Daxuyanîyeke Kurt der barê êrîşên dawî de li dijî bajar û bajarokên Êdlêb û Hemayê

Gelek  bangewazîyên hawarçûnê gihane Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan di demên dawî de, nemaze ji hêla navendên pizîşkî û tîmên hawarçûnê yên li bajar û bajarokên Êdlêb û Hemayê ne, ji ber operasyona leşkerî a Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî bi piştvanîya Rûsîyayê.

Ji roja Şemîyê, 9 sibata 2019an ve, û heta dema nbivîsîna vê daxuyanîyê, Hêzên Hokûmeta Sûrîyayî êrîşên berfireh û keyfî li dijî taxên bajar û bajarokên Êdlêb û Hemayê bi cih tîne. Tîma Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan VDC, kuştina 425 sivîlan di van êrîşan de heta roja dûşemê, 13ê gulana 2019an, bi belge kiriye. Ev hejamar rojane li gel derxistina terman ji bin avahîyên wêrankirî, bilindtir dibe.

Ev daxuyanî piştî şikandina agirbestê li Sûrîyayê derdikeve holê. Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî bi piştevanîya Rûsya û grûpên alîgir, operasyoneke leşkerî lin dijî sivîlan li bajar û bajarokên Êdlêb û Hemayê dest pê kiribûn.

Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan, kurterapora vxwe ya Adara borî der barê êrîşên li dijî gûnd û herêmên Êdlêb û Hemayê belav kiribû û xwe spartibû tîmên karê meydanî li Sûrîyayê.

Niştecihên parêzgeha Hema û Êdlêbê ji ber operasyonên leşkerî yên hovane penaber bûn, bêhtirî (472) hezar kes heta destpêka meha gulana 2019an penaber bûn.

Êrîş bûn sedema wêrankirina sedên malan, li gel bibelgekirina êrîşên birêxistî ku taxên sivîl armanc kiribûn û bûbûn sedema kuştina bi sedên sivîlan û wêrankirina gelek avahîyên sivîlane.

Navenda Bibelgekirina Binpêkirina VDC heta nuha1269 êrîşên Rûsî bibelge kiriye, ku avahîyên sivîlane û zindî armanc kiribû.

1-             18 nexweşxane û avahîyên pizîşkî.

2-             7 dibistan û avahîyê fêrkirinê.

3-             10 mizgeft û perestgeh.

4-             2 navendên berevanîya sivîl

Armanckirina avahî û tîmên pizîşkî binpêkirineke eşkere bo qanûna mirovî ya navdewletî û her çar rêkeftinên Cinêvê, sala 1949an, ne. Ev êrîş  dibe ku bigihên asta tawanên cengê.

Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan teqez dike ku Hêzên Rûsî û Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî, prensîpên qanûna navdewletî ya mirovî bin pê dikin û sivîlan bi eşkeretî armanc dikin. Her weha ev hêz karmendên di warê hawarçûnê, binesazî û avahîyên sivîl de li Hema û Êdlêb û gundewarên wan armanc dikin.

Navenda VDC şêwazê bikaranîna sivîlan jib o bidestxistina destkeftîyên cengê, şermezar dike û diyar dike ku armanckirina sivîlan û avahîyên sivîl tawaneke cengê ye li gor qanûna navdewletî ya mirovî. Her weha, doza parastina sivîlan li gor rêkeftinên Cinêvê yên 1991ê, protokolên Cinêvê 1 û 2 û rêgezên qanûna navdewletî ya mirovî, dike.

Navenda VDC ji Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî dixwaze ku li gor berpirsyarîtîyên xwe bin di warê parastina sivîlan bi hemû şêwazên berdest. Li gel zextkirina li ser her du Hikûmetên Sûrîyayî û Rûsî da ku sivîlan nekin alîyekî vî şerî.