Daxwaza zêdekirina piştgirîya darayî ji Yekîtîya Ewropayê da ku awayekî Navdeweletî yê Serbixwe û bêalî bo tawanên navdewletî yên ku li Sûrîyeyê tê kirin, were damezrandin

Bo: Xanim Federica Mogherini, nûnera payebilind/ Cîgira Serokê Yekîtîya Ewropayê ya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekarîyê.

Kopîyek bo: werîrên derve yên dewletên endam di Yekîtîya Ewropayê de.

Brussels, 29ê hizêrana 2017an.

Xanim Nûnera Payebilind,

Oroya-Navîn ya mafan û rêxistinên mafên mirovan yên Sûrîyeyî û  îmzeker di şeş salên bûrî bi çavdêrî û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan yên navdewletî û karên bed yên ku der heqê mafên mirovan de tên kirin û digihên asta tawanên cengê li Sûrîyeyê, mijûl bûn, armanca wan jî ew e dijatîya reva ji sizayê û garantîkirina ferzkirina dadmendîyeke rast ku ev yek jî tiştekî pêwîst e di avakirina aştîyeke domdar li Sûrîyeyê.

Em pêşwazîyê li awayê navdewletî yê bêalî û serbixwe ku ji alîyê komeleya giştî ya NYyê ve di 21êberfanbara 2016an de hate damezrandin dikin her weha em piştgirîya wê dikin, armanc ji çêkirina vî awayî ew e berhevkirin, parastin û analîzekirina delîlên girêdayî tawanên ku ji hêla hemû alîyên şer li Sûrîyeyê hatine kirin. Me ji pêşî ve piştgirîya xwe bo vî awayê ku xwe dispêre karên berê û berdewam yên rêxistinên mafên mirovan bo danheva agahîyan nîşan dabû, dema ku ev awa bikeve kar de, ew dê dadmendîyê bo gelê Sûrîyeyî peyda bike.

Çespandina pabendîyeke siyasî cidî  bo awayê navdewletî ya bêalî û serbixwe mijarekî giring e da ku lêpirsîn karibin li gor berjewendîyên Sûrîyeyîyan bin, her weha piştgirîya Yekîtîya Ewropayê û dewletên endam bo vî awayî dê bingehîn be di vî warî de.

Ji lew re em ji Yekîtîya Ewropayê dixwazin ku ew ku piştgirîya xwe bi rêya peredayînê zêde bike da ku bigihê bêhtirî wan 1,5 melyon Euroyên ku soza dana wan dabû. Tevî ku em pêşwazîyê li alîkarîyên darayî yên ku 17 dewletên endam soza dana wan dabû, dikin lê em ji dewletên endam ên ku soza alîkarîyeke mezin nedane an soza alîkarîyê nedane  dixwazin ku piştgirîya xwe ya darayî mezintir bikin, ew jî weke daxuyanîkieinekê bo miqatebûna wan bi lêpirsînan li Sûrîyeyê.

Piştgirîya Yekîtîya Ewopayê ya çalak bo karê awayê navdewletî yê bêalî û serbixwe dê bi stratîcîya Yekîtîya Ewropayê ya dawî re der barê Sûrîyeyê de ku biryara wê ji alîyê wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê ve di 3yê nîsana 2017an de derket, hevseng be, ku ev stratîcî giranîyê dide lêpirsînê bi taybet ji ber giringîya peydakirina çavkanîyan bo awayê lêpirsînê der barê Sûrîyeyê de yê ku ji alîyê NYyê ve hatibû damezrandin. Ragihandina dawîn a ku ji alîyê her du serokên kongirê “piştgirîya pêşeroja Sûrîyeyê û herêmê” ku li Brusselsê di 5ê nîsana 2017an de li dar ketibû, li ser piştgirîya awayê NYyê teqez dike, ew jî bi rêya peydakirina darayî bo vî awayê bêalî û serbixwe her weha garantîkirina lêpirsîna di warê binpêkirinên qanûna mirovî ya navdewletî û mafên mirovan de li Sûrîyeyê.

Parastina sivîlan pêşikî ye di karê me yê komî de bi taybet di dema berdewamîya aramnckirina sivîlan, tundîya ku li ser cenderê ava dibe û êrîşên bed li dijî binesazîya pijîşkî û perwerdehîyê de ku hemû alîyên şer dikin. Seqetî û astengkirina awayên lêpirsînê ji alîyê awayê navdewletî yê bêalî û serbixwe dê bibe sedema binpêkirinine din û dibe ku bi sedema wan çi pêvajoyeke aştîya domdar jî were astengkirin.

Her weha em jî Yekîtîya Ewropayê dixwazin ku bi awayekî cidî li banga me di warê lûtkeya grûpa bîstane yak u dê li Hamburgê di 7-8ê tîrmehê de li dar bikeve, binêre, ku Yekîtîya Ewropa -weke endamekî têkûz di grûpê de- û dewltên endam dikarin van bangan bigihînin û ji dewletên endam di grûpa bîstane de bixwazin ku alîkarîyeke mezintir pêşkêş bikin da ku awayê navdewletî yê bêalî û serbixwe were çalakkirin.

Em ê spasdarê şandina bersiva we ji vê nameya me re bin.

Rêz û silav.

Îmzekar:

  • Oroya-Navîn ya Mafan
  • Tora Aşûrî ya Mafên  Mirovan
  • Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  • Roja din
  • Navenda Sûrîyeyî ya Serjimar û Lêkolînan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û lêkolînên Qanûnî
  • Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê
  • Hevgirtina Sûrîyeyî ya Hemwelatîbûnê
  • Ornamo
  • Bedail
  • Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê
  • Navenda Belgekirina Binpêkirinên Li Sûrîyeyê
  • Desteya Berevanîya di Ber Girtîyên Nerînan û Wijdanê li Sûrîyeyê