Kuştina du rojnamevanan û birîndarkirina yê sêyem di encama teqîna du otombîlên bombekirî de li Bakurê Sûrîyeyê

Nûçegihan Dilîşan Îbiş û Nûçegihan Hogir Fêsel Mihemed

.

Peyamnêr Hogir Fêsel Mihemed yê ku di ajansa Hawarê ya nûçeyan de (ANHA) kar dike, roja şemîyê; 15ê cotmeha 2017an ji ber birînên xwe yên teqîna xwekuj a ku ji alîyê rêxistina (Dewletê) ve berî çend rojan li gundewarê başûrê Hesekê hatibû pêkanîn, jîyana xwe ji dest da.

Nûçegiha Dilîşan Îbiş ya ku bi heman ajansê re kar dikir roja 12ê cotmeha 2017an hatibû kuştin; dema ku teqînê rû da bû her weha nûçegiha Rizgar Dêniz jî birîndar bûbû lê nuha rewşa wî tebat e.

Tîma Hawarê hatina bi hezarên penaberan ji herêmên kontrola rêxistina (dewletê) li Dêra Zorê ber bi herêmên kontrola Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk dişopandin dema ku du otombîlên bombekirî ku penaberên Dêra Zorê li herêma Ebû Fas li Başûrê Hesekê armanc kiribûn, teqîyan.