30ê Tebaxê- 2017- Roja Cîhanî ya Qurbanîyên Windabûna bi Darê Zorê: Daxuyanî / Sûrîyeyê- Mafbidestxistina hezarên qurbanîyên windabûna bi darê zorê

Em in, rêxistinên civaka sivîl ên ku li jêr îmze kirine, em qurbanîyên windabûna bi darê zorê li Sûrîyeyê bi bîr tînin û piştgirîya xwe ji malbatên wan re raber dikin û bangewazîyê didin civaka navdewletî ku piştgirîyê bidin doza wan a dadmend ku di cih de hemû girtîyên bi darê zorê ku li girtîgehan hatine girtin, serbest werin  berdan.

Di dem ku diny roja cîhanî ya qurbanîyên windabûna bi darê zorê bi bîr tine, rêxistinên me bikaranîna berdewamkirî û ya birêkûpêk a windabûna bi darê zorê ya ku bi xwe tawaneke li dijî mirovatîyê tê naskirin ji hêla hikûmeta sûrîyeyî ve, şermezar dike. Hikûmeta sûrîyeyê û  ji bo ku dev û dengê dijberê xwe tune bike û tirsê di wan de bifirîne van kiryaran- bi taybetî piştî protestoyên Adara 2011an- li dijî sivîlan bi kar tîne. Her wisa em daxwazîyê ji hemû komên çekdar ên di vê nakokîyê de ku hemû girtî û windabûyîyan serbest berdin û çarenûsa wan dîyar bikin.

Rêxistinên me, ji gava destpêkirina protestoyên aştîyane ve li sûrîyeyê  bi çavdêrî û bibelgekirina bi sedan rewşa kesên ku bûne qurbanîyên windabûyîna bi darê zorê- hin ji wan jin  û zarok in-  dikin, û her wisa jî kampanyayên berevanîya di ber wan de. Bi hezaran xizmên windabûyîyan hene ku bi awayekî neçar ji bo naskirin û dîyarkirina çarenûsa windabûyîyên xwe di nava xebateke ji bo dadmendîyê de ne û barê xemgînî û êşekê giran dikişînin, her çi ku qanûn wan naparêze, û pirê caran ji hêla navgîneran ve keys û fen li wan tê kirin. Divê, xebatên pêkanîna dadmendîyê ranewestin û lêpirsîna li rewşa windabûyîyên bi darê zorê di rojevên danûstandinan û xebatên navdewletî de yên ji bo pêkanîna aştîyê li Sûrîyeyê, di serê girîgîyan de be.

Em, doza dadmendîyê ji bo Basil Xertebîl re ” endazyarê sofwareyê yê sûrîyeyî-filistînî û çalakgerê aştîyane û yê di warê azadîya derbirînê de” dixwazin, yê ku di Cotmeha 2015 an de ji hêla dadgeha leşkerî ve û ji derveyî her qananûnan hat bidarvekirin, û her wisa çarenûsa wî dîyar nebû heta di tebaxa 2017 an de, jixwe ew di 15ê Adara 2012 an de ji hêla sîxurîya leşkerî ve hatibû girtin û ew heşt mehan ji dinyayê cuda hatibû kirin.

Em, dozê li hikûmeta sûrîyeyê dikin ku çarenûsa bi hezaran qurbanîyên windabûna bi darê zorê dîyar bike, di nav de parezerê sûrîyeyî Xelîl Me’tûq ê ku di Cotmeha 2012 an de li ber navendeke lêpisînê ya leşkerî hatibû girtinû heta aniha jî cihê wî ne dîyar e. Her wisa, em bangewazîyê li opozisyonê dikin ku parêzvanên sûrîyeyî yên mafên mirovan sebest berdin, Rezan Zeytûnê, Semîra Xelîl, Wa’il Hemade û Nazim Hemadî û hemû kesên ku ji ber navenda bibelgekirina binpêkirinan a Dûmayê ku di 9 çileya pêşîn de ji hêla komeke çekdar û rûpoş ve, hatibûn revandin.

Em, bi gelemperî û bi lezgînî doza serbestberdana hemû girtîyên ku ji bo xebata xwe ya aştîyane ya ku mafekî wan ê rewa ye bi azadî derbirîna xwe bikin, dikin. Û em dengê xwe bilind dikin û digihînin hikûmeta sûrîyeyê û komên çekdar ên opozisyonê ku çarenûsa hemû girtîyan dîyar bikin û girtina bi darê zorê û revandina wan a ji bo çalakîyên wan ên aştîyane û rojnamegerî û mirovî li gorî biryara Encûmena Ewlekarîyê ya girêdayî Neteweyê Yekbûyî hej: 2139, ku doza serbetberdana çi kesê bi darê zorê li Sûrîyeyê hatiye girtin dike, rawestînin.

Bi zelalî, em bangewazîyê li hikûmeta sûrîyeyê dikin ku pabendê bi van xalan bike:

1-Misogerkirina ku tu kiryarine bidarvekirinê din di heqê parazvanên mafên mirovan de çênebin û rawestandina birina li ber tu dadgehên leşkerî yên din ên taybet wek dadgeha terorê nema bê kirin.

2-Veguhaztina hemû girtîyan li cihine dîyar û naskirî, û vekirina derîyê zindanan li ber serdana xizim û komîteya navdewletî ya Xaça Sor û komîteyên taybet.

3-Erêkirina ku komîteya lêpirsînan a navdewletî ya serbixwe lêkolînine rewa û bêalî di rewşa bi dehhezaran ji windabûyîyên bi darê zorê li Sûrîyeyê, bike.

4-Misogerkirina tomarkirina daneyên hemû girtîyan, û agahdarkirina wan bi sedema girtinê, û her wisa misogerkirina ku hemû girtî pûtepêdana tenduristî ji wan re heye.

5-Tevlêbûna bi lezgînî di hevpeymana navdewletî ya parastina hemû kesan ji windabûna bi darê zorê de, bê tu merc, û pêkanîna wê li gor qanûna niştîmanî, her wisa divê ku hikûmeta sûrîyeyê karûbarên komîteya taybet ya di warê winabûna bi darê zorê de bipejirîne ku ji mafê wê ye agahîyên qurbanîyan werbigre û bişopîne.

6-Pêkanîna hemû kiryarên ku misogertîyê dide beşdarên di lêgerîna li qurbanîyên windabûna bi darê zorê – bi taybet xizimên girtîyan- ku rastî danûstaneke nebaş, revandin, tolvekirin, girtin û windabûna bi darê zorê, neyên.

7-Tekezkirina ku hemû rizgarbûyîyên ji winabûna bi darê zorê û yê serbest hatine berdan û xizmên qurbanîyên mirî ku bigihêjin dadmendî û rastî û qerebûyê, çi bedela madî û vegerandina milkan û misogerkirina ku ev tawan nema careke din tê dubarekirin, û her wisa rabekirina hemû gumanbaran wek berpirsyar û dadgehkirina wan di dadgehine sivîl ên normal de bê ku sizaya bidarvekirinê li dijî wan were bikaranîn.

Her wisa, em bi zelalî dozê li komên opozisyona çekdar jî dikin, ku:   

1-Bi lezgînî çi kesê bi darê zorê winda dibe serbest were berdan.

3-Radestkirina lîsteyên navên windabûyîyan û yên hatine revandin ji xizmên wan û rêxistinên navdewşetî re yên taybet bi vê mijarê.

Îmzeker:

  1. Amnesty International
  2. Badael Foundation
  3. CIVICUS
  4. EuroMed Rights (EMR)
  5. Front Line Defenders
  6. Families for Freedom
  7. Gulf Centre for Human Rights (GCHR)
  8. HIVOS
  9. Human Rights Guardians
  10. Impunity Watch
  11. International Federation for Human rights (FIDH)
  12. International Service for Human Rights (ISHR)
  13. Justice for Life Organization (JFL)
  14. Palestinian Center for Development and Media Freedoms (MADA)
  15. PAX for Peace
  16. PEN international
  17. Syrian Center for Legal Studies and Research (SCLSR)
  18. Syrian Center for Media and Freedom of Expression (SCM)
  19. Syrian Institute for Justice and Accountability (SIJ)
  20. Syrians for Truth and Justice (STJ)
  21. Syrian Network for Human Rights (SNHR)
  22. The Day After (TDA)
  23. The Syrian Archive
  24. URNAMMU
  25. Violations Documentation Center in Syria (VDC)
  26. World Organisation Against Torture (OMCT)