Dabeşkirina cîhanî bo azadîya rojnamegerîyê di sala 2017an de: dema guhertinên mezin.

di çapa sala 2017an ya dabeşkirina cîhanî bo azadîyê rojnamegerîyê de ya ku rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor serpereştîya wê dike, gelek êrîşên li ser dezgehên ragihandinê hatine qeydkirin ku pirbûna wan weke henekpêkirinê xuya dike, her weha gelek şah derketin ku guhertinek di gelek waran de çêkirin ji nav wan jî demokrasî.

Xala Yekem: ketina demokrasîyan li himber derketina şahine bihêz

Dabeşkirina Cîhanî ya ku ji alîyê rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor hatiye belavkirin, bale dikişîne ser metirsîya “veguhertina mezin” ya ku di warê azadîya rojnamegerîyê de diqewime, bi taybet di warê demokrasîyê de. (Hun dikarin li analîzkirina bi serenava “Rojnamegerîyeke Westiyayî di Demokrasîyeke Hilweşiyayî de” bixwînin). Tu tişt nikare xirabîya rewşa demokrasîyê ya ku di salên borî de destpêkiriye, rawestîne. Sawa çavdêrîyê û nerêzdarîya ji jêdera veşartî ya agahîyan re bûye sedema paşketina gelek welatên ku ta demekê nêz jî di hukma xwe de nimûneyî bûn, ji nav wan jî weke mînak Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê (43, -2) Brîtanya (40, -2), Şîlî (33, -2) û Newzelanda (13, -8).

Gihabûna Donald Trump bo serokatîya Amerîkayê paşê vekişîna Brîtanyayê ji Yekîtîya Ewropayê xakeke guncaw bo xwedîyên gotara tundîyê li dijî rojnamevanan afirand, cîhan rûbirûyî serdemkê ne ku nûçe û agahîyên sextet di çaxa (paş rastîyê) de belav dibin. Di cîhana îroyîn de, her çendî gotina bihîstî para mere bihêz dictator be, ew çendî vekişandin di azadîya rojnamegerîyê de çêdibe. Di vî warî de, Polenda (asta 54an) di hukma Yaroslav Katçînskî de 7 astan nizim bû di dabeşkirina 2017an de. Piştî ku desteya giştî ya radio û televisyonê bû dezgeheke propagandayê, hikûmeta polendî berî xwe de şêwazê sînorkirina diravî da ku êrîşî rojnamegerîya dijberî guhertinên qanûnî bike. Ji alîyekî din ve, Macaristanê (71) di serdema Victor Orban de 4 astan nizim bû û Tanzanyayê (83) di çaxa John Magovoly de 12 astan nizim bû. Li Tirkîyeyê (155, -4 )hewldana wergera leşkerî dijî Erdogan berê welêt da sîstemeke dektatorî ku bû mîna zindaneke ragihêneran li ser asteke cîhanî. Jixwe Rûsya hê jî di serdema Vladimir Putin de hê jî li cihê xwe di binê lîsteyê de di asta 148an de.

Di vî warî de, Emîndarê Giştî yê Peyamnêrên Bê Sînorê; Christophe Deloire got “ev veguhertina ku di demokrasîyan de çêdibe, astengîyan li pêş kesên ku guman dikin ku azadîya rojnamegerîyê stûna bingehîn a hemû azadîyên din e, derdixe” her weha pirsî “gelo çarenûsa me çi ye?”

Xala Duyem: di 2017an de, Norweç di pêşîyê de ye û Korya Bakurî di binê lîsteyê de ye

Di vê cîhana nû de ya ku li pêş çavên me tê xêzkirin û pêşbirkên wê yên germ me ber bi helaketê ve dibin, paşketin di welatên bakurê Ewropayê de jî çêdibe ku ev welat di demên paş de di astên pêşîn ên dabeşkirina Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînorê ya salane de bûn. Fînlandaya ku her dem li pêş bû (3, -2) bo cara yekemîn ji berî şeş salan ve, ji ber zextê û cudabûna berjewendîyan, 2 rêjeyan nizim bû û kete asta sêyemîn de, Norweça ku ne di Yekîtîya Ewropayê de ye (1, +2) şûna wê girt, ev yek jî derbeyek bû bo Ewropayê. Swêd di asta duyemîn de bû, rast e ev welatê Îskendenavî yê ku di bin gefên berdewam dijî rojnamevanan de dijî, lê desthilatan karîbûn gelek caran di vê sale de, kesên ku binpêkirin bi cih anîbûn, şermezar bike, her weha ew hevkarîya di nav dezgehên ragihandinê û sendîkeyên rojnamevanan û dezgehên polîsan karekî giranbuha ye bo dijatîya van gefan.

Ji alîyekî din ve, Erître ji asta (179)an ya dawî bo cara yekemîn ji sala 2007an ve derket, ew jî piştî ku hikûmeta wê rê da ragihandina biyanî ku welatê wê bixe bin çavdêrîyê de. Korya Bakurî cihê wê di asta herî dawî de girt, ku rêjîma Byong Yang hê jî welatîtan di nav dîwarên nezanî û tirsê de dorpêç dike û welatî herdem di metirsîya girtinê de bi sedema guhdarkirina radyoyeke biyan. Her weha Tirkmenistan di asta (178)an yek ji dektatorîyên herî lixwegirtî di cîhanê de ye, ku roj bi roj çewisandina rojnamevanan zêde dibe. Sûrîyeya di asta (177)an de, di nav cengeke xwînrij de dijî û weke welatê herî metirsîdar bo rojnamevanan tê naskirin ku di nav diktatorekî kujer û girûpine cihadî de dijîn. Hun dikarin analîza me ya bi serenava “Dabeşkirina 2017an: Nexşeyeke Cîhanî ku reşbûna wê zêde dibe

Azadîya Rojnamegerîyê di asta xwe ya herî bilind ji gefxwarinê de ye.

Tu caran azadîya rojnamegerîyê negihaye vê asta kampax ya ku di vê demê de ketiyê. Rewşa 62,2% ji welatên ku xwendin wan li xwe digire* xirabtir bû û rêjeya welatên ku rewşa rojnamegerîyê li wan (baş e) an (ta astekê baş e) daket 2,3%.

Welatên bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn yên ku ceng li wan digere –ne tenê Sûrye, lê Yemen jî (166, +4), yên herî zehmet û metirsîdar in bo karê rojnamevanîyê. Paşê welatên Ewropaya rojhilatî û Asyaya navîn, her du welatan ji sêyan ji yên navborî li dor asta 150 an paş wê ne di vê dabeşkirinê de. Ji bilî wê binketina ku di 2016an de bi Tirkîyeyê re çêbû, sala borî sala destêwerdanê di dezgehên ragihandinê yên Rûsyayî yên serbixwe bû her weha desthilatan li Komarê Sovyatî yên berê de sîstemên xwe yên çêwisandinê firehtir kirin, ji Tacikistanê (149) ta Tirkmenistanê (178) her weha Azerbaycan. Pişt re Asya û Okyanosa Mezin di asta sêyem de ne ku weke herêma hejmarên herî bikind tê naskirin ji ber ku mezintirîn zindanên nivîskar û rojnamevanan li ser asteke cîhanî li deverê heye, mîna Çîn (176) û Vîetnamê (175), her weha welatên ku herî metirsîdar in li ser karkerên ragihandinê li wê herêmê ne mîna Pakistan (139), Fîlîpîn (127) û Bengladeşê (146), ji alîyekî din ve nîçîrvanên azadîya rojnamegerîyê jî li wan welatan li ser rûnişteka dethilatdarîyê rûdinên weke Çîn (175), Vîetnam (176) û Laosê (170), ku ev yek jî  hêleke reş e di warê ragihandinê de.

Paşê Afrîka ye, ya ku di çaxa helbijartinan an gurbûna tevgerên civakî de, tora înternêtê lê tê qutkirin. Pişt re her du parzemînên Amerîkayî û Kuba (173, -2) ne, ji dewletên Parzemîna Amerîkayî; tenê Kuba di binîya lîsteyê de li gel rêjîmên herî desthilatdar û dektatorî li Asya û Rojhilata Navîn e. Ji alîyekî din ve, xaknîgarîya Ewropayê tevî encamên nebaş yên ku dawîyê lê hatine tomarkirin, ku ketina herî nebaş îsal lê hatiye dîtin bi rêjeya +3,80%, lê ew e devera ku azadî ji bo ragihêneran lê peyda ye. Lê cudahîya ku îsal hatiye tomarkirin li ber yên her pênc salên dawîyê +17,5% metirsîdar e, mînak nîşankerê  Asya – parzemîna mezin 0,9%.

Rêzkirina Herêmên Cografî (daketin)

Xala sêyem: di nav ketin û pêşketinê de

Di sala 2017an de, nizimbûna herî nizim di rêzê de li Nîkaraguayê (92, -17) bû. Ji bo rojnamegerîya serbixwe û dijber, jinûhilbijartina serok Daniel Ortega li gel kampanîyeke tundî, astengkirin û girtinê hat. Ji alîyê xwe ve, Tanzanyayê (83) ne kêmî 12 xalan ji xwe kêm kir di serdema John Magovoly de yê ku bi navê “Beldozerê” tê naskirin û yê ku bi astengkirina karê ragihandinê navdar e.

Di vê paşketina ku li ser asteke cîhanî diyar bûye, du welat di Dabeşkirina 2017an pêş ketin û li gel Pêşketina xwe jî hêvî anîn. Ew welat jî Gambîya (143, +2) ya ku ji dektatorê xwe xelas bû û hin bi hin wateya rojnamegerîyê nas dike ku hikûmeta nû karê sivikkirina qanûnên girêdana karê rojnamevanan evêtiye ser milên xwe. Kolombîya (129, +5) jî hêjaye ku em di vî warî de behsa wê bikin , piştî rêkeftina aştîyê ya ku sînor ji 52 salên şerên çekdarî de danî ku ew şer bûbû jêderek ji tundîya li ser rojnamevanan re, bo cara yekemîn ji berî 7 salan, tu rojnamevan di sala 2016an de loi Kolombîyayê nehatiye kuştin.

Di hin waran, ew bilindibûna balkêş di Dabeşkirina 2017an de sedema wê ew çaksazkirinên sextet ne. mînak Îtalya (52) piştî berdana du rojnamevanên ku doza Vatileaks dişopandin, derdora 25 rêjeyan bi pêş ket. Tevî wilo jî, ew hîn weke dewleteke ku Mafya û rêxistinên tawanî tê de gef li rojnamevanan dixwe. Ji alîyê xwe ve, Fransa 6 astan bi pêş ket û giha asta (39)an lê ev bilindbûn bi xwe mîkanîkî ye piştî wê binketina ku di 2015an de ku ji ber komkujîya Charlie Hebdoyê. Xuya dibe ku rojnamevan li Fransayê neçarin ku berevanîyê di ber serxwebûna xwe de, di wê seqaya ku tundî û nefretkirin tê de belav e, bikin, ji sala 2013an de, encama herî nebaş jê re îsal bû (22.24) sedema wê jî ew e pirbûna karkerên maldar ên ku dezgehên xwe yên ragihandinê ji bo berjewndîyên xwe û firehkirina desthilatdarîya xwe bikar tînin. Qanûna serxwebûna dezgehên ragihandinê ya ku rastî pêşwazîya rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor hat, bi tena xwe ji bo çareserkirina rewşê, ne bes e. Li Asyayê, Fîlîpînê asta (127)an stend ku herî kêm yazdeh astan bilindbûye. Tevî ku hejmara rojnamevanên kuştî di 2016an de kêm bûye, lê rewş li gor ku xuya dibe ber bi xirabîyê ve diçe bi taybet piştî wan gefên eşkere yên ku serok Rodrigo Doterty  li rojnamevanan dixwe.

 

 Dabeşkirina Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê salane ji 2002an ve ji alîyê Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor tê belavkirin, rewşa azadîya rojnamegerîyê li 180 welatî dipîve, li ser bingeha pirjimarî û serxwebûna dezgehên ragihandinê û rêzdarîya saxlemîya rojnamevanan î azadîya wan, cedwelê rêzkirina 2017an binpêkirinên ku di nav 1ê berfanbara 2016an ta 31ê rêbendana 2016an berçav digire.

Nîşanên giştî û herêmî li gor encamên ku li welatan hatine stendin, têne destnîşankirin, ew encam jî xwe disperse vepirsînên ku vbîst zimanan hatine belavkirin û zanyar ji hemû alîyên cîhanî di dahûrandina wan de beşdar in, her ku nîşanker bilind dibe, rewş xirabtir dibe. Ji ber berfirehîya belavbûnê,  Dabeşkirina Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê bûye alaveke serke di berevanîyê û bandorkirinê de.

*têgîna ‘welat’ wekî têgîneke giştî tê bikaranîn bêyî ku tu wateyeke siyasî li paş wê bo hin xakên herêmî hebe.