Neteweyên Yekbûyî: Bikaranîna Vîtoya Rûsî weke “ronîya kesk a tawanên cengê” ye

24ê cotmeha 2017an – Xanim Şîrîn Tadros; seroka ofîsa Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî li NYyê li New Yorkê li ser nûçeyên bikaranîna mafê dijrabûnê (Vîto)ji alîyê Rûsîya li Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî ji bo rawestandina dirêjkirina sala ku ji bo mîkanîzma lêpirsînê ya hevbeş bo lêpirsîna di êrîşên kîmawî de li Sûrîyeyê hatiye dayîn, got:

“bo cara nehan Rûsîya mafê dijrabûnê (Vîto) ji bo parastina hevalbendê xwe; Hikûmeta Sûrîyeyî, bikar tîne,  da ku wê ji tedbîrên sezakirinê yên ji ber tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê ji destpêka şer berî şeş salan biparêze.”

“bi rêya qedexekirina dirêjkirina dema lêpirsînan di êrîşên bi rêya xazan de; ku Rûsîyayê jî di amadekirina wan de alîkar bû, Rûsîya bi tundî kete rêya pêkanîna dadmendîya li Sûrîyeyê û xemsarîya xwe bo qurbanî û birîndarên van êrîşan nîşan da.”

“ev bikaranîna keyfî bo mafê dijrabûnê (vîto) bûye mîna ronîya kesk bo tawanên cengê, di encamê de hemû alîyên şer bê seza tawanên xwe bicih tînin, li gel piçûkxistina qanûna navdewletî ku sivîl dibin qurbanîya van kiryaran.

Di dawîyê de Şîrîn Tadros got: “Emîndarê NYyê yê giştî û endamên Encumena Ewlekarîyê nema dikarin tenê di temaşeyê de bin ku Encumena Ewlekarîyê dibe alava helwestên siyasî di nav endamên herdemî de ku her dem encumen di cîbicîkirina birayarên sînorkirina tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de têkçûyî bû.”