Mazin Derwîş bo ‘Kuluna Şureka” diaxive: der barê dozekê li dijî serkirdeyên Ewlekarîya Leşkerî li Almanyayê.

Muder El-Zu’bî: Malpera Kuluna Şureka’

Bo Sûryeyîyan, sînor ji wan û doza wan re tune ye, ew li ku derê bin; doza wan jî li wir e. Di çend mehên dawî de, çalakvanên Sûryeyî karîbûn dengê bi hezaran ji girtîyên di zindanên rêjîmê de bigihînin, rêxistinên Sûryeyî karîbûn gelek dozan li dijî dezgehên ewlekarîya Rêjîma Esed, li Fransa û Îspanyayê, hildin. Ku di wan dozan de xwe dispartin gotinên qurbanîyên ku du nasnameyên wan hene.

Serkeftina herî dawî jî, hildana dozekê bû li dijî serokên dezgehên ewlekarîyê bo dozgerê giştî yê Alman, ev doz ji alîyê girûpekê ji kesên ku ji îşkenceya di nav dîwarên zindanên ewlehîyê de rizgar bûne, hatibû hildan. Çalakvan, parêzerê Sûryeyî û rêvebirê Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirîn Mazin Derwîş, ji nav wan kesan bû, yên ku ev doz hildan.

Parêzer ‘Derwîş’ ji bo ‘Kuluna Şureka” got “ev doz ya yekemîn e ku xwe nespartiye qurbanîyên xwedî du nasname, û qurbanî tenê Sûryeyî ne” her weha bal kişand ser vê yekê ku dozên li Fransa û Îspanyayê hatine rakirin xwe spartin wê yekê ku qurbanî xwedî du nasname ne.

‘Derwîş’ li ser hebûna şahid, delîl, belge û dosyayan teqez kir û got “bi giştî, ev dosya ya herî bihêz e ku ta roja îro ji dadgehan re hatiye pêşkêşkirin”.

Parêzerê Sûryeyî diyar kir ku ev dosya bi serperştîya sê sazîyan hatiye amadekirin, sazî jî ev in: Navenda Ewropî bo Destûrê û Mafên Mirovan, Navenda Sûrî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî û Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê. Amadekirina vê dosyayê jî heşt mehan dom kir.

Her weha got ku gelek nav di vê doze de hebûn ji nav wan jî navên şeş efserên rêjîmê yên pilebilind, di nav wan de ceneralê bi nave ‘Muhemed Mehla’ û serokê beşê Ewlekarîya Leşkerî ‘Şefîq Mese’ û gelek navên din. Her weha destnîşan kir ku ev doz tenê çar beşan ji Ewlekarîya Leşkerî li xwe digire, ew beş jî ‘beşê 215, beşê Mentîqayê, beşê Felestînê û beşê Lêpirsînê’ û hebûna navê serkar Hesen Daebûl yê ku di demên dawî de li Homsê hate kuştin, di nav wan navan de teqez kir.

Bo bersivdayîna pirsa ‘Kuluna Şureka” der barê rakirina dozine din li dijî sembolên rêjîmê li derveyî Sûryeyê, ‘Derwîş’ got ku ev doz li Almanyayê hatiye rakirin p heman alî dozekê din li dijî dezgehên ‘Muxaberata Asîmanî’ amade dikin, her weha li Fransayê jî dozeke din li gel alîne din tê amadekirin.

Der barê bandora van dozan li ser raya giştî li rojavayê cîhanê, got ku encamine pir baş pêşbînî dike û diyar kirk u dema rêjîm tê tawankirin û doz ji alîyê dadgehên navxweyî li van herêman lê tê vekirin, wê çaxê danûstendina pê re zehmettir dibe û ji alîyekî din ve ev yek destkeftîyeke mezin e bo qurbanîyan û serhezarên Sûryeyên ku doza wan hate paşguhkirin bi rêya tevlêkirina doza wan bi ya terorê û ‘DAIŞê’ re, ji lew re ev yek dê baş be ji bo Sûryeyîyan.

Rêvebirê Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dibîne ku forma herî baş bo çareserkirina rewşa Sûryeyê bi rêya programeke dadmendîya veguhêz xwedî naverokeke niştîmanî, tê bidestxistin, di heman demê de dibêje “ev yek zehmet e” her weha dibîne ku danûstendinên Cinêvê mîna danûstendinên di nav ‘mîrên Cengê’ de ye, ku dixwazin destkeftîyan li hev dabeş bikin, ji lew re mijarên lêpirsînê, dadmendîyê û mafên qurbanîyan ne di pêşkîya danûstendinên Cinêvê de ne. Lê hebûna dadgeheke sizakirinê ya navdewletî yan avakirina dadgehine taybet bo tawanên ku li Sûryeyê hatine pêkanîn li gel sûdgirtina ji tecribeyên cîhanî yên dadgehên Ewropî, dê rêya herî baş be.