Girtina Serkirdeyekî Siyasî Kurd li Qamişloyê

Navenda Biratîyê ya Mafên Mirovan  bangek ji malbata Fêsel Yûsif, ji welatîyên Qamişloyê li bakur rojhilatî Sûrîyayê û ji hêla birêveberîya Kurdî vet ê birêvebirin, ku hêzên ewlekarîya hundirîn ya bi navê Asayişê tê naskirin û girêdayî Birêveberîya Xweser a Demoqratîk, roja duşemê 2yê nîsana 2018an, saet 1 û nîvê piştî nîvê şevê derbasî mala Birêz Yûsif bûn û ew li pêş malbata wî girtin.

Fêsel Yûsif ê 65 salî, hevrêzkarê giştî yê Tevgera çaksazîyê ya Kurdî û endamê desteya serokatîya Encumena Niştîmanî a Kurd a Sûrîyayê ye her weha alîyekî Kwalîsyona Niştîmanî ya Sûrîyayî ya Opozisyonê ye.

Li gor gotina endamekî malbata girtî, herî kêm deh endamên Asayîşê bi çekên xwe yên “Kalashnikov” hatin, yek ji wan ji belkona malê derbas bû û derî ji endamên din re vekir bê ku kaxeza girtinê diyar bike.

Dema ku pirsa sedemên girtinê hate kirin, gotina ku ji yê girtî û malbata wî re hate gotin ew bû ku “biryareke siyasî ye, her weha teqez kir ku girtina wî ji ber nerînên wî ye ne ji ber derbaskirina qanûnên navxweyî ye.

Em di dezgeha Biratîyê ya Mafên Mirovan de li gel tirsa me ji vî şêwazê ne li gor pîvanên parastina azadîyêb sivîl û siyasî ku hevpeymana navdewletî ya mafên sivîl û siyasî wan diparêze û ne li gor qanûnên Birêveberîya Xwesr a Demoqratîk e ku girtina keyfî  bêyî hebûna kaxezên girtinê yên fermî, qedexe dike, em girtina Birêz Fêsel Yûsif ji ber nerînên wî yên siyasî şermezar dikin û ji Serkirdayetîya Birêveberîya xweser a Demoqratîk dixwazin ku wî bê merc û şert serbest bikin li qanûnên wê yên ku teqezîyê li ser azadîya nerînan û derbirînê dike.

Her weha Dezgeha Biratîyê ya Mafên Mirovan doza diyarkirina cihê girtina Fêsel Yûsif dike li gel tedbîrên ku dê li dijî wî werin stendin, ji ber ku veşartina çarenûsa wî binpêkirineke garantîyên dadgehkirina dadmend e her weha dîtina wî ji alîyê malbata wî û parêzerê wî.

Di vê dema ku em teqezîyê li ser parastina azadîya nerînan û derbirînê dikin, em ji Birêveberîya Xweser a Demoqratîk dixwazin ku bi awayekî cidî kar bike ji bo rawestandina girtina ji ber sedemên siyaseî û serbestkirina hemû girtîyên siyasî li gel xweşkirina rewşa azadîyên siyasî û rawestandina acizîyên li dijî opozisyonê.