Raporeke nû berpirsyarîtîya Hêzên Sûrîyeyî û DAIŞê di ber bikaranîna çekên kîmawî li Xan Şeyxûn û Im Hoşê teqez dike

Edmond Moleh li pêş Encumena Ewlekarîya Navdewletî . UN Photo/Cia Pak

7/11/2017 _ Edmond Moleh serokê Mîkanîzma Lêpirsînê a Hevbeş a NYyê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya taybet bi Sûrîyeyê, Encumena Ewlekarîya Navdewletî bi Rapora Mîkanîzmê agahdar kir.

Moleh di axaftinekê de li gel nûçeyên NYyê diyar kir ku rapor gihaye encama berpirsyarîtîya Komara Erebî ya Sûrîyeyê û DAIŞê di ber bikaranîna çekên kîmawî de li Xan Şeyxûn û Im Hoşê.

Hûrgilî di vê axaftinê de ne:

Moleh: min encamên lêpirsînên ku me îsal der barê bikarana xaza Sarînê; ku çekeke kîmawî ya xurt e li Xan Şeyxûnê di 4ê nîsana îsal de, her weha bikaranîna xaza Xerdelê di îlûna par de,  pêşkêşî encumenê kir. Encama raporê ew e ku DAIŞ di ber bikaranîna xaza Xerdelê de li Im Hoşê berpirsyar bû û Komara Erebî ya Sûrîyeyê di ber bikaranîna Sarînê de li Xan Şeyxûnê berpirs bû.

Nûçeyên NYyê: gelo encaman we gihande mebesta ji lêpirsînan?

Moleh: wîlayeta ku ji hêla Encumena Ewlekarîya hatiye dayîn bo me bi armanca destnîşankirina berpirsê van êrîşan e. encumenê ev mîkanîz di 2015an de çêkir û 2016an de mîkanîzma lêpirsînê di 9 bûyeran de lêpirsîn kir, ku 3 bûyerên bikaranîna Klorê girêdayî Komara Erebî ya Sûrîyeyê bûn û bûyereke bûyereke bikaranîna Xerdelê girêdayî DAIŞê bû. Vê sale vî me di du bûyeran de lêpirsîn kir û hemû karê me, me ber bi encamên girêdayî DAIŞ û Komara Erebî ya Sûrîyeyê ve dibe.

Nûçeyên NYyê: bi awayekî zanistî û hûrbîn hun çawa gihan van encaman?

Moleh: me li gel pispor, zanyar û kargehên serbixwe kar kir her weha li gel pisporên rokêt û çekên kîmawî. Her bûyerek bi serê xwe bi hûrbînî hate analîzekirin. Ji ber wilo em di Komîteya Serkirdayetîya Mîkanîzmê de ji encamên karê xwe piştrast in.

Nûçeyên NYyê: we di raporê de diyar kiriye ku mîkanîzmê nikarîbû seredana cihên bûyeran li Xan Şeyxûn û Im Hoşê bike ji ber metirsîyan, encama vê yekê li ser lêpirsînan çi bû û dibe ku hin kes di rastîya encamên lêpirsînê de gumanbar bin ji ber vê yekê?

Molêh: seredana me bo wan deveran dema pêkhatina bûyerê dê pir giring ba lê me agahîyên girêdayî Im Hoşê piştî salekê ji êrîşê wergirtin, ji ber wilo çûna bo devera bûyerê ne tiştekî lojîk bû. Ji alîyekî din ve gotinên şahidan, vîdyo, wêne û xwendinên ku li ser rokêtên girêdayî Im Hoşê hatine çêkirin li gel me hebûn. heman rewş li Xan Şeyxûnê jî ku piştî 3 mehan ji bûyerê agahîyên di nav destê me de bi me re alîkar bûn di gihaştina bo encamên lêpirsînê de.

Nûçeyên NYyê: piştî pêşkêşkirina raporê bo Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî, gavên bê çi ne?

Moleh: pêşî em ê li hêvîya biryara Encumena Ewlekarîyê bin. Nuha ew berpirsyarîtîya encumenê ye ku vî karî bişopîne. Wîlayeta me di hefteyekê de; di 16ê mijdarê de bidawî dibe û em hêvîdar in ku were nûkirin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di 2yê mijdarê de hin agahîyên nû girêdayî bikaranîna xaza Sarînê di 30ê adarê de, yan jî berî 4 rojan ji bûyera Xan Şeyxûnê, ji me re şandin ji lew re divabe em di vê bûyerê de jî lêpirsînan bikin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî lêpirsînê di şeş an heft bûyerên bikaranîna klorê de dike. Gelek karê me di pêşerojê de heye lê bê guman berdewamîya me girêdayî Encumena Ewlekarîyê ye.

Li Gotina Edmond Moleh li pêş Encumena Ewlekarîya Navdewletî temaşe bike.