البحرين: منظمات غير حكومية تطالب بالإفراج عن مدافع حقوق الإنسان عبد الهادي الخواجة في الذكرى السابعة لاعتقاله

Berî 7 salan di vê mehê de, berevankerê mafên mirvan ê navdar Ebdilhadî Elxewaca ji mala xwe li Behrênê hate girtin her weha rastî îşkenceyê hat û li pêş dadgeheke leşkerî hate dadgehkirin, ew bi zindankirina hetahetayî hate sezakirin bi sedema rola wî ya aştîyane di xwepêşandanên 2011an de. Îroj, 5ê nîsanê; di rojbûna Elxewaca ya pêncî û heftan de, rêxistinên mafnas ên jêrîmzeker doza serbestkirina demlidest ji wî û hemû berevankerên mafên mirovan ên li Behrênê girtî re dike.

Roja duşemê 9ê nîsanê, rêxistinên mafên mirovan û heval û hogirên wî dê tev li her du keçên wî Zeyneb û Meryem Elxewaca bibin di du çalakîyan de li Londonê:

·         Xwepêşandan: Balyozxaneya Behrênê, 1ê êvarê

Bo doza serbestkirina Ebdilhadî Xewaca.

30 Belgrave Square، Knightsbridge، London SW1X 8QB

Front Line Defenders xwepêşandanên mehane ji rêbendana 2018an ve li balyozxaneyê bi rê dixe.

  • Axaftinek li gel Zeyneb û Meryem Elxewaca, 6:30ê êvarê

Front Line Defenders û Rêxistina Madeya 19an pêşwazîyê lê dike.

Free Word Centre, 60 Farringdon Road, London, EC1R 3GA 

Ebdilhadî Xewaca berevankerekî navdewletî naskirî ye û her du nasnameyên Behrên û Danemarkê pê re ne, ew damezrêner û serokê Navenda Behrênê ya Mafên Mirovan ê berê ye ku di 2002yan de hatiye damezrandin, ew birêveberê damêzrêner ê Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan e ku di 2011an de hatiye damezrandin. Weke hevrêzkarê parastinê bo herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di rêxistina Front Line Defenders de heta sibata 2011an kar kir û di tevgera gelê Behrênê de xwe ji kar dûr xist.

Ew di 9ê nîsanê de bi awayekî tund hate girtin û rastî gelek tometan hat ji ber karê xwe yê aştîyane di warê mafên mirovan. Paşê rastî îşkencekirinê hat û di encamê de devê wî şikest û pêdivîya wî bi operasyonê hebû. Dawîyê bi awayekî binpêker ji bo pîvanên navdewletî yên dadgehkirinên dadmend, hate dadgehkirin. Gelek caran kete gireva birçîbûnê de ji ber îşkenceyê û xirabîya rewşa zindanê.

Xewaca yek ji 13 berevankerên mafên mirovan û çalakvanên siyasî ji Behrenê ne ku bo demên dirêj bi zindankirinê hatine dadgehkirin ji ber bikaranîna mafê xwe yê azadîya derbirînê û çêkirina komeleyên aştîyane. Piştî dadgehkirineke binpêker ew ji alîyê dadgeheke leşkerî (Dadgeha Saxlemîya Niştîmanî) di 22ê hizêrana 2012an de li gel heft endamên din ên grûpa Behrên 13 bi zindankirina hetahetayî hatin sezakirin. Dema ku sezaya wî hate xwendin wî ev hevok got: “em ê rêya liberxwedana aştîyane bidomînin.”

Rewşa heyî li Behrênê pir xirab e, gelek berevankerên mafên mirovan rastî zindankirin, qedexekirina rêwîtîyê û tirsanndinê tên ew jî ji ber karê wan ê aştîyane. Bi dehan rastî îşkencekirinê hatine. Rêxistinên navdewletî û rojnameger ji seredana Behrênê ji bo bibelgekirina binpêkirinê hikûmetê yên berdewam di warê mafên mirovan de, hatine qedexekirin. Di heman demê de Behrên pêşwazîyê li çalakîyên Formula 1ê dike xelata Behrênê ya mezin bo firokên Xelîcê 2018 di nav 6 û 8ê nîsanê de û teqez e ku gilî dê bi tolhildanê werin bersivkirin.

Berî du roja ji çalakîyên Formula 1ê, duyê sibeha 4ê nîsana 2018an, Lars Aslan Rasmosn, endamê parlementoya Danemarkî û Brien Dolly  endamê Encumena şêwirkar a Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan, gihan Behrênê da ku seredana Xewaca di zindanê de bikin. Ew ji derbasbûnê hatin qedexekirin bi behaneya ku “metirsîyeke ewlehî” ne û hatin bidûrxistin.

Lînka gotara resen ji Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan:

http://www.gc4hr.org/news/view/1825