Hevkarîya çêkirina raporan der barê Rojhilata Navîn de

Dîroka dawî: 26/11/2017

Rojnamevanên ku raporan der barê Rojhilata Navîn de çêdikin dikarin xwe pêşkêşî vî program bikin.

Projeya Rastîya li ser Edrê bi alîkarîya Dezgeha James Foley h hevkarîyeke 10,000US$ pêşkêş dike.

Hevkarî dê piştgirîya rojnamevanekî serbixwe bike ku dixwaze raporan der barê çîrokan li Rojhilata Navîn çêbike yên ku dezgehên ragihandinê wan naşopîne.

Divebe kesên navên xwe pêşkêş dikin, pêşniyarên çîrokên der barê fêrkirin, tendirustî, huner, xwarin, bawerî an mijarine din girêdayî şêwejîyana herêmê pêşkêş bike ji ber ku rojnamevan bêhtir giranîyê didin şer.

Hevkarê bijartî dê mûçeyekî bistîne li gel parastina bijîşkî.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 26ê mijdara 2017an e.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.