Îraq û Sûrîye di bin metirsîya fosfora spî ya Amerîkî de ne

Îraq û Sûrîye di bin metirsîya fosfora spî ya Amerîkî de ne

tiştê gerek bo kêmkirina ziyanan li sivîlan bikin

(Washington) – Human Rights Watchê îroj got ku bikaranîna fosfora spî di êrîşên Hevpeymana Netewyî bi serkirdayetîya Amerîkayê ku hevpeyman şerê rêxistina “Dewleta îslamî” DAIŞê li Sûrîyeyê û îraqê, dibin sedema pirsên metirsîdar der barê rewşa sivîlan de. Divabe ev çek weke çekekî êrîşkirina kesan an rextan li deverekê niştekirî neyê bikaranîn eger êrîş zemînî be jî.

Photo of smoking and burning white phosphorus streaking to the ground in west Mosul on June 2, 2017.

Xetên fosfora spî ya sotîner ber bi erdê ve diçin, Rojavayê Musil, 2ê hizêrana 2017an. ©2017 Getty Images

Steve Goss rêveberê beşê çekan di Human Rights Watchê de got: “awayê bikanîna fosfora spî ne giring e, ji ber ku ew bi xwe ziyaneke metirsîdar û domdar li herêmên niştekirî mîna Reqa û Mûsilê li dûv xwe dihêle. Ji hêzên hevpeymana navneteweyî tê xwestin ku hemû hewldanên sivikkirina ziyanan li ser sivîlan bikin dema ku fosfora spî li Sûrîye û îraqê bikar tînin.

Fosfora spî di şeran bo gelek armancan tê bikaranî: peredeyek ji dûmanê, şandina nameyan û çekeke sotîner. Hêzên Amerîkî Fosfora spî li Mûsila îraqê û Reqaya Sûrîyeyê bikar tînin. Lê sedem ne diyar e û hêzên Hevpeymanan tu gotinan der barê bikaranînê nabêjin.

Human Rights Watchê nikarîbû ziyanên ku gihane sivîlan ji ber bikaranîna van çekan piştrast bike. Yek ji xelkên Reqayê ku li Beyrûtê dijî ji “New York Timesê” re got ku yek ji kafêyên înternêtê li Reqayê bi fosfora spî hate armanckirin û di encamê de 2000 kes hatin kuştin.

Li Sûrîyeyê, vîdyoyek li ser facebookê di 8ê tîrmeha 2017an de hate belvkirin ku di heman rojê de li Reqayê hatiye kişandin û tê de bikaranîna rokêtên ku fosfora spî di wan de ye û li asîmanan diteqin diyar dibe. Vîdyoyeke din jî ku ji alîyê “Tora Amaq ya Nûçeyan” ve hatiye belavkirin ku girêdayî DAIŞê ye  îdîaa dike ku heman buyer e û agirê li ser erdê ku ji ber fosfora spî çêbîye diyar dike, lê rastîya vê vîdyoyê nayê piştraskirin. Her weha vîdyoyek ku di 10ê hizêranê de hatiye belavkirin dide xuyakirin ku fosfora spî di 9ê hizêranê de hatiye bikaranîn.

Di destpêka 2017an de, tankên Marînza Amerîkî li Sûrîyeyê belav bû da ku piştgirîyê bide operasyona vegerandina Reqayê ya ku “Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk” tê de beşdar in. “Washington Postê” jî wêneyên Yekîneya Marênzê ya ku rokêtên fosforê pê re ya belav kiribû her weha wêneyên din ku rokêtên fosforê li gel Artêşa Amerîkî li Mûsilê didin xuyakirin.Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk operasyona vegerandina Reqayê di 6ê Hizêranê de ragihandin. Sedema bikaranîna fosfora spî jî ne diyar e.

Vîdyoyek ku li Mûsila îraqê di 3yê hizêranê de hatibû kişandin diyar dike ku rokêtên zemînî yên ku fosfora spî di wan de ye hatine bikaranîn. Dûmana ku ji agirê li ser erdê derdikeve di vîdyoyê de diyar e lê nayê naskirin gelo sedema wî agirî fosfora spî ye an na. ji nîvî sibatê ve hêzên îraqê li gel piştgirîya hevpeymanê ketine êrîşa vegerandina rojavayê Mûsila ku gelek xelk tê de ne.

Sedema bikaranîna fosfora spî ne diyar e lê Hêzên Ewlehîya îraqê di 4ê hizêranê de ragihandin ku ji bo çêkirina perdeyeke dumanê bû. Li gor gotinên hevpeymanê bo ragihandinê ku Human Rights Watchê bi dest xistiye: “di dema parastina sivîlên ku ji Nexweşhaneya cenhûrî direvîyan, hevpeymanê duman ji bo dûrxistina dijmin bikar anî. Her weha hevpeymanê li gel Hêzên îraqê çekên guncan ji bo dûrxistina DAIŞê û veşartina sivîlan ta gihaştina wan bo alîyên ewle bikar anîn.”

Li Reqa û Mûsilê, Hêzên Hevpeymanê rokêtên M-825 yên 155 mîlîmîtir yên Amerîkî bikar tîne ku 116 teqenên fosfora di wan de ye û dema ku ball ê dixe dişewite. Ev cûreya bi tenê ji rokêtên fosfora li spî li cem Amerîkayê heye û li asîmanê diteqe. Nayê zanîn bê ev çekên Amerîkî li cem Hêzên DAIŞê an Hikûmeta Sûrîyeyê hene an jî bikar anîye.

Hevpeyman dibêje ku siyaseta wan nahêle ew li ser bikaranîna çekên destnîşankirî biaxivin lê îtîrafê bi bikaranîn fosfora spî di operasyonên xwe yên îraqê û Sûrîyeyê de dike. Kolonêlê Amerîkan Ryan Deleon berdevkê Hevpeymanê li Sûrîyeyê û îraqê di 9ê hizêranê de ji navgînên ragihandinê yên navdewletî re got: “li gor qanûnên şerê çekdar, fosfora spî weke perdeyekê an bo danîna nîşanan bi awayekî ku baş hay ji bandorên wê yên pêşbînîkirî li ser sivîlan heye, têbikaranîn.”

Di buyera Mûsilê de, rokêt nêzê erdê teqîya û xuya dibe ku ev yek hewldaneke sivikkirina ziyanan bû. Li Reqayê ji vîdyoyan xuya dibe ku li asîmanan teqîya û fosfor li ser rûberekî berfirehtir belav bû.

Dema ku Oxygen lê dixe, fosfora spî vêdikeve û dimîne vêketî ta bi dawî sibe an oxygen li ser qut dibe. Dibe ku germahîyeke dijwar (815º an 1500 Fehrenhayt) li gel ronahî û dumanê jê derkeve. Ji lew re dibe ku fosfora spî ji bo danîna nîşanan were bikaranîn lê dibe ku ji bo vêxistina agirê ku kes û tiştan jî dişewitîne were bikaranîn.

Fosfora spî mirovan bi awayekî kîmawî an ji ber germahîyê dişewitîne û ta bi hestîyan jî dihelîne ji ber ku ew li nav tewaş zû dihele. Dibe ku fosfora spî birînan piştî dermankirinê jî metirsîdar bihêle û dibe ku bikeve xwînê de û bibe sedema xirabbûna endamên laş. Birînên girêdayî dibe ku cardin bişewtin dema ku oxygen li wan bixe. Ta bi birînên piçûk jî kujer in.

Êrîşên asîmanî yên ku çekên sotîner li herêmên sivîlan bikartînin, li gor protokola sêyem ya Lihevkirina Der Barê çekan de  qedexe ne. Protokol hin bendên lawaz li ser çekên zemînî yên sotîner datîne, lê hemû çekên sotîner ziyaneke mezin çêdikin. Protokola sêyem li ser çekên ku ji bo vêxistina agir an çêkirina şewatê tê pêkanîn ji lew re hin dewlet dibînin ku hin çekên xwedî bandorên sotîner li xwe nagire, taybet yên ku fosfora spî di nav wan de ye.

Libnan dewleta 114an bû ku li ser protokola sêyem ji lihevkirinê di 5ê nîsana 2017an de îmze kir. Îraq, Rûsîye û DYA ji alîyên protolê ne, lê Sûrîye li ser îmze nekiriye.

Li gor raporan, fosfora spî  di nav salên 2000 û 2016an de herî kêm di 7 şeran de hatiye bikaranîn li Afganistan, Okrayna Somal, îraq, Xeza, Libnan û Yemenê. Di 2016an de, hevpeymana bi serkirdayetîya Seûdîyê fosfora spî li Yemenê bikar anî.

Nayê zanîn gelo Hikûmeta Sûrîyeyê fosfora spî bikar anîye an na lê Human Rights Watchê bikanîna çekên asîmanî yên Rûsî an Sovyetî ji 2012an de belge kiriye, her weha di operasyonên li gel Hêzên Rûsî jî di dawîya 2015an de. Human Rights Watchê gelek caran ji hevpeymana Sûrîyeyî- Rûsî xwestiye ku ew nema çekên sotîner li Sûrîyeyê bikar bînin.

Goss got: “ziyanên ji ber bikaranîna fosforê gelek acizî çêkirin û bikaranîn herî dawî ya fosfora spî, pêdivîya dewletan bi çesipandina qanûna navdewletî der barê bikaranîna çekên sotîner, diyar dike.”

Jêder: Human Rights Watch