ji bo lêpirsîna der barê tawanên navdewletî de li Sûrîyeyê: harîkirina xebatên civaka sivîl, dadwerîya niştîmanî û peygirên navdewletî

Vexwendin û programê “Ji bo lêpirsîna der barê tawanên navdewletî de li Sûrîyeyê” 8ê cotmeha 2017an li Berlînê

Weke dewleteke xwedî qanûneke cîhanî, Almanîya xwedî roleke sereke ye di xebata bo cezakirina di warê tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de ku li Sûrîyeyê hatine kirin. Di lêpirsînekê de ku di warê tawanên navdewletî de ku ji hêla rêjîma Sûrîyeyî ve hatine pêkanîn, dozgerê Alman li gotinên hin Sûrîyeyîyên ku ji bin îşkenceyê derketine û yên ku doz li dijî berpirsên saloxgerîya leşkerî ya Sûrîyeyî di adara 2017an de hildane, guhdar kir, ew jî bi hevkarîya parêzerên Sûrîyeyî Enwer Elbunî (Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî), Mazin Derwîş (Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê) her weha Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan (ECCHR). Weke gaveke alîkar, grûpa leşkêrê Sûrîyeyî yê veqetîyayî “Qeyser” dozine din di îlûna 2017an de li gel ECCHR hildane.

Ji ber karên ku Enwer Elbûnî û Mazin Derwîş kirin û piştgirîya ku Heinrich Bollê pêşkêş kir, ECCHR ji wê çaxê ve dozan ji ber tawanên navdewletî yên ku ji alîyê rêjîmê ve li zindanan li seranserî Sûrîyeyê tên bicihanîn, hildide.

Di 8ê mijdara 2017an de, Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî û Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bi alîkarîya Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî û dezgeha Heinrich Boll dê hin alîyên pêwendîdar ên Sûrîyeyî û ser asta navdewletî bicivîne, ji nav wan jî xanim Catherine Marchi-uhel; seroka Mekanîzmaa navdewletî ya serbixwe û bêalî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bo lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyeyî.

Em ê behsa xebatên ku tên kirin û yên pêşerojê bo cezakirinê li Sûrîyeyê bikin. Gera yekemîn dê ji alîyê kesên saxmayî ji îşkencekirinê û çalakvanên Sûrîyeyî yên ku di hildana doze li Almanyayê dijî berpirsan di rêjîma Esed de, were birêvebirin. Gengeşeya duyemîn dê balê bikişîne ser kêmasîyên bibelgekirinê û zehmetîyên girêdayî parastina delîlan di çarçoveya tedbîrên dadgehî de yên ku mijara wan tawanên navdewletî li Sûrîyeyê ne.

Em pêşwazîyê li we dikin û ji kerema we re bo beşdarîyê bi rêya vê êmailê beşdarîyê tomar bikin [email protected]


Program

8ê mijdara 2017an, saet 6ê êvarê pêşwazîkirin e

18:00 – 18:15
Gotinên hevdîtinê

  • Xanima Berbara Onmosiq, dezgeha Heinrich Bollê
  • Parêzer Fwafang Kalêk, ECCHR

18:15 – 19:00

Gavine zêde ji bo cezakirinê: hevkarîya di nav saxmayên îşkenceyê û civaka sivîl

  • Yazan Awadkes ji bin îşkenceyê derketiye û di doza dadgehî de beşdar e/ saloxgerîya asîmanî ya Sûrîyeyî
  • Şepal Îbrahîm ji bin îşkenceyê derketiye û di doza dadgehî de beşdar e / zindana Seydnayayê
  • Enwer Elbunî, Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
  • Tariq Hoqan, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Rêvebera Rûniştinê: Dr. Binteh Şîler, dezgeha Heinrich Bollê li Beyrûtê.

19:00 – 19:30

Vîdyo: “Seydnaya, di zindaneke îşkencekirinê ya Sûrîyeyî de” (20 xule) li gel pêşkêşkirin û bidawîkirina xwedîyên fîlm

Pêşkêşkirin: Marcos Bico, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, Almanya

19:30 – 19:45

Bêhinvedan

19:45 – 20:15

  • Gotina Xanim Catherine Marchi-uhel, seroka Mekanîzma Navdewletî a Serbixwe û Bêalî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bo lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyey.
  • pêşkêşkirin: Dr. Patrick Crocker, ECCHR

20:15 – 21:15

Vekirina rêyê li pêş karên dadgehî: kêmasîyên di bibelgekirinê de û zehmetîyên parastina delîlan

  • Bin Wily, Komîteya Dadmendîya Navdewletî û Cezakirinê
  • Mazin Derwîş, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Mary Fostier, Rojnamevan û Lêkolînereke Serbixwe
  • Matyosh Bisdirg, Tora Ewropî dijî tunekirina bikomî
  • Rêveberê rûniştinê: Dr. Patrick Crocker, ECCHR

Çalakî dê bi zimanê Îngilîzî û Erebî be li gel wergera zindî
Wêne dê di çalakîyê de werin kişandin û weşana zindî bi rêya înternêtê dê hebe: https://www.boell.de/livestream

Contact:
ECCHR: Anabel Bermejo,e-mail:[email protected]
Heinrich-Böll Stiftung: Birgit Arnhold,e-mail: [email protected]

Dem: Çarşem, 8ê mijdara 2017, 6ê êvarê

Cîh:
dezgeha Heinrich Bollê
Schumannstr. 8, 10117 Berlin

Qert: