Komîserê Bala yê Mafên Mirovan; Zeyd kurê Reid Elhuseyn êşa sivîlan li Xûtaya Rojhilatî bi “şermîyê” wesif dide

Cinêv (27ê cotmeha 2017an) – Komîserê NYyê yê Bala yê mafên Mirovan; Zeyd kurê Reid Elhuseyn roja înê got ku tiştê rastî 350 sivîlên dorpêçkirî li Xûtaya Rojhilatî tê şerm e û ji alîyên şer xwest ku bihêkin xwarin û derman bigihên navçeyê. Her weha got: “wêneyên ku dawîyê belav bûne yên zarokên ku kêmxwarin mane nîşana metirsîdar a êşa niştecihên Xûtaya Rojhilatî ye yên ku nuha di rewşeke mirovahî ya awarte de derbas dibin”.

Hêzên Hikûmetê Xûtaya Rojhilatî ji berî bêhtirî 4 salan dorpêç kiriye û nuha li gel hevalbendên xwe êrîşên bejayî li ser herêmên sivîlan pêk tînin li gel paşguhkirina herêmên ku ji êrîşan hetibûn dûrxistin û rapor didin xuyakirin ku hejmareke mezin a qurbanîyên sivîl heye. Tevî ku Xûtaya Rojhilatî herêmeke sivikkirina şer e li gor Asîtanayê ku Îran, Rûsîye û Turkîyeyê gihan vê lihevkirina ku sînorkirina asra tundîyê û xweşirina rewşa mirovî ji xwe re kiribû armanc, lê ev bûyel li xûtaya rojhilatî berdewam in. ji alîyekî din ve lihevkirinê diyar kiribû ku divabe bi lezgînî rêyeke ewle bo gihandina alîkarîyên mirovî were peydakirin.

Ofîsa NYyê ya Mafên mirovan hin raporên bicihanîna komên opozisyonê yên çekdar bo êrîşên bejayî li ser Şama paytex wergirtibû ji nav wan jî êrîşên 15ê cotmehê dema ku rokêtên hawinê bi ser Şama kevin de hatin berdan û di encamê de 4 welatîyên sivîl hatin kuştin. Her weha hin komên çekdar ên ku dest datînin ser Xûtaya Rojhilatî karê rêxistinên mirovî asteng kirin û şerê ku di nav van koman de diqewime bû sedema sînorkirina hatûçûna sivîlan di herêmê de.

Komîserê bala got: “divabe alîyên şer bihêlin xwarin û bûjenên girêdayî hewarçûna mirovî bi hesanî derbas bin  û bê astengî her weha qedexekirina stendina tedbîrên ku welatîyan bê xwarin û derman dihêlin”. Karawana Alîkarîyên NYyê ya dawî di 23ê îlûnê de derbasî Xûtaya Rojhilatî bûbû ew jî bo hewarçûna bi 25 hezar kesên dorpêçkirî li bajarên rojhilatî Heresta, Misraba û Midêrayê bû. Di nav rêbendanê û îlûnê de hikûmetê tenê 26% ji daxwazên pêşkêşkirina alîkarîya herêmên dorpêçkirî pejirandin.

Komîserê bala teqez kir û got “ez bibîra hemû alîyan tînim ku birçîkirina sivîlan weke şêweyekî cengê binpêkirineke diyar a qanûna navdewletî ya mirovî ye û dibe ku bigihê asta tawana dijî mirovahîyê an tawana cengê jî. Ez ji hemû alîyên beşdar di şer de dixwazim ku gihandina karmendên di warê mirovî de hêsan bikin da ku pêdivîyên niştecihan li Xûtaya Rojhilatî bicih bînin.”

Nirxê keresteyên sereke ji çaxa kontrolkirina hêzên hikûmetê ser taxên Berzê û Qabûn ên rojhilatî Şamê di gulanê de bilind bûne û toreke rêyên bin erdê ên ku ji bo gihandina alîkarîyan bo Xûtaya Rojhilatî dihate bikaranîn, hate wêrankirin. Ji alîyekî din ve nirxê keresteyan piştî dorpêçkirina dawî ya 3yê cotmehê li kampa Elwafidîn bilind bû ku ew yek rêya sereke ye bo Xûtayê.

Raporan diyar kir ku hin êrîşkerên nenas êrîşî embareke xwarinê li Hemûryeya Xûtaya rojhilatî  kir û dizî di 19ê cotmehê de. Her weha tê îdîakirin ku bisedan embareke din li bajêr dizîn ku ev jî nîşana belavbûna bêhêvîtîyê bû, her weha raporan diyar kir ku hikûmetê gelek bend li ser derxistina nexwe4an danîye û di encamê de hejmareke mezin ji sivîlan jîyana xwe ji dest dane. Tevî ku hin kes ji bo nexweşîyan hatine derxistin lê Ofîsa NYyê ya Mafên Mirovan lîsteyeke navên bisedên kesên ku pêdivîya wan bi derxistinê heye ji nav wan jî bi dehan kesên ku rewşên wan awarte ne wergirt.

Komîserê bala got: “nabe tenê xwarin û derman derbas bin lê divabe birîndar û nexweş jî werin dermankirin. Ez pabendîyên hemû alîyan bi qanûna navdewletî, û qanûna mirovî ya navdewletî ya ku parastina sivîlan di hemû deman de û alîkarîya nexweş û birîndaran ji xwe re bingeh digire, bibîra wan tînim” her weha got: “eger alîyên şer nikarin pêdivîyên sivîlan li herêmên di bin kontrola xwe de bicih bînin, divabe rê bidin rêxistinên mirovî yên bêalî da ku alîkarîyê pêşkêş bikin û rêya pêkanîna vê armancê ji wan re vekin.”

Bo naskirina hin agahîyên din û bersivdayîna pirsên ragihandinê: ji kerema xwe re bi –  Rupert Colville re bikevin têkilîyê– + 41 22 917 9767 / [email protected] or Liz Throssell – + 41 22 917 9466 / [email protected]

Jêder: Ofîsa Komîserê Mafên Mirovan ê Bala