Bi beşdarîya rêxistinên bijîşkî, mirovî û sivîl ên Sûrîyeyî û Cîhanî: destpêka kampanîya bijîşkên di metirsîyê de

Hevgirtineke rêxistinên bijîşkî û mirovî tev liyekîtîya rêxistinên hawarçûnê û miqatebûna bijîşkî UOSSM bû ji bo şermezarkirina armanckirina nexweşxane û karmendên bijîşkîyê li Sûrîyeyê. Ji destpêka şer ve, rewşa bijîşkî ber bi xirabîyê ve diçe û giha asteke pir nizm piştî wêrankirina 70% ji binesazîya bijîşkî.

Di sala 2016an de 1000 êrîşên yekser û neyekser nexweşxane armanc kirine û hin ji wan jî ta 25 caran hatine armanckirin, herî kêm her nexweşxaneyek 3 caran hatiye armanckirin û giring e ku îroj nexweşxane û karmendên di warê bijîşkî de ji derbeyên asîmanî werin parastin.

Armanca kampanîya #Bijîşkên_di_metirsîyê_de ew e daxwaza parastina rast a karmendên bijîşkîyê ji derbeyên asîmanî, bombaran û armanckirinê her weha kişandina bale ser rewşa bijîşkên li Sûrîyeyê ku bêhtirî 373 êrîş li ser avahîyên bijîşkî li gel mirina 700 karmendî hatiye biblgekirin.

Ji sala 2011an ve, gelek agahî bi alîkarîya alî û rêxistinên cûrbicûr ku armanca wan ew e rawestandina êrîşên li ser van avahîyan û biparvekirina van agahîyan bi we re weke rêzdarîyekê ji qurbanîyên wan ê mirovî re, hatine berhevkirin.