Rapora Neteweyên Yekbûyî: tu kes li Sûrîyayê dûrî tundîya laşî û zayendî nemaye

“yê efser her du keç birin, berê wan bi maseyê ve kir û ew ixtîsab kirin. Her du keçan li ber xwe da lê nikarîbûn pê. Paşê ji min re got “ez ê wisa bi hevjîna te û keça te jî bikim.”

Gotinên vî kesê ku li beşê Ewlekarîya Siyasî li Sûrîyayê di 2014an de girtî bû, yek ji sedên gotinên girêdayî tundîya laşî û zayendî ne ku ji destpêka şer di 2011an de li Sûrîyayê hatine kirin.

Ji bo bi sedan jin, qîz, mêr û ciwanan, şerê li Sûrîyayê yê ku ji berî 6 salan ve berdewam dike, ne tenê girêdayî bombebaranê, wêrankirina bajêr û jîyîna di rewşeke xirab de bû; lê girêdayî tundîya zayendî ya ku li dijî wan dihate kirin jî her weha îşkence û îxtîsabê.

Paulo Sergio Benhero; serokê Komîteya Lêpirsînê li Sûrîyayê nîşan kir ku: “pir kirêt e ku karên tund û hovane yên laşî û zayendî bo bêhtirî 6 sal û nîvan li Sûrîyayê berdewam bikin.”

Ev yek di bûyerekê de ji bo derxistina raporekê ku komîteyê li jêr serenavê “rûmeta min ji dest min çû: tundîya laşî û zayendî li Sûrîyayê” ku li gor 454 hevdîtinan hatiye çêkirin, ragihand. Raporê behsa bikaranîna hemû alîyên şer ji tundîya laşî û zayendî re kir û xwe spart kesên sax mane, malbatên wan, kesên karmend di warê tendirustîyê de û parêzer û kesên din ji endamên civakên ziyanxwar.

Raporê bi eşkeretî berpirsyarîtîya van karan avêtiye ser mile milîşya, hêzên hikûmetê û alîyên çekdar ên din. Marne Kong Abozêd ya erkdar diyar kir ku raporê ev tawan bi armanca dozvekirina li tawankeran di demên pêş de bibelge kiriye.

Her weha ev yek ragihand: “ji bo aştîyeke domdar, bêyî guhdana bi serkeftin û têkçûnên leşkerî, divabe dozvekirin li tawankerên tawanên laşî û zayendî were pêkanîn… divabe qurbanî di pêvajoya aştîyê de beşdar be ji bo garantîkirina lêpirsînê û tevlîbûna her kesî.”

Di heman dema ku keç û jin bi vê cûreya tundîyê ji cûreyên din bêhtir bandor dibin, rapor diyar dike ku mêr û ciwan jî rastî vê cûreya tundîyê hatine. Abozêd her weha diyar kir ku bandorên derûnî li ser qurbanîyên nêr tund û metirsîdar in û nîşan da ku xortên girtî dibînin ku bavên wan nema rêzdarîyê li wan ddigirin eger zanibin ew hatine ixtîsabkirin.

Rapor bi zelalî diyar dike ku tundîya laşî û zayendî weke çek di şer de hatiye bikaranîn. Li girtîgehan hatiye bikaranîn her weha weke awayekî kişandina gotinan jî di operasyonên êrîkirina ser malan. Bikaranînaa tundîya laşî û zayendî li dijî gel tawaneke dijî mirovahîyê ye li gor gotinên Madeline Res; Emîndara Giştî ya Hevgirtina Jinên Navdewletî ya Aştî û Azadîyê.

Her weha got: “ev yek diyar dike ku doz bandore li jin, mêr, keç û xortan dike her weha diyar dike ku tundî ji ber newekhevîya çandî çêdibe.”

Serena Gates; şêwirmenda Komîteyê ya Karûbarên Tundîya Laşî û Zayendî ji hêla xwe ve diyar kir ku tevî wan gotinên xirab lê ne ew û ne kesên pê re di hevdîtinan de dev ji matmayîna xwe li pêû hêza gelek qurbanîyan û karîna wan a berdewamîya jîyanê, berdan.

Gates hêvî kir ku ev rapor tawankeran bi rêya bibelgekirina kiryarên wan dadgeh bike, ji ber ku giring e xelk zanibin ku ev cûreya tundîyê xwedî bandor e li ser şerê berdewam.

Di dawîyê de got: “ez dibînim ku xala sereke ew e naskirina asta bandora tundîya laşî û zayendî li ser şer û tundîya ku bi sedema wan çêdibe. Em gelek wextê xwe dixin xizmeta dûrketina ji şer lê ev tundî şer gurtir dike tevî ku ne bi vê armancê tenê çêdibe.”