Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan di Daxuyanîyekê de der barê îşkencekirinê de li Sûrîyeyê: Kesê veqetiyayî ji Polîsa Leşkerî ya Sûrîyeyî; Qeyser, delîlekî giring pêşkêşî dozgerê giştî yê federal ê Alman

Berlîn: 22ê îlûna 2017an – bi sedan wêneyên xwedî kwalîta bilind bo girtîyên ku li girtîgehan hatine kuştin û îşkencekirin li gel agahîyên wesfî, weke delîlekî lêpirsînên berdewam ên taybet bi binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji alîyê rêjîma Sûrîyeyê di bin sîya Beşar Elesed de hatine pêkanîn. Di 21ê îlûna 2017an de, grûpa polîsê leşkerî yê berê di Rêjîma Sûrîyeyî de yê bi nave Qeyser bo cara yekemîn bi gaveke qanûnî rabûn û gilîyek bi Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan re li cem dozgerê giştî yê federal li Kalsroyê li dijî serkirdayetîyên bilind di saloxgerîya Sûrîyeyî û polîsa leşkerî de der barê tawanên dijî mirovahîyê û tawanê cengê de, hildan. Nûnerekî grûpa piştgirîya dosyaya Qeyser, dosyayên wêneyî pêşkêşî dozgerê giştî yê federl kir. Ev dosya delîlekî awayên îşkencekirin û kuştinê ne ku ji alîyê desthilata Sûrîyeyî di bin sîya Esed de hatine pêkanîn.

“ev wêne îşkenceya ji hêla Esed de hatiye kirin diyar dikin. Agahîyên wesfî jî pir giring in. Ta nuha jî tu peykerên navdewletî an dozgerên giştî li dewletên din an dadgehên din ev agahî nedîtine” Emîndarê giştî Wolfgang Kalîk şirove dike. “dozgerê giştî yê federal ê Alman, desthilata pêşîn e ku bi van agahîyan re daye û stendiye, dibe ku ji bo derxistina biryara girtina navdewletî dijî tawankerên van tawanan ji peyeyên Rêjîma Sûrîyeyê”. Weke yek ji dewletên xwedî desthilata dadgehî ya navdewletî, Almanîya xwedî roleke aktîv e di dijatîya parastina van kesan li Sûrîyeyê.

Desthilatên Alman dest bi lêpirsînan kir û li şahidên ku ji bin îşkenceyê derketine guhdar kir, kesên bi Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan re jî dozek li pêş dozgerê giştî yê federal ê Alman di Azada 2017an de li dijî serkirdayetîyên bilind ên saloxgerîya leşkerî ya Sûrîyeyî hildan.

Wêneyên ku vê hefteyê hatina pêvekirin di nav Gulana 2011an û tebaxa 2013an de hatine kişandin û berê ji hêla grûpa piştgirîya dosyaya Qeyser yên ku ji derveyî Sûrîyeyê hatibûn derxistin, hatine bidestxistin. Wêne yên kesên girtî û îşkencekirî ne di girtîgehên Sûrîyeyê de ne. agahîyên wesfî û gilîyê ku ji alîyê Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan li gel grûpa piştgirîya dosyaya Qeyser ve hatiye hildan li gel agahîyên deverên tawanan, dezgehên ku destên wan de van tawanan de hene, alavên îşkencekirinê û sedemên mirinê jî hatiye pêşkêşkirin. Gilî li dijî serokê ofîsa ewlehîya niştîmanî ya Sûrîyeyî, serokê beşê saloxgerîya leşkerî, serokê beşê saloxgerîya asîmanî, serokê saloxgerîya giştî û serokê polîsa leşkerî ye.

Li Sûrîyeyê andamên saloxgerîyê ûpolîsa leşkerî ji binpêkirinên mafên mirovan parastî ne. nuha em nikarin dozekê li cem dadgeha tawanên navdewletî hilden ji lew re ew girêdayî karê dadgehên yê niştîmanî yên dewletên alîyê sêyem mîna Almanyayê bo lêpirsîna di van tawanan de û dadgehkirina tawankeran.

Bo danîna têkilîyê:

ECCHR: Anabel Bermejo, Tel.: + 49 (0)172 – 587 00 87, E-Mail: [email protected]