Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: dawîya roja înê 23yê mijdara 2018an
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.
Navenda SCMê di bibelgekirina binpêkirinan, piştgirîya civaka sivîl û piştgirîya ragihandinê û rojnamegerên Sûrîyayî dike, bi rêya tîmeke kar ku li Sûrîyayên, dewletên derûdorê, Ewropa û Amerîka belvkirî ye û ji navenda xwe ya li Parîsa Fransayê bi rê ve dibe.
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêdivîya xwe bi birêveberê programê bibelgekirinê radigihîne ku serpereştî û şopandina çalakîyên bibelgekirina binpêkirinan dike li gor pêdivî û armancên navendê, divabe kesê ku navê xwe pêşkêş bike 4 salan di bibelgekirina binpêkirinan de kar kiribe û axêverê her du zimanên Erebî û Îngilîzî li gel dîplomayeke zanîngehê.
Ji kerema xwe re li hûrgilîyên kar û jêhatinên xwestî binêre û CVya xwe bişîne emailê [email protected] li jêr serenavê (Birêveberê Porgramê Bilbelgekirinê – Navê pêşkêşker).
Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan
Piştî 15 rojan ji ragihandina kar |
Dîroka ragihandinê
9ê mijdara 2018an |
Karsaz
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) |
Agahîyên Karsaz
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire. |
Beş
Program |
Navê kar
Birêveberê/a programê bibelgekirinê |
Hejmara xwestî
yek |
Dirêjahîya girêdanê
Sê meh li gel egera dirêjkirina demê |
Berpirsyarîtî
● Çêkirina pilaneke redektekirina agahîyên navenda bibelgekirina binpêkirinan/ programê bibelgekirinê ● Birêvebirina pêvajoya bipêşxistina rêbazê bibelgekirinê li gor armanc û pêdivîyên beçavgirtî ji hêla navendê ve her weha bi rêya bi rêya mîkanîzmayên karê yekser li gel kesan bo bicihanîna vî rêbazî. ● Birêvebirina proseya çêkirina pilanên teknîkî yên pêwîst bo bicihanîna rêbaz. ● Bicihanîna planên rêbaz û mîkanîzmayên teknîkî û dîtina rêyên sereke li gor wan pilanan û di demeke destnîşankirî de. ● Çavdêrî û nirxandina berdewam bo kar di çarçoveya rêbazê destnîşankirî li gor siyaseta navendê û dayîna agahîyan der barê wê de. ● Berpirsyarîtîya yekser di ber platformên elektronî yên girêdayî programê de li gor siyaset û agahdarîyê beşê navendê yê teknîkî ● Birêvebirin û çavdêrîya tîma kar û pêşkêşkirina rapor û qewîtîyan li gor çavdêrîyê. ● Hevrêzkirina çalak li gel program û beşên din bi rêya danûstendinan û hevrêzîya li gel birêveberê yekser. ● Bipêşxistina tora jêderên agahîyên programê bi awayekî berdewam. ● Alîkarîya di bipêşxistina projeyan û daxwazên dan û peredayînê de li gor rêbaz û armancên navendê yên giştî û bi hevrêzîya li gel birêveberê yekse. ● Birêbebirina pabendîyê girêdanan mîna danên îmzekirî an xizmetê ku ji hêla birêveberê yekser ji bo programê hatine pêşkêşkirin. ● Birêvebirina karûbarên têkilîdanîna li gel alîyên derve yên ku bi mijarên bibelgekirinê ve pêwendîdar e û stendina biryaran der barê mijarê de li gel hevrêzîya bi birêverberê yekser re. ● Niwênerkirina programê û navendê bi giştî di nava bûyer û çalakîyên pêwendîdar de li gel hevrêzîya bi birêveberê yekser re. ● Bipêşxistina pilanên demkurt û demdirêj bo programê û çalakîyên wê û çavdêrîya vê bipêşketinê û teqezîya ji pabendîyê li gel nirxandina kar. ● Bibelgekirin û danheva agahî, belege û daxuyanîyên pêwendîdar li gor pêdivîyên programê yên destnîşankirî her weha bi hevsengîya li gel siyasetên ewlehîya dijîtalî ya navendê. ● Birêvebirin û/an lidarxistina civîn / çalakîyan bi awayekî berdewam li gel endaman û alîyên taybet ji bo piştgirî û bipêşxistina têkilîyên erênî. ● Hevrêzkarîya li gel hevkar, ragihêner û kesên din ên pêwendîdar ji bo şîrovekirin û belavkirina programê û çalakîyên wê. ● Pabendîya bi pîvanên pîşe yên ku behsa wan di system, protokol û qanûnên pêwendîdar de hatiye kirin. ● Peydakirina jîngeheke ewle û pabendîya bi gavên ewlehî, rêgez û bendan. ● Parastina taybetmendîya qezencgiran di hemû rewşan de û bi rêya hemû belge û agahîyan. ● Biparvekirina agahîyan û pêşkêşkirina qewîtîyan bo endamên tîmê her weha perwerdekirina û serpereştîya ser endamên nû. ● Hevkarîya birêvebirina hevdîtin û çalakîyên hundirîn bo programan û pêşkêşkirina raporan; ● Nivîsandin û pêşkêşkirina raporên mehane der barê kar û rewşê de li gor siyasetên raporê yên lixwegirtî di navendê de. Çi karên din ên ku birêveberê yekser wî pê erkdar dike.
|
Jêhatin
● Dîplomyeke zanîngehê a pêwendîdar an di asta wê de. ● Zanîna bi Erebî û Îngilîzî , her weha zanîna bi Fransîyê zêdekirineke bi sûd e. ● Tecrubeya 4 salan di karê bibelgekirina binpêkirinan de. ● Tecrubeya du salan a bikaranîna alav, program û platformên elektronî yên girêdayî bibelgekirinê û mafên mirovan. ● Pisporîya bikaranîna programên kompyûter û înternetê yên pêwîst ji bo kar. ● Zanîneke akadîmî di warê Qanûna Navdewletî ya Mirovî û Qanûna Navdewletî ya Mafên Mirovan. ● Valabûna û karîna rêwîtîyê. ● Zanîneke berfireh bi rewşa Sûrîyayê bi taybet di warê alîyên di nav şer de. ● Karibe di nava tîmekê de û tekane jî di bin fişarê de û di rewşên zehmet û astengdar de. |
Çawanîya pêşkêşkirinê
● Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin. ● Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse. ● Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe ● Daxwaznameya xwe bişîne [email protected] û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (Birêveberê Programa Bibelgekirinê) binivîse. ● Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.
|