Encumena Dadwerîyê Sizaya xwe di Doza li Tileina El Huriyê Derdixe

Di 11ê Tîrmeha 2017an de, Dadgeha destpêka sizayê ya duyem li Dûmaya Xutaya Rojhilatî biryara xwe der barê doza Kovara Tileina El Huriyê de derxist û biryarê nakokîyeke mezin di raya giştî ya Sûrîyeyî de çêkir di warê azadîya derbirînê û rêzdarîya li bawerîyan de.

Biryarê alîkarê sernivîsarê Kovarê Ûsama Nesar yê ku li Dûmayê dimîne bêguneh derxest lê sernivîsara Kovarê Leyla Elsefedî û nivîskarê gotara ku li gor nerîna dozger nerêzdarîyê li Xwedan dika Şewket Îzedîn, guhnehbar kirin, her weha Kovar bi xwe jî hate gunehbarkirin.

Dadgeh sizaya du salên zindanê li ser xanim Leyla Elsefedî bêyî amadebûna birî her weha heman siza li nivîskarê gotarê mamoste Şewket Îzedîn jî birî.

Her weha biryarê belavkirina Kovara Tileina El Huriyê li herêmên rizgarkirî jî qedexe kir.

Di destpêka biryarê de hatiye gotin ku ew li gor belgename û biryarên navdewletî yên Neteweyên Yekbûyîyê yên girêdayî rêzdarîya li ol û bawerîyan hatiye derxistin her weha kovarê bi rêya belavkirina vê gotarê “hasten misilmanan li seranserî cîhanê paşguh kiriye”.

Li ser vê biryarê, birêz Ûsama Nesar got: “gelek heval dibînin ku pirsgirêk bi xesretên herî kêm derbas bû li gel egera ku dibû jîyana hin kesan bikete metirsîyê de. Tevî wilo jî, ez dibînim ku mijarê karîbû bi awayekî çêtir jî derbas bûya, lê veguhestina vê mijarê da ku bibe derfeteke tunekirina (dijminan) an jî bibe mijareke hisabên îdolocî, bû sedema mezinkirinê” berdewamîyê dide axaftina xwe: “temenê Kovarê 5 sal e û 87 hejmarên ku bi sedan nivîsên rojnamevanî tê de ne derxistiye, piranîya rojnamevan û çalakvanên Sûrîyeyî tê de nivîsîne … nerast e ku ev doz bibe ya Tileina El Huriyê bi tenê û bi bidarvekirinê were sizakirin”.

Ji alîyê xwe Xanim Leyla Elsefedî rehetîya xwe der barê negunehkirina Ûsama anî ziman, di heman demê de jî gunehbarkirina kovarê û qedexekirina belavkirina wê li herêmê rizgarkirî şermezar kir her weha acizîya xwe der barê sizaya ku der mafê wê de derketiye û wekhevîya bi sizaya nivîskarê gotarê re, anî ziman tevî ku wê bi eşkeretî lêbihûrîna xwe der barê belavkirina gotarê pêşkêş kir û diyar kiribû ku tu mebesta axizkirina tu kesî tê de nebû û li ser rêzdarîya li bawerîyan jî teqez kiribû”.

Di bersiva wê ya li ser pirsa rawestandina sizaya dadgehê de, Elsefedî gotibû: “dikarin, lê ew li hêvîya destpêşxerîyekê ji tîma kovarê û birêveberîya wê ye an jî çalakvan û rojnamevanên pêwendîdar”.

Hêjayî gotinê ye ku dadgeha destpêka sizayê ya duyem girêdayî Encumena Dadwerîya Bilind a girêdayî serkirdayetîya yekgirtî li Xutaya Rojhilatî ku karê wê ji alîya Artêşa Îslamê (Ceyş Elîslam) vet ê birêvebirin piştî ku alîyên din xwe ji Xûtayê kişandin. Her weha bêhtirî 4 mehan derbas bûn ta ku dadgeh giha vê sizayê di van mehan de gelek rûniştin çêbûn û Ûsama Nesar wekî nûnerê kovarê di wan de amade bû.

Wêneyeke Biryara Dadgehê