Ber bi lêpirsîna der barê tawanên navdewletî de li Sûrîyayê

19/04/2018

Di 9ê mijdara 2017an de, Navenda Ewropayî ya Mafên Mirovan li gel 13 jin û mêrên Sûrîyayî û her du parêzer Enwer Elbunî û Mazin Derwîş, Gilîyek pêşkêşî dozgerê giştî yê alman der barê tawanên dijî mirovahîyê û tawanên cengê de li Sûrîyayê kir.

Komîserîya Ewropayî ya Mafên Mirovan bi alîkarîya Navenda Sûrîyayî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî – Almanya û Dezgeha Heinrich Böll, hemû kesên saxmayî û çalakvan û parêzer her weha lêkolînerên li ser asta niştîmanî û navdewletî ji nav wan jî Catherin Marchi-Ohel seroka Mîkanîzma Navdewletî ya Serbixwe û Bêalî  bo lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyayê, li hev civandin. Hemûyan behsa xebatên vekirina lêpirsînan yên nuha û siberojê li Sûrîyayê kir. Yek ji rûniştinan taybet bû bo hevkarîya di nav saxmayan û civaka sivîl de, ku ew kes koka gilîyê li dijî berpirsên pilebilind di hikûmeta Esed  de li Almanya ne. rûnişûtina duyem bal kişand ser kêmasîyên di bibelgekirinê de û zehmetîyên parastina delîlan.

19/04/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.