Yemen: NY bang li alîyên şer dike da ku bi şanderê wê yê nû re alîkar bin

Emîndarê Giştî yê NYyê, Antonio Gutters roja sêşemê ji alîyên şer li Yemenê xwest ku bigihên lihevkirineke siyasî bo danîna sînorekî ji cenga ku ji berî 4 salan berdewam dike û 22 melyon kes kirine xwedî pêdivîyên demlidest.

Gutters di dema beşdarîya xwe ya kongreya Cinêvê de ku Rêxistina Navdewletî dixwaze bi rêya wê kongreyê sê milyar dolar ji bo alîkarîyên mirovî ji Yemenê re bide hev, got: “ez ji hemû alîyan dixwazim ku bi şanderê nû Martin Griffiths re bêyî derengkirin alîkar bin.”

Berpirsê navdewletî doza hiştina vekirina rêyên alîkarîyên mirovî kir bi taybet xwarin, derman û sûtemenî.

Her weha teqezî li ser bikaranîna balafirxwaneya Senayê kir ku dibîne divabe ji bo alîkarîyê vekirî be.

Griffiths ku deplomasîyekî Birîtanî ye, di nîvê meha borî de dest bi karê xwe li Yemenî kir.

Hêjayî gotinê ye ku gera axaftinên aştîyê ya dawî di nav Hikûmetê Yemenê û Hûsîyan de bi sponserîya NYyê, di tebaxa 2016an de li Kiwêtê hatibû lidarxistin.

Lînka gotara resen ji malpera Elhurayê:

https://www.alhurra.com/a/yemen-conflict-un/429051.html