Malbatên girtîyan û windayên bi neçarî Basa Azadîyê çêkirin ku dê ji Londonê ber bi Şamê ve bice û li pêş dadgehê bisekine û malbat dê ragihînin: êdî ne girtin ne jî windakirina bineçarî dê li Sûrîyeyê hebe.
Basa Azadîyê dê dilê dayiyên bendewar û hasten bavên bihêvî bi xwe re bibe. Ew ê bi hezkirina hevjîn û zarokên bendewar were xemilandin.
Bas dê li bajarên derûdora cîhanê bigere û ji hemû deveran rahêje piştgirîya gelên ku sitemkarîyê napejirînin. Ew gelên ku malbatên girtî û windayan hemêz kirin û dê dengê xwe ji bo azadîya girtîyan û windayên bineçarî bilind bike.
Em doza wan dikin, doza tevan dikin.
[masterslider id=”14″]