Bi me re beşdarî amadekarîyên pêşkêşkirina dozeke nû bo dadgehên Alman dijî Dezgehên Ewlekarîyê yên Sûryeyî, bibe

Navenda Sûryeyî ya Ragihandina û Azadîya Derbirînê li gel beşdarîyeke xwedî bandor ji alîyê Rêxistinên Mafnasî yên Sûryeyî û bi piştgirîya Rêxistinine Navdewletî, dest bi karê pêşkêşkirina gilîyan bo dozgerên giştî li gelek dewletên Ewropayî kirye. Birastî jî, doza li dijî tawanên ku li Sûryeyê çêbûne û şopandina kesên ku ew tawan kirine, kete tevgerê de.

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dest bi pêşkêşkirina dozeke nû bo dadgehên Almanî, kiriye. ew doz li dijî (Rêveberîya Muxaberata Asîmanî) beşê Hola Eltehrîr û her du beşên din, Beşê lêpirsînê (belafirgeha Mezê) û beşê (Belafirgeha Hema ya Leşkerî), ev doz; tawanên (Zindana Sêdnaya) û bûyerên wê yên belgekirî yên ku bi navê (Dosyaya wêneyên ElQeyser) hetina naskirin, li xwe digire.

Ev doz dê tawanên îşkencekirin, Kuştin, girtina ketober, windakirina bi neçarî û destdirêjîyên cinsî  li xwe bigire.

Ji bo pêkanîna vê armancê ….

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji hemû qurbanîyên tawanên navbûrî yên ku li Almanyayê ne dixwaze, ku ew xwe weke şahid û gilîker bidin pêş, her weha girtîyên berê yên zindana Sêdnaya an merivên wan ên ji rêjeya yekemîn ku girtîyê wan di zindanê de miribe an wêneyên wan di nav (Dosyaya Wêneyên ElQeyser ) de derketibê, ji bo beşdarîya di vê doze de vedixwîne.

Her weha Navend hemû kesên ku agahî, delîl an navên kesên tawankar di nav destên wan de ne –çi ji karmendên berê yên rêveberîya muxaberata asîmanî bi hemû beşên wê be an ji rêvberîya zindana Sêdnaya be- bi rêya vê forma li jêr vexwendî dike.

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

Bo beşdarîyê, tu dikarî bi rêya dagirtina forma vê nameyê bi me re bikeve têkilîyê de:

 

    * جميع هذه الحقول مطلوبة
    ** المعلومات الواردة في هذه الرسالة ستحضى بالسرية الكاملة