Misir: Kampanîyeke girtinê li dijî çalakvanên opozisyonê û zindankirina Hazim Ebdulezîm bo 15 rojên din

Li gor jêderên ji dadgehê hate zanîn ku emîndarîya ewlehîya dewleta bilind li Misirê roja yekşemê fermana zindankirina çalakvanê siyasî Hazim Ebdulezîm bo 15 rojên lêpirsînê daye ew jî di rewşeke kampanîyên li dijî rexnegirên serokê Misirê Ebdulfeta Elsîsî de. Koşka Spî xembarîya xwe der barê kampanîya desthilatên Misirê li dijê opozisyonê anî ziman ji ber ku li ser rêbazekî tund dimeşe.

emîndarîya ewlehîya dewleta bilind li Misirê roja yekşemê fermana zindankirina çalakvanê siyasî Hazim Ebdulezîm bo 15 rojên lêpirsînê daye, piştî ku tometên tevlîbûna bo komeke neqanûnî her weha belvkirina nûçeyên sextet der barê rewşa bajêr de di warê siyasî û aborî de, lê bar kirine. Hêzên Ewlehîya Misirê piştî êrîşkirina li ser mala Ebdulezîm roja yekşemê bêyî diyarkirina sedeman, ew girtibû. Ebdulezîm yek ji berpirsên kampanîya hilbijartina Serok Ebdulfetah Elsîsî bû di sala 2014an de lê paşê bû rexnegirê siyaseta wî.

Di hefteyên borî de, ewlehîya dewleta bilind tometên tevlîbûna bo grûpên ne qanûnî û belavkirina nûçeyên sexte spartibû çalakvanên siyasî û mafnasên ku hatibûn girtin.

Ebdulezîm karê cîgirê serokê têkilîyan û teknolocyaya agahîyan di serdema serokê berê Husnî Mubarek de girtibû, lê di raperînên 2011an de beşdar bû. Er weha li dijî hukmê serokê berê yên ku girêdayî Ixwan Muslîmîn bû; Muhemed Mursî rabû û di sala 2013an de, piştî xwepêşandanên dijî wî hate hilanîn.

EbdulEzîm li ser Tweeterê çalak e û rexneya li serokê Misirê dike. li ser Tweetera xwe wisa nivîsî bû “ez ketim xefka siyasetê de dema tev li doza (Muhemed) Elberadiî di 2010an de bûm. Birîndar bûm û min şaşîtîya herî mezin kir gava ku tev li kampanîya Sîsî di hilbijartinên 2014an de bûm.”

Girtina Ebdulezîm piştî zindankirina gelek çalakvanan di hefteyên borî de tê ku yê dawî Wail Ebas bû ku emîndarîya Ewlehîya Dewletê ya Bilind roja pêncşemê biryara zindankirina wî bo 15 rojên lêpirsînê da piştî ku tometên mîna “beşdarîya di bicihanîna armancên grûpeke terorê de” lê bar kirin.

Koşka Spî roja pêncşema borî got ku Mike Bens; cîgirê serokê Ameîkayê bi rêy telephone Sîsî agahdar kiribû û gotibû ku Amerîka xembar e ji ber girtina çalakvanên ku karên wan aştîyane ye.

Berevankerên mafên mirovan dibêjin ku sîstema Sîsî ya ku ji nû ve bi rêjeya bêhtirî 97% ji dengan hate hilbijartin, binpêkirinan der heqê azadîyê de dikin û opozisyonê  bêdeng dikin her weha kampanîyeke mezin dijî opozisyonê kiriye û tê zanîn ku yek ji kambaxtirîn kampanî ye lê Sîsî dibêje ku girtîyên siyasî yekcar li Misirê tunene.

France 24 / AFP/ Reuters

Lênka gotara sereke ji France 24

https://goo.gl/jaLciR