Emîndarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî  kenaleke têkilîyê ya taybet bo saxlemîya rojnamevanan dadimezrîne

Antonio Goteres, Emîndarê giştî yê NYyê gaveke nû di warê parastina rojnamevanan de avêt  ew jî bi rêya ragihandina damezrandina kenaleke têkilîyê ya nû li rêxistinên berevanîya di ber rojnamegerîyê de di rewşên awarte de. Ev navgîna têkilîyê dikare hevrêzîyeke baştir di nav ajansên NYyê de di vî warî de ava bike.

Nivîsgeha Emîndarê Giştî yê NYyê;  Antonio Goteres biryara çêkirina kenaleke têkilîyê ya balkêş li gel rêxistinên berevanîya di  ber mafên rojnamegerîyê de, da. Tê gotin ku ev navgîna têkilîyê dê dîrek û domdar be. Biryara Antonio Goteres ji ber zêdebûna metirsîyên li ser rojnamevanan li gelek welatan hate dayîn, piştî civîna sibata borî li gel rêxistina Peyamnêrên  Bê Sînor,  Komîta Parastina Rojnamevanan û Hevgirtina Cîhanî ya Rojnameyan û weşangerên nûçeyan, ev biryar hate ragihandin, van rêxstinan jî nûnertîya hemahengîyeke navdewletî ji bo balkişandina li ser mijara parastina rojnamevanan kir.

Rêxistina peyamnêrên  Bê Sînor,  Komîta Parastina Rojnamevanan û Hevgirtina Cîhanî ya Rojnameyan û weşangerên nûçeyan kampanîyeke hişyarkirinê bi serenavê  #ProtectJournalists  bo handana NYyê da ku nûnerekî xwe yê taybet li gel emîndarê giştî destnîşan bike ji bo mijara parastina rojnamevana, da destpêkirin. Her weha doza danîna qanûnên parastina karmendê ragihandinê kir. Ev hemahengîya cîhanî ya ku ji hin rêxistinê navdewletî pêk tê, beşdarî danûstendan li gel nûnerên emîndarê giştî dibin da ku ev kenala têkilîyê ya nû karibe roleke xwe ya bi bandor di rewşên awarte de bilîze. Armanc ji danûstendinan xweşkirina awayên hevrêzîyê di nav hemû deste program û ajansên NYyê da ku li gor pilanên NYyê bin.

Di vî warî de, Christophe Deloire emîndarê giştî yê Rêxistina  Peyamnêrên bê Sînorê,  got: “Emîndarê Giştî Antonio Goteres rijdîya xwe der barê avêtina gavine demlidest bo xweşkirin rewşa rojnamevanên li meydanê ji me re da xuyakirin, her weha ji me re teqez kir ku alîkarên wî dê di vî warî de kar bikin. Her weha di siberojê de, pêşniyara me ya çêkirina postekê bo nûnerê taybet yê parastina rojnamevanan di NYyê de bê gengeşekirin. Ji ber ku ev pêşniyar cihê piştgirîya hemahengîyeke navdewletî ya berfireh e ku gelek rêxistin, navgînên ragihandinê, rojnamevan û kesayetên giştî li nav xwe dihewîne”.  Her weha berdewamî da gotina xwe û got “em rêzê ji  pabendîya wî ya di vî warî de digirin, her weha pêşwazîyê li biryara wî dikin. Ji ber ku pirsgirêkên sereke yên ku cîhan rastî wan tê, ji pirsgirêkên jîngehê ta bi pirsgirêkên tundîyê bêyî karê rojnamevanan nayên çareserkirin.”

Ji alîyê xwe ve, Joel Simon, rêveberê cîbicîkarîyê yê KOmîta Parastina Rojnamevanan, got: “di vê demê de, gefên li dijî rojnamevanan li seranserî cîhanê zêdetir dibin, ji lew re em spasîdarên emîndarê giştî ne ji bo vîna berevanîya wî di ber giringîya karê rojnamevanî de li seranserî cîhanê, ew jî bi rêya çêkirina vê kenala domdar ya têkilîya di rewşên awarte de.”

Peyamnêrên Bê Sînor û rêxistinên din di hemahengîya   #ProtectJournalists de, dê li ser danîna gavên berhevkirina agahîyan di rewşên awarte de û veguhestina wan bo emîndarîya NYyê ya giştî, kar bikin. Di heftîyên bê de, Peyamnêrên Bê Sînor dê danûstendan li gel rêxistinên berevanîya di ber rojnamevanîyê de yên ku li ser asteke navxweyî û navdewletî kar dikin, li dar bixe. Ev yek jî ji bo lihevkirinekê li ser rêbaza herî baş bo agahdarkirina emîndarê giştî yê NYyê bi van rewşan.

Ji çaxa destpêka plana NYyê ya 2012an, li gor agahîyên Peyamnêrên Bê Sînorê, bîlançoya kuştîyan ne kêmî 508 rojnamevan û alîkarên ragihêneran li seranserî cîhanê bû û ev tawan gelek caran bê sizakirin derbas bûn. Di dehsalên borî de, li gor lêkolînên Komîta Parastina Rojnamevanan, dadmendî tenê di 3% ji wan kuştinan de hate pêkanîn.

Jêder: Peyamnêrên Bê Sînor.