Heft Sal ji Nebûna wan!
Komek ji saziyên ivaka sivîl yên çalak di sûrî da, daxwaz dikin ku çarenivîsa her çar revandiyên bûyera 9ê çileyê pêşîn/ berfanbara 2013 li Doma yê bê aşkerkirin, û berpirsên wê bên sizadan.
Îro, heft sal temam dibin ji nebûna her çar Çalakvanan ra, ku di 9ê Çileyê Pêşîn/ Berfanbara 2013an da, nivîsengeha hevbeş ya Nanvenda Belgekirina Binpêkirinan li Sûriya yê û Nivîsengeha Geşepêdana Navxowyî û piştgîriya pirojeyên piçûk, û kovara Em Derketina Azadî yê/ Tilina Ela alhuriya li bajarê Doma yê rûberûyî êrîşek çekdarî bû û her yek ji Rezan Zeytûna û Wail Hemada û Semîra Xelîl û Nazim Hemadî hatin revandin, û tevî ku aliyên destlader hatin guhertin, lê çarenivîsa van hevalan hîn ne diyara.
Di dema ku berhemên karên wan di belgekirina binpêkirinan, ji wan wêne, zaniyarî û şehadatên ku komkirina pişt êrîşa kîmawî li Xota rojhilat di sala 2013an da derdikevin û geş didin, ku çend doz hatin pişkêşkirin li dijî tawanbaran, û nivîsengeha Geşepêdana Navxowyî û piştgîriya pirojeyên piçûk di karên xwe da berdewama di karên xwe li derveyî navçeyên jêr kontrola hikpmetê, lê çarenivîsa wan hîn ne diyare tevî ew hewl û xebatên ku hatin û tên kirin ji aliyê dost û hevalan ve daku çarenivîsa wan diyar bibe, ku digel çendîn aliyan da peywendî hat kirin, di gel pêşkêşkirina dozekê li dijî Artêşa Îslam/ Ceyşulîslam wek gomanlêkir di bûuerê da.
Di heyama heft salan da, karên cidî ne hatin kirin daku çarenivîsa wan diyar bibe ji aliyê dewletên têkildara va, ku bandora xwe hene li ser komên çekdar daku zextê li ser wan bikin, ku tenê gotin û axiftinên û hewldanên siyasî û diplomasî hatin kirin ku çi sûdên xwe tune bûn.
Doza her Çar Revandiyan nîşanek madî ye ku şorşa Sûriay yê bi kûve diçe derbarê avakrina dewletek dîmokrasî sivîl li ser piransîpên azadî û edalet û niştimanperwerî û mafên microvan ava dibe, paş ew di destê rejîmek zordar da û di destê komên çeta da hiştin.
Bo bergirî ji piransîpên niştimanî û exlaqî yên ku şorşa sûriay yê li ser ava bû, û bo wan û tevahiya girtîyên ku li Sûriya yê ne, em îro, bapendbûna xwe nû dikin da ku kar bikin bi çi awayî ta çarenivîsa wan diyar bibe, û mafên wan û mafên tevahiya sûriyan di edalet û lêpirsînê da bêkirin, wek mercek serke di avakirina dewletk dimokratî da li ser bingehên mafên mirovan û hemwelatî yê ava dibe.
Rêxistinên Îmzaker:
- kadmya Lemar
- Bessmat bo Geşepêdanê
- Bi hevra bo piştgîriya dozên jinê
- Bi Edaletê ra
- Çavdêra Sûrî bo Nafên Mirovan
- Dewletî
- Helmetek Bo Sûriya yê
- Hevbendiya rêxistinên civaka sivîl ya sûrî/ Şemil
- Jin Niha/ Nisa alan bo geşepêdanê
- Komeleya parêzkarên sûrî
- Komeleya Haw abo şiyandana Jinê
- Komeleya Sefa bo geşepêdanê
- Komeleya Malbatên Keyser
- Kovara Tilna llhuriya/ Em derketin Azadî yê
- Malabtên bo Azadî yê
- Misawat/ Wekhevî
- Navenda Sûrî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad
- Navenda Amel/ Hêvî bo parêzvanî û dîsatînê
- Navenda Edil bo Mafên mirovan
- Navenda vekolînên Komara dîmokrat
- Nivîsengeha geşepêdana navxowyî û piştgîriya pirojên piçûk (LDSPS)
- Ornimo
- Qetira bo Morvatî yê
- Rêxistina Sûrî bo jinên Girtî
- Rêxistina kurdî bo mafên mirovan li sûrî
- Rêxistina komîteya jinên sûrî li Rîhanîyê
- Rêxistina beytûna
- Rêxistina siwar
- Rêxistina Kiş melek
- Roja Din/ Yom altalî
- Sûryayîyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê
- Saziya piştgîriya jinê
- Tevgera Siyasî ya jina Sûrî
- Tora Sûrî bo Mafên Mirovan
- Tora Jina Sûrî
- Tora Hiras
- Yekîniya encûmenên navxowyî