Emîndarê Giştî Serokê Komîta Serbixwe ya Danîna Bingehên Lêpirsînê di Tawanên Cengê li Sûrîyeyê destnîşan dike

3yê tîrmeha 2017an –  Antonio Goteres Emîndarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, îroj erkdarkirina Catherine Marchi-Uhelê ji Fransayê bi karê serokatîya Komîta Serbixwe ya Alîkarîya di Lêpirsîn û Dadgehkirina li gel berpirsên binpêkirinên dijwar yên qanûna navdewletî li Sûrîyeyê, ragihand.

Komeleya Giştî ya NYyê di berfanbara bûrî de tîma xwe ya ku bi awayekî fermî bi navê awayê navdewletî yê serbixwe û bêalî bo alîkarîya di lêpirsîn û dozlêvekirina li berpirsên tawanên herî metirsîdar li gor qanûna navdewletî ku li Sûrîyeyê ji Adara 2011an hatine pêkanîn, damezrand. Xanim Marchi-Uhelê seroka pêşîn ya vî awayî ye.

Ji sala 2015an ve Xanim Marchi-Uhelê emîndara mezlûmîyên komîta encumena ewlekarîyê ye li gor biryarên 1267(1999), 1989(2011) û 2253(2015) yên der barê Rêxistina Dewleta îslamî li îraqê û same (Daişê) û Rêxistina ElQaîdayê her weha kesên girêdayî wan ji kes û dezgehan de.

Li gor daxuyanîyekê ku îroj hatiye belavkirin, Xanim Marchi-Uhel xwedî zanabûneke di dadwerîyê û xizmetên giştî de her weha di warê qanûna sizakirinê, dadmendîya veguhêz û mafên mirovan.

Berê dadwer bû li Fransayê û dadwereke navdeweltî bû di şanda NYyê ya birêveberîya demkî li Kosofoyê her weha li rêveberîyên awarte yên dadgehên Kembodyayê.

Ji alîyekî din ve Xanim Marchi-Uhel mezintirîn karmendên qanûnî û serokên rêveberîyan li dadgeha navdewletî ya Yoguslafyaya kevin bû û gelek postên qanûnî di wezarta derve ya Fransayê stendibû her weha di şandeyên parastina aştîyê yên girêdayî NYyê de.