Êrîşeke Nû li ser Ofîsa Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê

13ê tebaxa 2017an – di 1ê nîvroya 13ê tebaxê bi dema Şamê, grûpekê ji 100 kesên (Elhîrak Elşaibî) girêdayî Artêşa Elîslamê, êrîşî ofîsa Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan VDCê li Dûmayê kirin. Êrîşkeran li karmendên ofîsê û kesên li wir xistin, ofîs li nav hev xist û hin telefonên destan û belge dizîn.

Polîsa navxweyî ya girêdayî Artêşa Elîslamê tiştek ji bo parastina ofîsê û karmendên wê ji vê êrîşê nekir. her weha ji birêveberîya ofîsê xwest ku ofîsê bigirin û kar rawestînin bi behaneya parastina karmendan.

Êrîşkaran tu hicet ji bo vê êrîşê diyar nekir lê tenê bi xumexun behsa dozên ofîsê yên rizgarkirina jinê û karê wê yê derveyî male kirin!

Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê VDC vê êrîşa li ser ofîs û karmendên xwe di nav êrîşên pir ên ji alîyê Artêşa Elîslamê û belafirên rêjîmê li ser ofîsa wan hatine pêkanîn, rêz dike. Ku van êrîşan dema gefxwarinê û revandina her çar karmendên navendê (Rezan Zeytûna, Semîra Xelîl, Nazim Himadê û Wail Himadê) di rêbendana 2013an de dest pê kirine û ta êrîşa îroj jî berdewam dikin.

Mixabin ev êrîş di dema bîranîna çarem a komkujîya kîmawî de ku ji alîyê hikûmeta Sûrîyeyî ve di 2013an de li Xutaya Şamê hate pêkanîn, çêdibe. Navendê roleke xwe ya sereke di bibelgekirin û qeydkirina qurbanîyan de gerand weke beşekî sereke ji karê xwe yê bibelgekirina binpêkirinan bi armanca peydakirina wekhevîyê bo qurbanîyan û cezakirina tawankaran.

Navenda Bibelgekirina Binpêkirina berpirsyarîtîya vê êrîşê dixe histê serkirdeyên Artêşa Elîslamê çi ku ew li Dûmayê di desthilatê de ne her weha dixe histê nûnerên wan li Desteya Bilind a Danûstendinan. Navend dê bi hemû awayên rewa hewla parastina karmend û ofîsên xwe bike her weha dê hewla cezakirin êrîşkaran bide da ku ew û nûnerên xwe li pêş dadmendîya navxweyî an navdewletî werin dadgehkirin.