Bi alîkarîya Sazîya Poitiersê (Fondation Poitiers Universite), Zanîngeha Poitiersê ji bo pêşwazîya koçberan kete tevgerê.
Da ku tu werî naskirin divabe tu nameyekê li ser vê êmailê ji zanîngehê re bişîne:
li gel diyarkirina Nav, Paşnav, dîroka û devera jidayikbûnê her weha projeya xwendinê li Zanîngeha Poitiersê.
Paşê têkilî dê bi we re bê danîn û Zanîngeha Poitiersê dê li ser daxwaznameya bisekine.
Ji bo vê yekê, ji kerema xwe re van belgeyan amade bike:
- Niştebûna demkî récépissé
An
- Nameya Ofbrayê ya ku qedkirina daxwaza koçberîyê bibelge dike.
An
- Niştebûna demkî ya daxwaznameya kaxeza niştebûnê ya taybet bi koçberan
An
- Kesê di bin parastina demkî de
- Passport
- Çapek dîplomaya dawî ya bidestxistî
Zanîngeha Poitiersê dê dosyayên xwendekarên Sûrîyeyî, Îraqî, Efganî û Erîtêrî yên ku li van deveran dimînin, bixwîne:
- Deux-Sèvres
- La Charente
- Vienne
Hun dikarin vegerin malpera Campus Franceê da ku hun hin agahîyên pratîkî yên din û agahîyên girêdayî programên danan bidest bixin.
Bo naskirina Siyaseta Hînkirinê ya Pêşwazîya Koçberan