Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 30/11/2017
Kesên ku li seranserî cîhanê belgefîlman der barê mafên mirovan de çêdikin dikarin karên xwe pêşkêşî vê pêşbirkê bikin.
Pêşbirka Belgefîlman Docudays UA ya navdewletî ya mafên mirovan ku ji alîyê Yekîtîya Okranî ya Helsenkî ya Mafên Mirovan tê birêxistin, li Kiyêva Okranyayê tê lidarxistin di nav 23 ta 30ê adarê.
Divabe fîlmên beşdar di nav her du salên 2016an û 2017an de hatibin çêkirin.
Pêşbirk van beşan li xwe digire: belgefîlm/ jîyan, belgefîlm/ maf, belgefîlm/ kurt, beşê belgefîlmên niştîman/ okranya. Kesên serkeftî di van beşan de dê xelatên darayî yên 1000US$ bo her beşekî bistîne. Ji alîyekî din ve; xelata Andre Masosof bi nirxê 1000US$ dê were belavkirin.
Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 30ê mijdara 2017an
Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.