Kaxezek ji hêla rêxistina Dadmendîya ji bo Jîyanê der barê hin kampên koçberan ên Dêra Zorê de derdikeve

Ev kaxez balê dikişîne ser rewşa koçberan a mirovî li kampên ketober yên nêzî gundê Teyane yê girêdayî navçeya Zîban ya bakurê çemê Feratê li rojhilatê Dêra Zorê ku ew gund di bin kontrola Hêzên Sûrîyaya Demoqratîk de.

Hemû wêneyên di kaxezê de taybet in û di nav 30ê rêbendanê û 21ê sibata 2018an de hatine kişandin.

  • Gundê Teyana rastî tevgereke koçberîyê ya berfireh ber bi wê vet ê ku sivîlên ji herêmên di bin destê Hêzên Rêjîma Sûrîyayî de li başûrê çemê Feratê û sivîlên herêmên şerê di navbera Hêzên Sûrîyaya Demoqratîk û DAIŞê li başûrê çemê Feratê ber bi wê ve diçin.

Wêneyeke kampên koçberan nêzî gundê Teyane

  • Koçberê konên xwe bi ketoberî li erdên çandinîyê li gundê Teyane vedigirin û konên wan ji sînorê di nav gundê Teyane û bajarokê Derenc de ta sînorê di nav heman gundî û bajarokê Zîban de ne, her weha hin konên din jî bi awayekî ketober li derûdora herêma Tel Elmesayih a şûnwarî li heman gundî hatine vegirtin, ji alîyekî din ve hin grûpên koçberan li herêma derûdora bajarokê Zîbanê ku bi navê Milkên Dewletê tê naskirin belav dibin û ev erd jî girêdayî gundê Teyane ye û li bakurê rêya giştî ye. Ev kamp jî ji mezintirîn kampên koçberan ên Dêra Zorê ne.
  • Hin koçberan konên xwe ji betenî û depan çêkiriye ji ber zehmetîya peydakirina konan.

Wêneyeke kampên koçberan nêzî gundê Teyaneyê

– nexweşîya Laşmanyayê bi sedema pirbûna gemara nêzî kampan, di nav koçberan de belav dibe.

– hejmara koçberên vê kampê di nav 15 û 20 hezaran de ye ji bajarokên Hicên û Şeifeyê her weha gundên Baxûz û Behreyê hatine ku şer li wan herêman di nav Hêzên Sûrîyaya Demoqratîk û Rêxistina Dewletê diqewime, her weha hin koçberên din ji bajar, bajarok û gundên ku di bin kontrola Hêzên Rêjîma Sûrîyayê de li başûrê çemê Feratê hatine ku berî 4 mehan hatine gundê Teyaneyê.

– sivîlên van kampan zêrevanên şevê ji xwe re çêkirine ji ber ku hêzên li herêmê parastinê ji wan re peyda nake her weha alîkarîyê di çareserkirina pirsgirêkan di hundirê kampê de nakin bi behaneya ku pêşekî ji karê leşkerî re ye her weha herêma ku kamp lê belav dibin herêmeke leşkerî ye.

– xelkên gundê Teyane û gundên derûdorê hin kon pêşkêşî koçberan kirine.

Gorata sereke ji Rêxistina Dadmendîya ji bo Jîyanê ye:

Kaxezek ji hêla rêxistina Dadmendîya ji bo Jîyanê der barê hin kampên koçberan ên Dêra Zorê de derdikeve