Programa komeleyên qurbanîyan
Xwebexşên pêwendîya li gel qezencgiran, avakirina behreyê, bibelgekirin
Dirêjahîya dema rêklamê: Ji 1 heta 15ê Îlon
Dirêjahîya dema xwebexşê: ji 4 heta 6 mehan
Hejmara xwebexşan: ji 2-4 kesan
Jêhatinên xwestî:
- Pêwendî û danûstendin li gel kesên ku ji programê qezenc digirin, li gel ku taybetmendîya rewşa wan li ber çavan were girtin.
- Pêşkêşkirina şîret û perwerdeyan bo kesên ku ji programê qezenc digirin, eger pêwîst bike.
- Analîzekirin û afrênerîya pêşkêşkirina çareyên xwestî.
- Çêkirina lêkolînan û birêxistina agahîyan p arşîvkirina wan li gor plana birêveberê/a programê
Jêhatinên giştî:
- Parastina jîngeha kar a ewle bi rêya pabendîya bi rêzikên karê navendê.
- Parastina taybetmendîya agahîyan û kesên têkildar.
- Amadebûyîna di civînên online de, li gel birêveberê/a programan.
- Pabendîya bi nirx û prensîpên kar xwebexş û yê SCMê.
- Valabûyîna ji 3-4 saetan bo kar, herî kêm.
- Hebûna kompîterê.
- Zanîna bi têgehên rewşa Sûrîyayî û mafên mirovan.
Alîyên hevrêzkarîyê.
- Birêveberîya Programa Komeleyan.
- Beşên SCMê.
- Qezencgirên programma komeleyan.
Pêşekî:
- Kesên xwedî bawernameya pizîşkîya derûnî, zanista derûnî an mafên miron an xwendekarê van beşan.
- Kesên li Berlînê dimînên .
- Her du zimanên Erebî û Almanî zanin.
Şandina Daxwaznameyan:
Ji kerema xwe re, jiyannameyê bi rêya emailê bişîne [email protected] , li jêr serenavê (xwebexş – programa komeleyên qurbanîyan) bi forma pdf, ku nav û daxwazname ji derveyî dosyayê bin, her weha divabe agahîyên pêwendîyê (nûmare, email) û karên berê, bawername û agahîyên pêwendîya li gel alîyên qewîtîyê.
Dibe ku daxwazname piştî buhurandina demê werin dîtin, lê eger derfet ne berdest be dibe ku bersiv neyê şandin.
Dîroka hevpeyvînan: hevpeyvîn di nava her du mehên Îlon û cotmehê de ne, eger daxwazname were pejirandin.