Libnan : girtinên ketober û mirina 4 kesan di bin îşkenceyê de li du kampên koçberên Sûrîyeyî

Beyrût 5ê tîrmeha 2017an –  Navenda Libnanî ya Mafên Mirovan (Lebanese Center for Human Rights – CLDH) bi tundî karên îşkencekirinê yên ku ji alîyê artêşa Libnanî ve hatine pêkanîn di dema operasyonên girtinê de li Ersalê ku di encamê de 4 kes ta nuha hatine kuştin, şermezar dike, her weha navend doza vekirina lêpirsîneke serbixwe dike li gel rêzgirtina ji mafê kesên girtî re.

Di destpêka destûra xwe de, di beşê (B)yê de, Libnan pabendîya xwe bi zelalî bi rêzgirtina ji belgenameyên mafên mirovan û ragihandina cîhanî ya mafên mirovan re nîşan dide, her weha Libnan ji sala 2000î ve endamê peymana dijatîya îşkenceyê ye.

B- Libnan xwedî nasname û aîdbûneke Erebî ye her weha endameke damezrêner û karker e di Kombenda Dugelên Erebî de û bi belgenameyên wê pabend e her weha endameke damezrêner e di rêxistina Neteweyên Yekbûyî de û bi belgenameyên wê û Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan pabend e, dewlet jî li ser van prensîpan di hemû waran de li ser van prensîpan kar dike.

Ev ragihandin bi zelalî di madeya xwe ya pêncan de nepesendîya xwe ji  îşkenceya mirovan  re nîşan dide.

Madeya 5an: nabe ku tu mirov rastî îşkence, siza, kiryarên tund û bed an sivikatîya rûmetê were.

Di roja înê de, 30ê hizêranê, agahîyên belgekirî hatin belavkirin di wan de diyar dibe ku artêşa Libnanî operasyonên êrîşkirin û girtinê yên berfireh di du kampên koçberên Sûrîyeyî li nêzî bajarokê Ersalê pêk anîye .

Hin wêneyên metirsîdar li ser torên medyayê hatin belavkirin bê ku artêş wan red bike di wan de diyar dibe ku bi dehan girtî li erdê dirêjkirî ne; destên wan li paş wan girêdayî ne û hin ji wan jî gumlekên wan li serê wan pêçayî ne.

Wêneyeke din hin zilam di wan de li ser çokan in xuya dibe yek ji wan destên wî li paş wî girêdayî ne û gumlekê wî serê wî pêçaye û bi awayekî ku nayê xwendin nivîsek li ser pişta wî hatiye nivîsîn wekî ku ajeleke hatiye nîşankirin bo gurandinê. Her weha hin wêneyên din ên girtîyên ku di kemyonekê de ne li bin lingê leşkerekî jî hatine belavkirin. Şûna lêdaneke tund li ser pişta yekî ji wan jî xuya dibe.

Tiştê ku em jê ditirsiyan di 4ê tîrmehê de bû, artêşa Libnanî ragihand ku çar girtî ji ber nexweşîyên ku “rewşa seqayê” ew dijwartir kirine, mirin.  Ya rast ew e ku nehatiye teqezkirin mirina wan ji ber nexweşîyê bû, lê teqez e ku rewşa wan ji ber îşkenceya ku li ser destên artêşa Libnanî rastî wê hatin; û ne ji ber seqayê, xirabtir bû.

Erkê vê artêşê ew e parastina ewlehîyê û dijatîya terorê ye û ne binpêkirina mafên  mirovan û handana terorê ye.

Em bi tundî tiştê ku ji roja îna bûrî ve qewimîye şermezar dikin, ji belavkirina wêneyên operasyonên girtinê û îşkence û kampanîya plankirî ta bi tirsandina hemû kesên ku dengê xwe li dijî van kiryarên neqanûnî yên ku hêzên çekdar pêk anîn.

Navenda Libnanî ya Mafên Mirovan vê binpêkirina qanûna Libnanî û ya navdewletî ya berdewam piştî her operasyoneke leşkerî şermezar dike li gel şermezarkirina  nemana rastîyê û lêpirsîna eşkere bo kesên tawankar ku ev jî di encamê de dibe sedema dubarekirina wan bo van tawanan.

Em van tiştan  ji dadgehan û Wezareta berevanîyê dixwazin:

  • Destpêkirina lêpirsîneke demlidest di warê mirina 4 girtîyan ji ber îşkenceyê ku mirina wan hatibû ragihandin li gel garantîkirina dîtina termên wan ji alîyê pijîşkekî serbixwe ku ji alîyê malbatê ve were destnîşankirin.
  • Destûrdana malbatên girtîyan û komeleyên têkildar bo erkdarkirina parêzerên serbixwe û dîtina hemû girtîyan bê çavdêrî û bê awartekirin.
  • Belavkirina lîsteyeke navên girtîyan û deverên girtina wan û destûrdana bo komîteya Navdewletî ya Xaça sor û parêzerên wan û malbatên wan bo seredana wan bê çavdêrî.
  • Girtina hemû efserên ku beşdarîya wan di îşkenceyê de hatiye teqezkirin bi awayekî demlidest ta ku biryarên dadgehan derkevin.

Dijatîya terorê bi rêya bikaranîna awayê karê grûpên terrorist yên tirsandin, îşkencekirin û kuştinê nayê cîbicîkirin lê bi rêya pêkanîna qanûnê û rêzgirtina destûra Libnanî û peymanên Libnanê yên Navdewletî tê cîbicîkirin.

Divabe lixwemukurhatina artêşa Libnanî bi mirina 4 kesan ta nuha di bin îşkenceyê de bêyî hişyarkirina wijdanên kesên têkildar derbas nebe an Libnan dê ji Welatê peyamê ber bi dektatorîya li dora xwe ve biçe.

Tenê rêzgirtina ji dadgehan re û sizakirina tawankaran dê karibin peydakirina ewlehî û aştîyê bo me tevan garantî bike.