Human Rights Watch: kuştina pêşanderên Xezayê berpirsyarîtîya Hikûmeta Îsrayîlî ye

Human Rights Watchê îroj sêşemê, berpirsyarîtîya kuştina kesên ku li Xezayê, îna borî hatin kuştin xist histê hikûmeta Îsrayîlê de

Rêxistinê got “Berpirsyarên Îsrayîlî yên mein û yên ku bi awayekî ne qanûnî doza bikaranîna guleyan li dijî xwepêşandanên Filestînî kirine, ku wan xwepêşandanan gef li jîyanê nedixwarin, berpirs in di ber kuştinê de.”

Rêxistin teqez kir ku “hikûmeta Îsrayîlê tu delîlên avêtina keviran û kiryarên din ên tund ji hela pêşanderan ku bi awayekî metirsîdar gef li leşkerên Îsrayîlî xwaribe, pêşkêş nekir.”

Her weha diyar kir “hejmara zêde ya kuştî û birîndaran encameke pêşbînîkirî bû ji ber destwerdana leşkeran û bikaranîna hêza kujer di rewşên ku gefê li jîyanê naxwin de her weha pîvanên navdewletî bin pê dike. Ji alîyekî din ve encama çanda reva ji sezayê bû ku ev demeke dirêj e di nav artêşa Îsrayîlî de belav e.”

Di heman çarçoveyê de, Cîgerê Birêvebera Beşê Rojhilata Navîn di Rêxistinê de; Eric Goldstein got: “Leşkerên Israyîlî ne tenê hêz bi kar dianîn lê fermanên leşkerî bi cih tanîn.”

Rêxistinê diyar kir ku karên kuştinê bale dikişînin ser giringîya vekirina lêpirsîneke fermî di tawanên navdewletî de li Filestînê.

Print Friendly