Êrîşa li ser tevgera sazîyên sîvîl ên ku li Xûtayê kar dikin

Buyer bi kurtasî

Di sibeha roja 7ê adara 2017yan de, komekê ji kesan torên têkilîya civakî bi behaneya belavkirina gotarekê di hejmara 866an de, bi serenava (Şîlnî ya Baba) ku ji alîyê nivîskar Şewket Xerz Edîn. Ku gotinine kirêt li dijî Yezdan tê de hatibûn nivîsîn, bikar anîn û xwepêşandanekê li pêş nivîsgeha rojnameya (Tili’na ‘el Huriyê) li Domayê, birêxistin kirin.

Hejmara kesên ku vexwendina xwepêşandanê bi cih anîn gihaşte 70 kesî, destpêkê li pêş nivîsgeha rojnameya navborî civiyan ku navendên gelek sazîyên sîvîl yên ku li Xûtayê bi giştî û li Dûmayê bi taybetî kar dikin, di rex wê de ne. Dema ku vê komê gefên derbasbûna van nivîsgehan xwarin, têkilî li gel polîsan hate danîn lê wan navcîkirin red kir bi behaneya ku ew nikarin li dijî nerîna kolanê rawestin her weha gotin “em ne dikarin we, ne jî xwe biparêzin” û ji karmendên di hundirê nivîsgehê de xwesin ku deverê vala bikin.

Di heman rojê de, Saet 4ê esirê, hemû karmendên sazîyan dever vala kiribûn lê xelkên ji derve hê jî li cihê xwe bûn û ji nav wan jî kesin xwedî kêr hatin dîtin. Paşê girûpeke din li gel duruşme û alavên xirabkirinê gihan deverê û êrîşî avahîyê kirin û hemû tiştên di hundirê wê de xirab kirin û gotinine gefxwarinê li ser derî û dîwarên li dor avahîyê nivîsandin û paşê çûn.

Di sibeha îroj de, 8ê adara 2017an de, biryarek bi “girtina hemû navendên girêdayî rojnameya Tili’na ‘el Huriyê, tora Paresvanên Zaroktîyê (Huras El-Tifûlê) û çi dezgeh an an kovarên ku bi wan ve girêdayî ne ta dadgehkirina wan, ji alîyê (nûnertîya giştî li Dûmayê) derket”. Her weha di biryarê de hate gotin “nivîsek dê ji bo rêveberîya navçeya Dûmayê bo girtina were rakirin

Desteya edîtekirina kovara (Tili’na ‘el Huriyê) di cih de bersiv da û hebûna gotinên kirêt di gotara destnîşankirî de anî ziman her weha got ku belavkirina vê gotarê jî şaşîtîyeke mezin bû, ji lew re gotar ji ser malpera hilanî û belavkirina kovarê jî rawestand. Her weha daxuyanîyek belav kir paşê lêborînek ji bo xwînerên xwe û Sûryeyîyan bi giştî, tê de diyar kirk u ev gotan nerîna kovarê bi tu awayî naîne ziman, lê ew tenê nerîna nivîskar e.

Ev yek tê çi wateyê

Vê biryarê ziyanine mezin gihandin sazîyên ku karê wan yê rojane ji bo piştgirîya Xûtaya dorpêçkirî bû, û karê wan rawestand ku armanca wî karî jî ew bû alîkarîya welatîyan bo berdewamîya jîyanê bi awayekî normal tevî rewşa zehmet ya ku ji ber şerê li dijî rêjîma Esed qewimîye. Di hema dema ku rêxistinên mîna Rêxistina Geşepêdanê û Piştgirîya Projeyên Piçûk, derfetê kar û jîyanê ji xelkên Xûtayê re peyda dikin, rêxistina Parasvanên Zaroktîyê fêrkirin, parastin û piştgirîya derûnî pêşkêşî 18,000 zarokên Dûma û Xûtayê yên ku rojane rastî tundîyê tên, her weha Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Sûryeyê, belge û mafên qurbanî, girtî û şehîdan diparêze û hemû mijarên girêdayî binpêkirinên mafên mirovan û welatîyên ku di rewşên zehmet de dijîn, dişopîne.

Ev biryara ku vê sibehê derjetiye :

  • Bêsûc e û nedadî ye, ji ber ku ew êrîşî sazîne ne pêwendîdar bi gotara ku di kovara (Tili’na ‘el Huriyê) de hatibû belavkirin, dike.
  • Bi awayekî eşkere dorpêçîyê li ser herêmê diçesipîne ji ber ku ew rêya alîkarîyên ku ev dezgeh di vê rewşa xirab de pêşkêş dike ku ev rewş ji alîyê rêjîmê de li ser wan tê bicihkirin ji ber daxwaza wan ji bo azadîyê, digire.
  • Desthilatdarîya leşkerî bi rêya qedexekirina destpêşxerîyên serbixwe, berfireh û mezintir dike.
  • Dîmeneke sextet der bare girêdana hin sazîyan bi hev pêşkêş dike û tu girêdana îdarî û diravî di nav karên wan de tune ye, tenê ew hemwarên avahî û nivîsgehan in û liberxwedana wan li dijî rêjîma Esed bû sedema çêbûna dostanîyê di nav karmendên wan de.

Em çawa li vê buyerê dinêrin?

Em girûpeke rêxistinên sivîl ên aştîyane û neçekdar in û tenê qanûn û dezgehên alternative çekên me ne. Sazîyên me bi giştî naveroka gotarê red dikin û dibînin ku ev gotar li dijî nirxên wan e. Ji lew re em ê bi hemû hêza xwe û bi rêya qanûnê û delîlan li dijî vê biryarê rawestin. Em bawer in ku desthilatdarên ku îroj hukmê dikin karên serbixwe weke dijminekî ji xwe re dibîne û êrîşî destpêşxerîyên serbixwe dike û bi hemû awayan dixwazin ziyanan bigihînin karmend û hevkarên me bi rêya gefxwarinê. Em ewlehî û silametîya karmend û hevkarên xwe li Dûma û Xûtayê dikin berpirsiyarîya hêzên leşkerî. Di demên dawî de hin belavok li Dûmayê belv bibûn di wan de xwîna karmend û hevkarên me bêsûc û bêguneh hatibû helalkirin, ji bo vê yekê em dibêjin ku em ê bi hemû hêza xwe wan biparêzin û dosyaya wan bi hesanî li cem me nayê girtin.

Em teqezîyê li ser:

  • Jinûvekirina nivîsgehên sazîyan bi awayekî rasterast.
  • Hilanîna hemû gef û metirsîyên li dijî hevkar û karmendên me li Dûmayê.
  • Parastina nivîsgehên me ku ev jî erkeke li ser mile desthilatê û tenê (dadgeh, polîs û alîyên leşkerî) radihêjin barê êrîşên li ser van nivîsgehan. 

sazîyên têkildar

  • Tora parasvanên zaroktîyê (Huras El-Tifûla)
  • Navenda belgekirina binpêkirinan VDC.
  • Rêxistina (El-Yewim El-Talî),
  • Nivîsgeha geşepêdanê û piştgirîya pirojeyên piçûk.
  • Komîteyên hevrêzîyê yên navxweyî.

Sazîyên alîgir:

  • Beytuna Sûrya
  • Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê,
  • Tevgera parêzer Sûryeyî yên azad.
  • Navenda Kewakibî ya dadmendîya veguhêz.
  • Tevgera Sûryeyî ya aştiyane.
  • Tora Sûryeyî ya mafên mirovan.
  • Sazîya Daruna.