“Girtiyan ji bîr nekin” Bûyerên herî giring yên Têkildarî girtiyan di nîvê duyemîn yên sala 2020

Navenda Belgekirina Binpêkirnan rapora xwe ya vedorî ya teybet belav dike, derbarî girngtrîn bûyerên girêdayî bi doseya girtiyan di heyama nêvî duyemîn yê sala 2020an, ku rapor jê nave (Girtiyan Ji bîr Nekin) hat, raporê (2102) bûyerên binçavkirinê ji hêla aliyên şer yên cûrbicûr li Sûrî ve, di nîvê duyemîn ê sala 2020-an de, belge kir.

Ku Hejmara herî mezin a girtin ji hêla komên dijber ên çekdar ve hate kirin (583), pişt re hêzên rêveberiya xweser (331) bûyerên girtinê, dûv re hêzên hukûmeta Sûrî (208) bûyer, (48) bûyer ji hêla Hayat Tahrir al-şam ve hatin tomarkirin. Her wiha navendê (41) bûyerên revandinê ji hêla aliyên nenas ve belge kir.

Rapora « Girtiyan ji bîr nekin» ji bo nîvê duyemîn ê sala 2020’an de, di rêzikek domdar de ku ji hêla Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Sûriyê ve hatî weşandin, ji bo agahdarkirina der barê merc û geşedanên ku di dosyeya girtiyan de li cihên fermî û veşartî yên binçavkirinê hatine were ronîkirin, rewşên binçavkirina keyfî û windakirinên bi darê zorê û mercên wan û pratîkên pê re îşkence û muameleyên nemirovane û binpêkirinên din ên ji hêla aliyên şer ve têne kirin, ku gihaşt (2102) bûyerên girtinê di ronahiya bêcezatiya berfereh de, çi li deverên kontrolkirîina hikûmetê an deverên din ên bandorê ku rêbazên cihêreng pêşkêşî nekirineû hêzên wê rêzê ji maf û azadiyan re nîşan nedane ku operasyon lê çêdibin. Girtîbûn bi tevahî di bin nebûna çavdêriya dadwerî li ser navendên binçavkirinê û desteyên dadwerî yên ku standardên kêmtirîn ên darizandina dadmendî bikarnayînin tê kirin, pêkanîn û prensîbên dadrêsî yên berbiçav binpê bikin, du nirxên bingehîn ên serweriya dadrêsê paşguh dikin, nirxa dadê li ser bingeha

 objektîfbûna rêgezên dadrêsî û zelaliya dozê û nirxê wekheviyê ji hêla ne cûdahî di navbera welatiyan de ji ber her sedemên cuda cuda.

Rapor pala xwe dide binpêkirinên ku ji hêla tîma navendê ve hatine tomarkirin, tê de rêzê li bigehên pispor û kontrolê di pêvajoyên şopandin, berhevkirin û tepisandinê de, pabendbûna bi bêalîbûn û objektîviya tevahî, di qonaxên cûrbecûr ên şopandin û berhevkirina binpêkirinên digire, tevhaî di nav databasa navendê de tên komkirin. Pişta xwe dide teknolojiya pêşkeftî û ewle ji bo arşîvkirin û analîzkirina agahdariyan, piştî ku ew ji hêla tîmek jêderan ve di hundir û derveyî Sûriyê ve tên komkirin û ji gelek çavkaniyan ve tête berhevkirin, yên herî girîng jî malbatên qurbanan, çalakvanên herêmî, rojnamevan, hiqûqnas û girtiyên berê. Her wiha ev yek bi rewşa li ser erdê ve tên girêdan bi taybet li hundirê Sûrî de ji ber gefên li ser axaftina malbatan di derbarê girtina zarokên wan de, ji ber baweriya wan bi dadmendiya dewletê, sazûmeniyên neteweyên yekbûyî û an çi tevgera di ware dosya girtiya de dixebite nemaye. ji tirsa tolhildanên li dijî wan an li dijî girtiyîn wan, an ji astengkirina pêvajoya serbestberdana, dema ku hin malbat serî li navbeynkar, qaçax û endamên saziya ewlehî û dadrêsî didin daku berdêlan bidin û zarokên wan serbest berdin an jî çarenûsa wan bizanibin, ji ber çanda civakê ye ku piraniya caran qurbanê tawanbar dik, bi taybet dozên jinên binçavkirî û hewla malbatên wan ku bûyerê veşêrin, da ku rûmet û şerefê biparêzin.

bo Xwendina tevahiya Raporê: