Projeqanûna her du partîyan dixwaze pabendîyeke Amerîkî bi lêpirsînan çêbike

Bi rêya: Alexander Shmet

Advocacy Coordinator

Senator Ben Cardin speaks during the unveiling of 'Caesar's Photos: Inside Syria's Secret Prisons', a collection of photographs smuggled out of Syria documenting the atrocities committed by the Assad Regime against his people, in Washington, USA on July 1

Sêntor Bin Cardin dema dîtina “wêneyên qeyser: di hundirê zindanên Sûrîyeyê yên veşartî de” diaxive, ev wêne jî tawanên rêjîma Sûrîyeyê dijî welatîyan diyar dikin, Washington, Amerîka, di 15ê tîrmeha 2015an de. ©2015 Getty Images.

Komîta têkilîyên derve di Sênatoya Amerîkî de, projebiryarek pêşkêş kir ku dibe weke gaveke piçûk bê dîtin lê armanca wê pêkanîna dadmendîyê di şerê Sûrîyeyê de ye.

Qanûna cezakirinê ya tawanên cenga Sûrîyeyî 2017 – projeqanûneke ku her du partîyên Komarî û Demokrasî di Nîsanê de pejirandini sala de – li gor wê piştgirîya Amerîkî ji bo pêkanîna dadmendîyê li Sûrîyeyê dê ji nû ve were çalakkirin bi taybet piştî ku bi salan dijatîya van tawanan nehate kirin.

Human Rights Watchê gelek binpêkirinên qanûnên cengê ku ji hêla hemû alîyên şer ve hatine pêkanîn belge kiriye, ji nav wan jî bikaranîna çekên kîmawî, armanckieina sivîlan bi rêya bombebarankirina asîmanî, dorpêçkirina sivîlan, otombîlên bombekirî yên ketober û bombekirina deverên niştekirî bi rêya hawin û rokêtan. Hê jî necezakirin dibe sedema gurbûna binpêkirinan li Sûrîyeyê.

Senatorê partîya Demokratîk Bin Cardin yê ku li gel Senatorê Komarî Marco Rubio di pêşkêşkirina projeqanûnê de beşdar bû, got ku armanca vê pêşniyarê ew e “zelalkirin û agahdarkirin e bo hemû kesên ku di karên bed de li Sûrîyeyê beşdar bûn, ku ew dê werin cezakirin”. Rubioyê ku fişar li wezîrê derve Rex Tellerson kiribû dema lêpirsîna der barê tawanên cengê yên Rûsî li Helebê de got “ev projeqanûn gaveke nû ye ji bo lêpirsîna di tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê de.”

Amerîkayê piştgirîya gelek destpêşxerîyên girêdayî dadmendîyê li Sûrîyeyê kiriye ji nav wan jî damezrandina awayê lêpirsînê û berhevkirina delîlên binpêkirinan bi rêya komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî. Her weha gelek biryarên ku bale dikişînin ser bobelata mirovî li Sûrîyeyê ji alîyê Congressê ve hatine derxistin.

Projeqanûna nû ji wezareta derve dixwaze ku raporekê der barê çawanîya çesipandina DYAyê ji bo cezakirinê li Sûrîyeyê de pêşkêş bike ku ev yek jî dê alîkar be ku dadmendî di tawanên cengê de li gor siyaseta Amerîkî were pêkanîn. Komîtê hin guhertin di projeqanûnê de çêkir da ku hevsengî û zelalî di piştgirîya Amerîkî de hebe. Tevî wilo jî, lê projeqanûn hemû alîyan li xwe nagire. Ji bo garantîkirina hebûna dadmendîyeke xwedî wate divabe lêpirsîn û dozlêvekirin hemû tawanên metirsîdar ên li Sûrîyeyê çareser bike.

Pêdivîya projeqanûnê bi çesipandina Senatoyê û Encumena Cîgeran heye da ku bibe qanûneke û piştgirîya dadmendîya li Sûrîyeyê bike her weha nîşan bike ku ji bo DYAyê, lêpirsîn doza her du partîyan e, ji Congressê tê xwestin ku karê wezareta derve yê piştgirîya dadmendîya bêalî bi hemû awayên pecan garantî bike.

Jêder : Human Rights Watch