Behrên: Dadgeh piştgirîya sezayên tund li dijî rojnamegerkî û çalakvenekî ser înternêtê her weha wênekêşekî navdar dike, seza ji 10 ta 25 salan in li gel stendina hemwelatînîyê

Dadgehên Behrênê sezayên tund yên zindankirina di nav 10 û 25 salan de der heqê 3 kesan de; rojnamegerek, çalakvanekî înternêtê û wênekêşekî fotograf ku gelek xelat wergirtine, derxist. Her weha dadgehê hemwelatînîya wan ji wan stend, ku ev seza di selan borî de pir belav bûye ku di encamê de ew bê nasname dimînin.

Di 27ê adara 2018an de, dadgeha gilîkirinê sezaya 10 salên zindanê li ser wênekêş Seyid Ehmed Elmûsewî pejirand. Di 23yê mijdara 2015an de, Seyid Ehmed Elmûsewî bi 10 salên zindanê hate sezakirin û nasnameya wî jî hate stendin. Tevî ku dadgeha cûdakirinê ev seza di destpêka 2017an de belat kir, lê ev doz ji bo dijrabûnê hate şandin û girtina wî bi awayekî keyfî berdewam kir . ew dikarin cardin gailîyê xwe li pêş dadgeha cûdakirinê rake.

Desthilatan Seyid Ehmed Elmûsewî (wîneya di nêvî de) li gel birayê wî Seyid Mihemed, di 10ê sibata 2014an  di mala wan a bajarokê Deraz de girtin. Seyid Ehmed Mûsewî  dema ku di birêveberîya lêpirsînan de bo şeş rojan girtî bû, li gor ku ji bavê xwe re got, rastî îşkencekirinê hat. Efserên ewlehîyê çar caran ew daliqandin û kontak kirin û nehiştin çar rojan rune. Ew tazî kirin, lê dan û êrîşên cinsî li dijî wî pêk anîn. Tu lêpirsînên serbixwe di îdîayên îşkencekirinê de nehatin bicihanîn.

Piştî neh mehan ji girtinê, ew di 24ê berfanbara 2014an de ji bo dadgehkirinê hate pêşkêşkirin, dozgerê giştî bi çêkirina şanikeke terorî tometbar kir her weha bi pêşkêşkirina sîmên telefonan bo xwepêşanderan  (ku dozgerê giştî navê terorîstan li wan kir) li gel kişandina wêneyan bo xwepêşandanên li dijî hikûmetê. Wî û gelek şahidan; têkilîya wî bi wan karan red kirin.

Seyid Ehmed Elmûsewî rastî piştgirîyeke navdewletî hat her weha 169 xelatên navdewletî yên wênekêşîyê; hejmarek ji wan di dema girtina wî de, wergirt. Ew endamê Federasyona Navdewletî ya Hunera Wênekêşîyê û Komeleya Wênekêşîya ya Amerîkayî, çêkirina Wêneyan ya Yekgirtî û Qitêf a Wênekêşîyê.

Di 11ê adara 2018an de û di dozeke cûda de, dadgeheke gilîkirinê ya Behrênî sezayên zindankirina bo 15 û 25 salan li dijî rojnameger Mehmûd Ebdurrîda Elcezîrî û çalakvanê înternêtê Elî Elmîrac pejirand her weha piştgirîya sezaya stendina nasnameyên wan kir. Berî wî jî dadgeha bilind a Behrênê ew bi endamtîya şanikên terorî tometba kiribû.

Dadgehkirina Mehmûd Ebdulrîda Elcezîrî û Elî Elmirac li gel tometbarine din, bi komî bû û kurt bû. Her weha dadgeh li parêzerên ku nûnertîya wan dikir, guhdar nekir.

Mehmûd Elcezîrî (wêneya li alîyê çepê) di rojnameya “Elweset” de berî girtina wê di hizêrana 2017an de, kar dikir. Bi rexnekirina hikûmetên û serkirdeyên tevgera sivîl li Behrênê navdar bû. Di 30ê cotmeha 2017an de bi zindankirinê bo 15 salan û stendina nasnameyê hate sezakirin.

Di 28ê berfanbara 2017an de, Mehmûd Elcezîrî di êrîşekê de li ser mala wî ji hêla hêzên ewlekarîyê bi cilên sivîl hate girtin. Girtina wî piştî rojekê ji nivîsandina gotarekê bû ku tê de behsa rûniştina encumena şêwirmendîyê li Behrênê kiribû û tê de cîgirekî doza sezakirina xelkên Behrênê yên ku bi sedemên siyasî nasname ji wan hatibû kişandin bi rêya qedexekirina wan ji avahîyên hikûmetê kiribû. Mehmû Elcezîrî bi piştgirîya terorê, sorkirina li ser nefretkirina rêjîmê, têkilîdanîna li gel dewleteke biyan û karê li ser hilanîna hikûmetê bi rêya tevlîbûna bo tevgera Wefaa û tevgera şebab 14ê sibatê, hatibû tometbarkirin. Mehmûd Elcezîrî rastî kiryarên nexweş hatibû mîna girtina çavên wî û qedexekirina rûniştin û xewê bo 3 rojan.

Elî Elmirac (wêneya li alîyê rastê) çalakvanekî înternêtê ye û xwepêşandanên sivîl li Behrênê şopandibûn. Di 28ê hizêrana 2016an de, dadgeha sezakirinê bi 25 salên zindanê ew seza kir bi behaneya ku endamekî şanikeke terorê bû û nasnameya wî jî jê stend. Hêjayî gotinê ye ku hemû tomet ji hêla wî ve hatin redkirin.

Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan tirsa xwe der barê armanckirina rojnameger, wênekêş, çalakvan û kesên ku berevanîyê di ber mafê mirovan de dikin de li Behrênê, ku çewisandin bi behaneya terorê û nûçeyên derew tê bikaranîn ji bo qutkirina dengê rojnamegeran û hilanîna rewatîyê li ser kar û çalakîyên çalakvanên mafên mirovan.

Navenda Elxelîcê ya Mafên Mirovan ji desthilatên Behrênê dixwaze ku van yekan bike:

1.      Rêzdarîyê li mafê dadgehkirina dadmend bike û bikaranîna qanûnên terorê bo bêdengkirina rojnamegeran rawestîne her weha rewatîyê ji ser karên berevanên mafên mirovan hilîne.

2.      Serbestkirina Seyd Ehmed Emûsewî, Mehmûd Elcezîrî û Elî Elmirac demlidest û bê şert û merc.

3.      Vegerandina nasnameyê bo Seyd Ehmed Emûsewî, Mehmûd Elcezîrî û Elî Elmirac û qedexekirina hilanîna nasnameyên rojnameger û berevanên mafên mirovan ji ber ku awayekî sezakirina bi komî ye li dijî wan û malbatên wan.

4.      Garantîkirina ku hemû rojnameger, çalakvanên înternêtê, berevanên mafên mirovan û wênekêşan li Behrênê di hemû rewşan de, li gel ku karibin çalakîyên xwe yên rewa bê tirsa ji tolhildanê her weha bêyî bendên acizkirina dadwerî.