Bi êş û xemgînî, rêxistin û dezgehên îmzeker hevalê û hevkarê xwe Basil Xertebîl Elsefedî yê ku di zindanên Sûrîyeyî de hate bidarvekirin oxir dikin û serxweşîyê ji malbata wî, hevalên wî û hemû kesên ku ew naskirin û jê hez kirin re dixwazin.
Basil Endezyarekî komputeran ê Filestînî ye, di pêşxistina pronivîsînên jêdervekirî de kar dikir û jêhatinên xwe yên teknîkî ji bo çesipandina azadîya derbirînê û gihaştina bo agahîyan bi rêya internêtê, bikar dianîn. Basil serokê projeya (Elmeşaa Elîbdaaî) ya Sûrîyeyî bû û wekî mamosteyekî, alîkarekî Wikipediaya û vexwendîkerê çanda azadîya derbirînê dihate naskirin.
Mirina Basil ji alîyê hevjîna wî; parêzer û çalakvan Nûra Xazî Sefedî ve di 1ê tebaxa 2017an de hate ragihandin ku wê di posteke xwe ya rûpela facebookê de nivîsî bû “gotin di qirika min de dimînin ku îroj ez bi navê û malbata Basil û ya xwe, derketina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina wê der mafê hevjînê min de Basil Xertebîl Sefedî de, piştî çend rojan ji veguhestina wî ji zindana Edrayê di cotmeha 2015an de, ragdigihînim … dawîyek ku li bi lehengekî weke wî dikeve.”
Xertebîl ji alîyê muxaberata leşkerî ve di 15ê Adara 2012an de hate girtin, 8 mehan di zindana muxaberata leşkerî li Kefer Sûsêyê hate bidûrxistin, paşê bo zindana Sêdnayayê ya leşkerî hate veguhestin, li wê deverê bo sê hefteyan rastî hemû cûreyên îşkenceyê hat, li gorî ku wî paşê ji malbata xwe re got. Tu agahîyên dever û sedema zindankirina wî ji alîyê berpirsan ve negihan malbatê ta 24ê berfanbara 2012an ku wê çaxê desthilatên têkildar ew veguhestin “Zindana Edraayê ya Navendî”.
Li wê deverê Xertebîl hevjîna xwe û malbata xwe dît û rewşê wisa berdewam kir ta cotmeha 2015an ku pêwendîya di nav basil û derve de hate birîn, ji ber ku wê çaxê; li gor raporinan, hêzên ewlekarîyê Basil ji odeya wî ya zindana Edraayê birin deverekê nediyar. Paşê hate zanîn ku Dadgeha Meydanê ya Leşkerî sizaya bidarvekirinê li ser Basil Xertebîl Elsefedî birî bû.
Ji çaxa girtina wî ve û di wan çend salên bûrî de, gelek alîyên grûpên mafnasan doza serbestkirina Basil Elsefedî kiribû. Rêxistina “Lêborînê ya Navdewletî” kampanîyek li dar xistibû armanca wî ew e peydakirina têkilîyê di nav Basil, malbata wî û parêzerê wî de bû her weha dabînkirina pêdivîyên wî yên pijîşkî, Wezirê Derve yê Amerîkayê yê berê John Kerry di roja navdewletî ya mafên mirovan de sala 2015an, bi nave “girtîyê nerînê” wesif dabû, her weha Encumena Birêvebirîya Creative Commonsê doza serbestkirina Basil a demlidest û ewle di civîna xwe ya dawî de kiribû. Di sala 2012an de, kovara Foreign Policyê ew weke yek ji sed bîrwerên cîhanî yên herî baş di sala 2012an de binav kir , ji ber rijdîya wî li ser şoreşa aştîyane li Sûrîyeyê, di Adara 2013an de Rêxistina Nîşana Çavdêrîyê ya navdewletî xelata Nîşana Çavdêrîyê bo azadîya dîcîtalî ya sala 2013an da Basil ji ber bikaranîna teknolocîyayê bi armanca çesipandina înternêta vekirî û bêpere.
Piştî windabûna wî Laboratorîya Dezgehên Ragihandinê li înstetuya Masochistsê ya Teknolocîyê, posta zanyarê lêkol2nan di Navenda Ragihandina Sivîl a girêdayî Laboratorîya dezgehên ragihandinê pêşkêş Basil kir, di Mijdara 2015an de, Encumena Creative Commonsê posta hevkarê parastina çanda dîcîtalî pêşkêşî Basil kir.
Karê Basil ê bi bandor di warê zaniest û civakê de dê her dem weke şahidekî giringîya karê wî û qurbanîyên ku ji bo xweşkirina cîhanê pêşkêş kirine, bimînin.
Ji ber ku em baş dizain ku bi çûna Basil re gelek tişt ji dest me çûn û ji ber giringîya karê pêkanîna dadmendîyê bo hemû sitemxwaran, em îmzeker, li gel ku em berpirsyarîtîyê dixin histê Desthilatên Sûrîyeyî de, em ji Civaka Navdewletî û alîyên Mafnas ên cîhanî dixwazin ku fişarê li desthilatên Sûrîyeyî û alîgirên wê bikin da ku:
- Sizaya bidarvekirinê li Sûrîyeyê were sekinandin taybet sizayên ku ji alîyê Dadgeha Meydanê ya Leşkerî û Dadgeha Terorê ve derdikevin.
- Kifşkirina sedemên bidarvekirina Basil û destpêkirina lêpirsînekê di vê doze de li gel ronahîkirina rastîya ku pîvanên dadgehkirina dadmend di vê dadgehê de ne peyda bûn her weha radestîkirina termê wî bo malbata wî.
- Diyarkirina navên hemû kesên ku sizaya bidarvekirina ji alîyê Dadgeha Meydanê ya Leşkerî ve der mafên wan de hatiye cîbicîkirin û radestîkirina termên wan bo malbatên wan.
- Garantîkirina dadgehkirina dadmend û eşkere bo hemû girtîyan li Sûrîyeyê
- Cezakirina berpirsên bidarvekirinên ku ji derveyî çaçoveya qanûnê çêdibin
- Serbestkirina hemû girtîyên nerînan li Sûrîyeyê bi awayekî demlidest û bê şert û merc
- Vekirina rêyê bo rêxistinên navdewletî yên têkildar da ku karibin seredana girtîgeh û navendên girtinê li Sûrîyeyê bikin.
Îmzeker:
- Ain Almadina Magazine
- Al-Bab City Coordinating
- Al Jazour society Training & Development
- Alkadraa organization
- AlKawakibi Organisation For Human Rights
- Al-Marsad | Arab Human Rights Centre in Golan Heights
- Asharq Asouri Agency
- Badael
- Bercav Center
- Baytna Syria
- Citizens for Syria
- Comunita’ Araba Siriana in Italia
- Darna for Development
- Dawlaty
- Documenting Violations Center in DeirEzzor
- Families for Freedom
- Fraternity Foundation for Human Rights -Birati
- Horrya Press
- Justice For Life Organaization
- Komela Rewşen Bedirxan
- Komîtya kurdî ya berevaniyê di ber tundlêbuyan de
- Kurdish Committee for Human Rights – observer
- Local Administration Councils Unit LACU
- Local Coordination Committees
- Minber AlSham
- Mouatana
- Omran Dirasat
- Palmyra Relief
- Pêl- Civil waves
- Raqeeb Institute for Monitoring and Documentation
- Rêxistina Sara a dijî Tundiya li ser Jinê
- SHAML
- SNA
- Sound and Picture
- Start Point
- Syria Civil Defence
- Syrian Activists Monitoring
- Syrian ِِArchive
- Syrian Center For Journalistic Freedoms
- Syrian Center For Legal Studies and Researches
- Syrian Center for Media and Freedom of Expression
- Syrian Center For Studies and Human Rights
- Syrian Female Journalists Network
- Syrian Feminist Lobby
- Syrian Journalists Association
- Syrian League For Citizenship
- Syrian Network for Human Rights
- Syrian Observatory For human rights
- Syrian Women’s Network
- Syrians For Truth and Justice
- Syria Revolutionaries Gathering
- The Day After
- The Syria Campaign
- The Working Group for Syrian Detainees
- Violations Documentation Center in Syria
- WATAN Network
- Women Now for Development