Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: dawîya roja pêncşemê 27ê berfanbara 2018an
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire. Ji çaxa damezrandinl;a Navendê di sala 2004an de, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li ser berevanîya di ber kesên setemxwar de ji ber nerînên xwe, belavkirina çanda mafên mirovan û piştgirî û geşkirina ragihandineke serbixwe û rexnegir kar dike.
ew nuha li ser bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan û hildana dozên qurbanîyan kar dike, li gel piştgirîya civaka sivîl a Sûrîyayî û piştgirîya ragihandinên û rojnamegerên Sûrîyayî bi rêya tîmeke wê ya li Sûrîyayê û derdorê her weha li Parzemîna Amerîkî û Ewropayê û karê xwe ji Parîsa Fransayê bi rê ve dibe.
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêdivîya xwe bi hevrêzkarekî/ê radigihîne da ku di warê serpereştîya ser karê programa dadgehkirinê de li gor pêsivî û armancên navendê alîkar be.
hun dikarin hûrgilîyên derfetê û jêhatinên xwestî di dosyaya li jêr de bibînin her weha hun dikarin jîyannameya xwe bişînin vê emailê ‘[email protected]‘ li jêr serenavê ‘Hevrêzkar-Nav‘
Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan
Piştî 15 rojan ji ragihandina kar |
Dîroka ragihandinê
17ê berfanbara 2018an |
Cihê Kar: Fransa/ Parîs |
Karsaz
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) |
Agahîyên Karsaz
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire. |
program
Dadgehkirin |
Navê Kar
hevrêzkar |
hejmara xwestî
yek |
Dirêjahîya girêdanê
9 meh |
berpirsyarîtî
|
|
Çawanîya pêşkêşkirinê
● Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin. ● Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse. ● Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe ● Daxwaznameya xwe bişîne [email protected] û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (berpirsê/a bibelgekirinê û bingeha agahîyan) binivîse. ● Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin. |