Basil Xertebîl Elsefedî … Qurbanîyê Dadgeha Meydanî ya Leşkerî

Bi êş û xemgînî, rêxistin û dezgehên îmzeker hevalê û hevkarê xwe Basil Xertebîl Elsefedî yê ku di zindanên Sûrîyeyî de hate bidarvekirin oxir dikin û serxweşîyê ji malbata wî, hevalên wî û hemû kesên ku ew naskirin û jê hez kirin re dixwazin.

Basil Endezyarekî komputeran ê Filestînî ye, di pêşxistina pronivîsînên jêdervekirî de kar dikir û jêhatinên xwe yên teknîkî ji bo çesipandina azadîya derbirînê û gihaştina bo agahîyan bi rêya internêtê, bikar dianîn. Basil serokê projeya (Elmeşaa Elîbdaaî) ya Sûrîyeyî bû û wekî mamosteyekî, alîkarekî Wikipediaya û  vexwendîkerê çanda azadîya derbirînê dihate naskirin.

Mirina Basil ji alîyê hevjîna wî; parêzer û çalakvan Nûra Xazî Sefedî ve di 1ê tebaxa 2017an de hate ragihandin ku wê di posteke xwe ya rûpela facebookê de nivîsî bû “gotin di qirika min de dimînin ku îroj ez bi navê û malbata Basil û ya xwe, derketina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina wê der mafê hevjînê min de Basil Xertebîl Sefedî de, piştî çend rojan ji veguhestina wî ji zindana Edrayê di cotmeha 2015an de, ragdigihînim … dawîyek ku li bi lehengekî weke wî dikeve.”

Xertebîl ji alîyê muxaberata leşkerî ve di 15ê Adara 2012an de hate girtin, 8 mehan di zindana muxaberata leşkerî li Kefer Sûsêyê hate bidûrxistin, paşê bo zindana Sêdnayayê ya leşkerî hate veguhestin, li wê deverê bo sê hefteyan rastî hemû cûreyên îşkenceyê hat, li gorî ku wî paşê ji malbata xwe re got. Tu agahîyên dever û sedema zindankirina wî ji alîyê berpirsan ve negihan malbatê ta 24ê berfanbara 2012an ku wê çaxê desthilatên têkildar ew veguhestin “Zindana Edraayê ya Navendî”.

Li wê deverê Xertebîl hevjîna xwe û malbata xwe dît û rewşê wisa berdewam kir ta cotmeha 2015an ku pêwendîya di nav basil û derve de hate birîn, ji ber ku wê çaxê; li gor raporinan, hêzên ewlekarîyê Basil ji odeya wî ya zindana Edraayê birin deverekê nediyar. Paşê hate zanîn ku Dadgeha Meydanê ya Leşkerî sizaya bidarvekirinê li ser Basil Xertebîl Elsefedî birî bû.

Ji çaxa girtina wî ve û di wan çend salên bûrî de, gelek alîyên grûpên mafnasan doza serbestkirina Basil Elsefedî kiribû. Rêxistina “Lêborînê ya Navdewletî” kampanîyek li dar xistibû armanca wî ew e peydakirina têkilîyê di nav Basil, malbata wî û parêzerê wî de bû her weha dabînkirina pêdivîyên wî yên pijîşkî, Wezirê Derve yê Amerîkayê yê berê John Kerry di roja navdewletî ya mafên mirovan de sala 2015an, bi nave “girtîyê nerînê” wesif dabû, her weha Encumena Birêvebirîya Creative Commonsê doza serbestkirina Basil a demlidest û ewle di civîna xwe ya dawî de kiribû. Di sala 2012an de, kovara Foreign Policyê  ew  weke yek ji sed bîrwerên cîhanî yên herî baş di sala 2012an de binav kir , ji ber rijdîya wî li ser şoreşa aştîyane li Sûrîyeyê, di Adara 2013an de Rêxistina   Nîşana Çavdêrîyê ya navdewletî xelata Nîşana Çavdêrîyê bo azadîya dîcîtalî ya sala 2013an da Basil ji  ber bikaranîna teknolocîyayê bi armanca çesipandina înternêta vekirî û bêpere.

Piştî windabûna wî Laboratorîya Dezgehên Ragihandinê li înstetuya Masochistsê ya Teknolocîyê, posta zanyarê lêkol2nan di Navenda Ragihandina Sivîl a girêdayî Laboratorîya dezgehên ragihandinê pêşkêş Basil kir, di Mijdara 2015an de, Encumena Creative Commonsê posta hevkarê parastina çanda dîcîtalî pêşkêşî Basil kir.

Karê Basil ê bi bandor di warê zaniest û civakê de dê her dem weke şahidekî giringîya karê wî û qurbanîyên ku ji bo xweşkirina cîhanê pêşkêş kirine, bimînin.

Ji ber ku em baş dizain ku bi çûna Basil re gelek tişt ji dest me çûn û ji ber giringîya karê pêkanîna dadmendîyê bo hemû sitemxwaran, em îmzeker, li gel ku em berpirsyarîtîyê dixin histê Desthilatên Sûrîyeyî de, em ji Civaka Navdewletî û alîyên Mafnas ên cîhanî dixwazin ku fişarê li desthilatên Sûrîyeyî û alîgirên wê bikin da ku:

  • Sizaya bidarvekirinê li Sûrîyeyê were sekinandin taybet sizayên ku ji alîyê Dadgeha Meydanê ya Leşkerî û Dadgeha Terorê ve derdikevin.
  • Kifşkirina sedemên bidarvekirina Basil û destpêkirina lêpirsînekê di vê doze de li gel ronahîkirina rastîya ku pîvanên dadgehkirina dadmend di vê dadgehê de ne peyda bûn her weha radestîkirina termê wî bo malbata wî.
  • Diyarkirina navên hemû kesên ku sizaya bidarvekirina ji alîyê Dadgeha Meydanê ya Leşkerî ve der mafên wan de hatiye cîbicîkirin û radestîkirina termên wan bo malbatên wan.
  • Garantîkirina dadgehkirina dadmend û eşkere bo hemû girtîyan li Sûrîyeyê
  • Cezakirina berpirsên bidarvekirinên ku ji derveyî çaçoveya qanûnê çêdibin
  • Serbestkirina hemû girtîyên nerînan li Sûrîyeyê bi awayekî demlidest û bê şert û merc
  • Vekirina rêyê bo rêxistinên navdewletî yên têkildar da ku karibin seredana girtîgeh û navendên girtinê li Sûrîyeyê bikin.

Îmzeker:

  1. Ain Almadina Magazine
  2. Al-Bab City Coordinating
  3. Al Jazour society Training & Development
  4. Alkadraa organization
  5. AlKawakibi Organisation For Human Rights
  6. Al-Marsad | Arab Human Rights Centre in Golan Heights
  7. Asharq Asouri Agency
  8. Badael
  9. Bercav  Center
  10. Baytna Syria
  11. Citizens for Syria
  12. Comunita’ Araba Siriana in Italia
  13. Darna for Development
  14. Dawlaty
  15. Documenting Violations Center in DeirEzzor
  16. Families for Freedom
  17. Fraternity Foundation for Human Rights -Birati
  18. Horrya Press
  19. Justice For Life Organaization
  20. Komela Rewşen Bedirxan
  21. Komîtya kurdî ya berevaniyê di ber tundlêbuyan de
  22. Kurdish Committee for Human Rights – observer
  23. Local Administration Councils Unit LACU
  24. Local Coordination Committees
  25. Minber AlSham
  26. Mouatana
  27. Omran Dirasat
  28. Palmyra Relief
  29. Pêl- Civil waves
  30. Raqeeb Institute for Monitoring and Documentation
  31. Rêxistina Sara a dijî Tundiya li ser Jinê
  32. SHAML
  33. SNA
  34. Sound and Picture
  35. Start Point
  36. Syria Civil Defence
  37. Syrian Activists Monitoring
  38. Syrian ِِArchive
  39. Syrian Center For Journalistic Freedoms
  40. Syrian Center For Legal Studies and Researches
  41. Syrian Center for Media and Freedom of Expression
  42. Syrian Center For Studies and Human Rights
  43. Syrian Female Journalists Network
  44. Syrian Feminist Lobby
  45. Syrian Journalists Association
  46. Syrian League For Citizenship
  47. Syrian Network for Human Rights
  48. Syrian Observatory For human rights
  49. Syrian Women’s Network
  50. Syrians For Truth and Justice
  51. Syria Revolutionaries Gathering
  52. The Day After
  53. The Syria Campaign
  54. The Working Group for Syrian Detainees
  55. Violations Documentation Center in Syria
  56. WATAN Network
  57. Women Now for Development