Analîzekirin: rêya girtî di doza windayên li Sûrîyeyê de

Bi dehhezaran ta nuha li Sûrîyeyê girtî an windayî ne û di encamê de hejmareke mezin ji malbatan wêran bûne. Tevî wilo jî mafnas dibêjin ku ev doz di danûstendinên aştîyê de; ên ku armanca wan bidawîkirina şerê li Sûrîyeyê ye, hatiye paşguhkirin.

BY: Nicola Cutcher

Dcimage 26

 

Piştî îşkencekirina wî li girtîgeheke Sûrîyeyî, rojnamevan û çalakvanê di warê mafên mirovan de; Mazin Derwîş hate hiştin da ku bemire.

Wî got: “dema min çavên xwe vekirin min xwe di nav termên mirîyan de dît. Min hewl da ku xwe bileqînim lê zêrevanekî ez dîtim û nas kir ku ez hîn sax im û min kişande zindanê. Eger zêrevanekî din be dibe ku min bihişta ta ez bimirim. Hebûna min a li vir îroj tenê sudfeyeke.”

Di sala 2004an de Derwîş Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê damezrand û bi eşkeretî li Şamê kar dikir tevî li gor wesifdayîna Rewangeha Mafên Mirovan hebûna (çewisandina dewleta Sûrîyeyê bo çalakîyên mafên mirovan). Di sibata 2012an de hêzên ewlekarîya Sûrîyeyî Mazin Derwîş li gel hevkarên wî di ofîsê de girtin. Paşê di tebaxa 2015an de hate serbestkirin lê hin ji heval û hevkarên wî di girtîgehê de mirin û hin ji wan jî ta nuha “windayî” ne.

Nuha bi dehhezarên windayan li Sûrîyeyê hene, piranîya wan ji alîyê hêzên ewlekarîya rêjîmê an beşên saloxgerîyê hatine girtin û beşekî din ji alîyê grûpên çekdar ve hatine girtin. Ev pirsgirên bi awayekî yekser û neyekser bandore li sedjezarên Sûrîyeyîyan dike. Piranîya malbatan xwedî windayekî ne lê hejmara windayan bi temamî ta nuha ne diyar e. Hikûmeta Serokê Sûrîyeyê Beşar Elesed daxwazên pêşkêşkirina agahîyan der barê girtîyan de paşguh kir û gelek malbat ji tirsa encama û cezayan newêrin behsa windayên xwe bikin.

Kesên saxmayî; Derwîş jî ji nav wan behsa zindanên dagirtî, birçîkirin, paşguhkirina bijîşkî, îşkencekirin û bidarvekirina girtîyan dikin. Malbat û hevalên kesên revandî êşa nenaskirina çarenûsa kesên xwe yên revandî û devera girtina wan her weha naskirina ku sax in an mirî ne, dikişînin. NYyê di sala borî de raporek belav kir tê de hikûmeta Sûrîyeyê bi kuştin, îşkencekirin û tunekirina girtîyan tometbar kir.

Lê paşguhkirina pirsgirêkê di danûstendinên aştîyê yên girêdayî Sûrîyeyê de berdewam e, rêxistina Derwîş û hin grûpên civaka sivîl ên din nameyek bo Komîserê Bala yê Mafên Mirovan yê girêdayî NYyê re sand weke gilîyekî bû li ser “xemsarî û texsîrîya civaka navdewletî” di warê rewşa girtî û windayan de li Sûrîyeyê.

.

 

Di sala borî de; şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê Stefan De Mestura, Eva Sfoboda bi çareserkirina doza kesên girtî û revandî de erkdar kir û ew tev li grûpa karê mirovî yê girêdayî grûpa navdewletî a piştgirîya Sûrîyeyê kir. Lê Eva li ser ragihandinê nehate naskirin û tu daxuyanîyên fermî di vî mijarî de nehatin belavkirin her weha wê dev ji karê xwe berda bê ku ragihîne.

Derwîş dibêje: “NY û dewletên endam bûyerên ku dibin baş nas dikin û delîl jî li gel wan hene lê ew tu tiştî nakin. Ev yek tê wateya ku ew dizanin û rêya çêbûnê didin her weha bi rêya paşguhkirina pirsgirêkê ew rêya berdewamîyê li pêş wê vedikin.”

“ez nikarim bi wan kesên ku hîn sax in û yên ku rojane dimirin nefikirim. Pêdivîya me herî kêm bi rawestandina kuştina girtîyan heye, ev jî tiştê herî giring e û yên ku min behsa wî kir dema ku ez hatim serbestkirin, eger me wê çaxê tiştek kiriba, dibe ku Basil Xertebîl nuha bi me re ba.” Weke nîşandanekê ji alîyê wî bo Basil Xertebîl ê ku di teknîkên înternêtê û programkirinê de kar dikir ku di 2012an de ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û malbata wî di tebaxa 2017an de diyar kir ku ji wan re hatiye teqezkirin ku di cotmeha 2015an de hatiye bidarvekirin.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî raporek îsal belav kiribû têde diyar kiribû ku desthilatên Sûrîyeyî ji 5,000 ta 13,000 kes di pênc salên şer de li zindana Sêdnayayê ya leşkerî bidar ve kiribûn. Nicholt Bohland ; lêkolînera di Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de di axaftina xwe de bo malpera Syria Deeply re gotibû: “tu sedemên ku me bi rawestandina van bidarvekirinên bikomî qayil bikin tunene.”

Ji alîyê xwe hikûmeta Sûrîyeyê ev tomet red kiribîn lê hîn jî daxwazên NYyê û grûpên mafên mirovan ên şandina çavdêrên serbixwe bo dîtina girtîgehan napejirîne. Desteya Navdewletî a Xaça Sor teqez kir ku ew seredana hin zindanan dike lê nagihê dezgehên ku beşên ewlehîyê û saloxgerîyê wan birêve dibe. Çalakvanan bangewazîyek bo hemû alîyan sand da ku navên girtîyan, cihê wan û çarenûsa windayan werin diyarkirin, her weha biryara NYyê ya 2254an doza serbestkirina girtîyên keyfî li Sûrîyeyê kir.

Li gor gotina Elîs Miferec; berpirsa dosyaya girtîyan di desteya bilind a danûstendinan bo hêzên şoreş û opozisyona Sûrîyeyî de. “çarenûsa girtîyan di danûstendinên siyasî de metirsîdar e. divabe pêdivîya serbestkirina girtîyan bi danûstendinan tunebe lê Rûsya û Rêjîmê dosyaya girtîyan bi pêvajoya siyasî ve girêdane, ev jî tê wateya ku dê weke kaxezeke lihevkirinê bo bidestxistina destkeftîyên siyasî were bikaranîn.”

Çavdêr dibînin ku nebûna gavan ji alîyê NYyê de valahîyek çêkirye û hiştiye ku danûstendinên Asîtanayê yên ku Rûsya pêşengîya wê dike, doze bixin çarçoveya bedêlkirina dîlan di nav alîyên şer de. Lê çalakvanên mîna Miferec dibêjin ku “bedêlkirin” ne çare ye ji ber ku “piştgirîya gotinên Rêjîmê ku hemû dijminên wî terrorist in, dike” ev yek jî tê wateya ku hemû girtî beşekî şer in lê rewş ne wisa ye ji ber ku piranîya wan sivîl û çalakvanên siyasî ne.

Grûpa Malbatên ji bo Azadîyê; ku grşpeke jinên kesûkarên wan bi keyfî hatine girtin, ev gotin di nameyekê vekirî de bo şandeyên di danûstendinên Asîtanayê de gotibûn. Her weha wisa nivîsî bûn: “em bi bedêlkirina dîlan ya ku bi hevrêzîya di nav alîyên leşkerî de wele çareyeke alternative bo girtina bikomî li Sûrîyeyê qebûl nakin. Ew ên k utu caran ranihiştine çekan dê êşa herî mezin bikişînin.” Her weha grûpê NY bo danûstandina bo doza girtîyan de bi rêya pêvajoya Cinêve han da.

 

Lê xuya dibe ku De Mestura çareya vê pirsgirêkê li jêr lîsteya pêşikîyên xwe danîye û ta nuha tu pêşveçûn bo girtîyan û malbatên wan nehatine bidestxistin û ev doz ne di rojeva karê danûstendinên Cinêvê de bû. Rewangeha Mafên Mirovan di Tebaxê de ji De Mestura xwest ku “bi eşkeretî li ser sedemên nebidestxistina pêşketinê di doza windayan de li Sûrîyeyê bisekine her weha li ser çareserkirina vê pirsgirêka wêranker bixebite.”

Miferec jî ji alîyê xwe ve got: “hêza NYyê ji hêza dewletên endam e lê nuha nikare tu zextê bike. Di Encumena Ewlekarîyê ya NYyê de weke mînak, her pênc dewletên xwedî endamtîya herdemî xwedî mafê dijrabûnê yên vîto ne, Rûsyayê jî gelek caran ev maf ji bo nederxistina birayaran der barê Sûrîyeyê de bikar anîye.”

Fedil Ebdilxenî; damezrêner û birêveberê Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan li ser pêdivîya pêşengîya dewletekê bi tenê bo dosyaya girtîyan û lixwegirtina berevanîya di ber wan de teqez kir da ku ji Sûrîyeyîyan re bibêje ku ew pirsgirêkê çareser dikin.

Ji alîyekî din ce çalakvanên di warê mafên mirovan de mîna Derwîş xapandî ne ji ber ku ev doz rastî guhdaneke navdewletî nehat.

Derwîş dibêje: “em gihane demekê ku sazîyên mîna NYyê dihêlin ez bi gunehê bihestin ji ber ku ez vê doze derdixim holê … lê ev yek dê danûstendinan bixe metirsîyê de. Ez dibînim ku aştîyeke domdar bê çareserkirina vê pirsgirêkê nayê pêkanîn û eger rêxistinên mîna Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî û Rewangeha Mafên Mirovan kampanîyên çareserkirina vê pirsgirêkê çênekirin û liberxwedan di ber mafên mirovan de nekirin, ez ê bihisim ku di zindanê de mirime.”

Jêder: News Deeply