Êdî êşa bibêdengî nema: jinên Sûrîyeyî dengên saeta Big Benê yên windayê distirên da ku hezkirinê xwe yên windayê li cem Rêjîma Esed bibîr bînin

Derdora 200hezar kes girtî û windayî ne ji sala 2011an ve

Bi rêya Felex Alen

Malbatên girtî an “windayan” li Sûrîyeyê dê dengên saeta Big Benê yên windayî bistirên da ku bale bikişînin ser êşa xwe.

Zingilê parlementoya navdar dê bêhtirî 200hezar zingên xwe ji ber karên sazkirinê ji dest bide, ew jî heman hejmara girtîyên li cem Rêjîma Sûrîyeyê ne.

Komeleyên Mafên Mirovan dibêjin ku serokê Sûrîyeyê bi hezaran girtîyên siyasî îşkence kirine û bidar ve kirine.

Vî dektatorî bêhtirî 13 hezar girtîyên girtîyên siyasî di çar salan de li gor kampanîya Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî bidar ve kirine û îşkence kirine her weha gelekan jîyana xwe ji ber birçîbûn û nexweşîyê di zindana Sêdanayayê de ya leşkerî ji dest dane.

Vê heftîyê li Londonê, malbatên qurbanîyan dê li hola parlementoyê roja çarşemê bicivin.

Tevgera Malbatên Ji Bo Azadîyê dê zingên saeta Big Benê di baseke Londonî de ku bi wêneyên girtîyên Sûrîyeyî hatiye xemilandin, bistrên

Tevgera ku jinên Sûrîyeyî pêşengtîya wê dikin, derçûyîya zanîngehê; Beyan Şerbecî ya ku her du birayên wê di 2011an de di xwepêşandaneke aştîyane de hatin girtin, li xwe digire.

Piştî ku Rêjîmê her du birayê wê di 2011an de girt, Beyan Şerbecî ji Sûrîyeyê revîya.

Hevjînê parêzer Nûra Xazî Elsefedî pişt pênc salan ji girtinê hate bidar ve kirin.

Mamostaya bi nave Emîna Xolanî ya 42salî li gel hevjînê xwe hate girtin, 3 birayên wê ta nuha li zindana Sêdnayayê windayî ne û yê çarem piştî îşkencekirinê hate serbestkirin.

Lawê xanim Fedwa Mehmûd; Mahir Tehan ê 34salî û hevjînê wê Ebdilezîz Elxêr yê 66 salî hatine girtin û di îlûna 2012an de piştî ku ji belafirxaneya same derketin, bineçarî hatin windakirin.

Piştî girtina destgirtîyê wê Basil Xertebîl berî mehekê ji zemawenda wan di adara 2012an de, parêzer Nûra Xazî Elsefedî di zindanên Esed de zewicî û berî 2 mehan bi kuştina wî nas kir.

Mamostaya berê Emîna Xolanî bi tena xwe hate girtin û hîn jî sê birayên wê windayî ne.

Law û hevjînê Fedwa Mehmûd di 2012an de bi neçarî li same hatin windakirin.

Tevgera Malbatên Ji Bo Azadîyê bale dikişîne ser binpêkirinên paşguhkirî di hema dema ku vepirsînek li Birîtanyayê dide xuyakirin ku bi melyonan Birîtanîyan bi şaşî guman dikirin ku rêxistina DAIŞê ji Hêzên Hikûmetê bêhtir kuştin, îşkencekirin û zindankirin bikar anîye.

Lê rastî, tê pêşbîniîkirin ku Esed berpirsyar e di ber hejmarên kuştî û windayan de yên ku di şeş salên cenga navxweyî de hejmara wan gihaşte 500hezar kesî.

Di nav kesên girtî de, kaptinê tîma niştîmanî ya fotbolê ye ku tê pêşbînî kirin ta mirinê hatiye îşkencekirin piştî ku sê sal li ser windabûna wî li Homsê derbas bûn.

Di 2014an de wêneyên ku bi rêya slîseke îlektronî hatine belavkirin termên 11hezar girtîyan diyar dikirin ku kujerên Esed ew ta mirinê îşkence kiribûn.

[masterslider id=”12″]

Dozgerên giştî di tawanên cengê de gotin ku ew kuştinên rêjîmê li ser asteke berfireh teqez dikin.

Zingilê saeta Big Benê de rawest û karmend dê 4 salan di karê sazkirina saeta navdar di parlementoyê de bimînin.

Kesên ku çalakîyê bi rê dixin dê zingên windayî bistrên da ku bale bikişînin ser 200hezar windayên Sûrîyeyî.

Di destpêka vê salê de wêneyeke asîmanî ya zindana Sêdnayayê “qinareya mirovan” diyar kir ku hêzên ewlekarîyê 13hezar qurbanî bi rêya kuştin û tunekirinê kuştine.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî got ku heftane bo 4 salan 50 kes du xuleyan dihatin dadgehkirin paşê çavên wan dihate girtin û li jêrzemînê dihatin bidarvekirin.

Her weha parêzvanên zindanê girtî neçar dikirin ku hin girtîyên din îxtîsab bikin weke awayekî îşkencekirinê ku li gor komên mafên mirovan herî kêm bidehan rojane tên kuştin.

Rêxistina Lêborîn got: “zindana Sêdnayayê ya leşkerî ew e devera ku dewleta Sûrîyeyî gelê xwe bibêdengî lê dikuje”.

“piranîya qurbanîya sivîlên normal in ku tê pêşbînîkirin dijberên hikûmetê ne”.

“ji sala 2011an ve, bi hezaran bikomî di tarîya şevê de bi razberî hatine bidarvekirin.”

Hejmara mêr, jin û zarokên ku hêzên Esed û komên çekdar ên opozisyonê ew girtine û bineçarî winda kirine li gor tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan gihaştiye 200hezar kesan.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî navê “kampanîya hovane ya ku astên bilind di hikûmetê de destûra wê dide û armanca wê wêrankirina hemû cûreyên opozisyona gelê Sûrîyeyî ” lê dike.

Gilî dê li hola parlementoyê be di heman dema çêkirina stûnên avakirinê li derûdora birca îlîzabêsê bi destpêka çar salên sazkirinê ku bi sedema wan zingilê mezin ji meha borî ve sekinî ye.

Jêder: çapa îngilîzê; The Sun