojavayê Sûryeyê

Li gor Tora Sûryeyî ya Mafên Mirovan, bi sedema êrîşeke kîmyawî ku li gor çalakvanan ji alîyê belafirine Sûryeyî an Rûsî li ser bajarokê di bin kontrola opozisyonê de li parêzgeha Êdlêbê li bakur rojavayê Sûryeyê, pêk hatine, hejmara qurbanîyên bombebarana bi xazên jehirkirî li ser bajarokê Xan şêxûnê gihaşte bêhtirî 60 kuştîyan û bêhtirî 200 birîndaran, piranîya wan jin û zarok in.

Paşê, li gor hin pijîşk û çalakvanên dijî rêjîma Sûryeyê, belafirinan nexweşxaneyek niştîmanî ku hin birîndar dermandikirin, bombebaran kir.

Li gor Rewangeha Sûryeyî ya Mafên Mirovan, êrîşên asîmanî ku ji alîyê befirine Sûryeyî an Rûsî li ser bajarê Xan Şêxûnê hatine pêk hatine, bûne sedema fetisandina gelek kesan.

Rewangeha Sûryeyî li ser zimanê jêderine pijîşkî li Xan Şêxûnê got ku ji nav êşên ku bi sedema êrîşa sibeha roja sêşemê li ser birîndaran diyar bûne, gêjbûn, verşî û kef bi devê wan dikeve.

Li gor bîlançoyeke din, Yekîtîya Rêxistinên Alîkarîya Pijîşkî got ku 100 kes hatine kuştin û 400 kes roja sêşemê di êrîşa li Xan Şêxûnê birîndar bûne.

Yekîtîya ku ew bixwe hevpeymanîyeke acansên hewarçûnê ya navdewletî ye ku li ser peredayînê ji bo nexweşxaneyên Sûryeyî kar dike, her weha diyar kir ku dibe hejmara kuştî û birîndaran bilind bibe.

Navênda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê birîndarbûna pênc ragihêneran  bi sedema armanckirina bajarokê Xan Şêxûnê bi xazên jehirkirî ji alîyê hêzên Hikûmetê di sibeha roja sêşemê de belge kir.

Peymnêrê acansa Qasiyûnê Ebdilqadir El- Bekrî yê ku di 1991ê de  li bajarokê El-temnia li Êdlêbê ji dayik bûye, bi sedema xazên jehirkirî birîndar bû û bo Tirkiyayê hate veguhestin, li gor jêderine nêzîkî wî, rewşa wî ya tendurustî xirab e.

Her weha Peyamnêrê Heleb El-yewm Mihemed Hesen Elseyid El-dixêm ku di sala 1988an li Cercenazê ji dayik bûye, peyamnêrê acansa El-anadol û malpera Zeman El-wesil Ebdo Qintar yê ku di sala 1994an de li Maeret El-numan ji dayik bûye, peyamnêrê Navênda Êdlêbê ya Ragihandinê Hesen Keyalî yê ku di sala 1991ê de ji dayik bûye û ragihênerê navênda berevanîya sivîlane Enes Diyab ji Xan Şêxûnê ku bi xwe peymnêrê Navênda Helebê ya Ragihandinê ye û di sala 1996an ji dayik bûye, tev ji ber xaza jehirkirî birîndar bûne û rewşa wan niha tebat e.

Bîlançoya pêşîn ya kuştîyên ku ji ber êrîşa li ser Xan Şêxûnê di 4ê Nîsana 2017an de bûne qurbanî:

  1. Mulhim Cîhad El-yûsif / Xan Şêxûn/
  2. Yasir Ehmed El-yûsif / Xan Şêxûn/
  3. Zarokê bi navê Emar Yasir El-yûsif yê 7salî / Xan Şêxûn/
  4. Zarokê bi navê Mihemed Yasir El-yûsif yê 10salî / Xan Şêxûn/
  5. Senaa Hac Elî xanima Yasir / Xan Şêxûn/
  6. Ebdilkerîm Ehmed El-yûsif / Xan Şêxûn/
  7. Zarokê bi navê Ehmed Ebdilhemîd El-yûsif yê 9mehî / Xan Şêxûn/
  8. Zaroka bi navê Aya Ebdilhemîd El-yûsif ya 9mehî / Xan Şêxûn/
  9. Delal Ehmed El-she xanima Ebdilhemîd / Xan Şêxûn/
  10. Îbrahîm Mihemed Hesen El-yûsif / Xan Şêxûn/
  11. Zarokê bi navê Mihemed Hesen El-yûsif yê 11salî / Xan Şêxûn/
  12. Hind Tirkî El-yûsif / Xan Şêxûn/
  13. Imran Suhêl El-yûsif / Xan Şêxûn/
  14. Ehmed Suhêl El-yûsif / Xan Şêxûn/
  15. Nîhad Ehmed El-yûsif / Xan Şêxûn/
  16. Melik Tirkî Elyûsif xanima Nîhad / Xan Şêxûn/
  17. Nûr Nîhad El-yûsif / Xan Şêxûn/
  18. Hesen Mihemed El-yûsif / Xan Şêxûn/
  19. Ehmed Îbrahîm El-yûsif / Xan Şêxûn/
  20. Îmadedîn El-qedih / Xan Şêxûn/
  21. …. 23- zarokên Îmadedîn El-qedih ku navên negihane me / Xan Şêxûn/

24-  Tirkî El-qedih / Xan Şêxûn/

25- xanima Tirkî El-qedih / Xan Şêxûn/

26- zaroka bi navê Hind Tirkî El-qedih / Xan Şêxûn/

27- ….28- her du zarokên Tirkî El-qedih ku navên wan negihane me / Xan Şêxûn/

29- Xanim Rejaa Mihemed El-mihemed / Xan Şêxûn/

30- Enes El-xalid / Xan Şêxûn/

31- Fatîme El-sûsî xanima Enes / Xan Şêxûn/ mamosteya dibistanê

32- zarokê bi navê Mustefa Enes El-xalid / Xan Şêxûn/

33- zaroka bi navê Şehed Enes El-xalid / Xan Şêxûn/

34- zaroka bi navê Alaa Enes El-xalid / Xan Şêxûn/

35- Zarokê bi navê Ebdilrehman Enes El-xalid / Xan Şêxûn/

36- Zaroka bi navê Xedîce Enes El-xalid / Xan Şêxûn/

37- Ehmed Xalid Helawe / Xan Şêxûn/

38- Xalid Helawe / Xan Şêxûn/

39- Zaroka  bi navê Şeymaa Îbrahîm El-cewher / Xan Şêxûn/

40- Ehmed Şehûd El-rîm Ebû Mihena / Xan Şêxûn/

41- Ebû Eymen El-cewher / Xan Şêxûn/

42- Sefiye Hac Qedûr xanima Ebû Eymen

43- Zarokê bi navê Meyar El-merî / Xan Şêxûn/

44- Parêzer Amir El-nayif /Hema – Miezraf/

45- Elaa El-nayif /Hema – Miezraf/

46- Mihemed El-nayif /Hema – Miezraf/

47- Elaa Mihemed El-nayif /Hema – Miezraf/

48- Xanima Elaa Mihemed El-nayif /Hema – Miezraf/

49- Xuşka hevjîna Elaa Mihemed El-nayif /Hema – Miezraf/

50- Cemîle Hafiz El-qasim /Hema – Morek/

51- Dîrar El-ilêwî Ebû Îmad /Hema – Elletaminê/

52- Mihemed Cemal El-qasim /Morek/

53- kurê Mihemed Seîd El-berhûm /Morek/ zarok

54- kurê Mihemed Seîd El-berhûm /Morek/ zarok

55- Ebdella Xesan El-şehne / Xan Şêxûn/