Grûpa hevrêzkirina dadmendîya veguhêz we vexwendî gengeşeyekê der barê dadmendîya veguhêz de dike

Grûpa hevrêzîya dadmendîya veguhêz li gel rêxistinên Sûrîyeyî yên ku di warê lêpirsînê û bibelgekirina binpêkirinan li Sûrîyeyê we vexwendî gengeşeyekê der barê dadmendîya veguhêz de ku dê bi boneya lidarketina danûstendinên Cinêvê de çêbibe, dike.

Armanca gengeşeyan teqezîya li ser helwesta pêşîn a rêxistinên Sûrîyeyî di warê dadmendîya veguhêz, lêpirsîn û mafên mirovan de ye, her weha bibîranîna alîyên danûstendinê bi daxwazên rewa yên qurbanîyên cengê li Sûrîyeyê bo dadmendî û wekhevîyê.

Pênc daxwazên objektîv ên sereke dê werin gengeşekirin girêdayî qonaxa veguhêz li Sûrîyeyê ne û pir giring in bo çêkirina aştî û tebata domdar yak u gerek e alîyên danûstendinê, şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê Stefan De Mistura û tîma xwe û hemû dewletên ku sponserîya danûstendina dikin, bi wan pabend bin.

Daxwaz jî van yekan li xwe digire:

  1. gihaştina bo hemû zindan û deverên girtinê li Sûrîyeyê, berdana girtîyên keyfî bo sedemên siyasî, îdyolocî, olî an tîreyî.
  2. Çêkirina komîteya şopandina rastîyan ya serbixwe bo bibelgekirina binpêkirinên qanûna navdewletî ku ji alîyê hemû alîyên şer ve tên pêkanîn.
  3. Guhertina bilez bo serokên dezgehên ewlekarîyê li Sûrîyeyê.
  4. Çêkirina awayên zelal bo hêsankirina vegera koçber û bêwaran û vegerandina samanên wan.
  5. Çêkirina programeke neştîmanî bo vegerandina mafên tekane an komî bo hemû sivîlên ziyanxwar ji ber cengê.

Di vê xeleka gengeşeyê de nûnerên 18 rêxistinên Sûrîyeyî ku di warê dadmendîya veguhêz de kar dikin dê hazir bibin û rêveberîya xelekê dê ji alîyê van kesan ve be:

Sebah Helaq: di warê dozên cenderê de kar dike, Hevgirtina Sûrîyeyî ya Welatînîyê.

Wail Sewah: Rêveberê cîbicîkar yê Roja Dinê

Xezwan Qurunful: Serokê Hevgirtina Parêzerên Sûrîyeyî yên Azad.

Mihemed Elebdela: Rêveberê Cîbicîkar yê Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê.

Rêveberê Gengeşeyê: Hebîb Nesar, Cîgirê Serokê Cîbicîkar yê Tora Cîhanî ya Qanûna Berjewndîya Giştî.