Ber bi Sezakirin û Dadmendîya ku rê li ber bêcezakirinê li Sûrîyayê digire

Em rêxistinên jêrîmzeker pêşwazîyê li biryara dadgehên Fransiz a derxistina rayeyên binçavkriinê der heqê sê efserên pilebilind ên ewlekarîyê Sûrîyayê de(Serleşker Elî Memlûk birêveberê Ofîsa Ewlekarîya Niştîmanî a Sûrîyayî, Serleşker Cemîl Elhesen birêveberê Saloxgerîya Sûrîyayî û Serleşker Ebdiselam Fecir Mehmûd birêveberê beşê lêpirsînan li Saloxgerîya Ezmanî) dikin, her weha ji civaka navdewletî dixwazin ku piştgirîya destpêşxerîyên Fransa û Almanyayê bike da ku qurbanî û/an niwênerên wan ên qanûnî karibin bigihên dadmendîyê û tawanker werin sezakirin li gel piştgirîya hemû xebatên destpêka pêvajoya sezakirinê bi serpereştî û garantîyeke navdewletî da ku bibe bingeha aştîyeke domdar.

]anûstendinan û pêvajoya siyasî li Cinêvê nikarin bibin bingeha aştîyeke domdar li Sûrîyayê bê pêvajoyeke sezakirinê a rast dest pê bike û çarenûsa windayan diyar bibe. Ji lew re divabe sezakirin û diyarkirina çarenûsa winda û girtîyên li Sûrîyayê beşekî danûstendinan be. Em dibînin ku erkê me û hemû dewlet û miletên ku bi mafên mirovan bawer in ew e ku em alîkar bin da ku qurbanî bigihên dadmendîyê û bê ceza di tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê nemînin.

Em encamên hevkarîya malbatên qurbanîyan û rêxistinên mafnas ên Sûrîyayî û navdeweletî li gel dadgehên niştîmanî yên Fransî û Almanî dibînin, ku derxistina rayeyên binçavkirinê yên navdewletî li dijî hejmareke kesayetên pilebilind de encama wan bû, her weha em rêxistinên jêrîmzeker bawerîya xwe bi pêkanîna dadmendîyê teqez dikin û amadekarîya xwe bo kar û hevkarîya li gel rêxistinên navdewletî, navxweyî û dadgehên li seranserî cîhanê bo bibelgekirina binpêkirinan û çêkirina dosyayan nîşan didin, da ku di encamê de bigihên mafên qurbanîyan û tawanker jî werin sezakirin.

Ji vê derê, em îroj –ji her demê bêhtir- teqezîyê li ser giringîya van xalan dikin:

●  Vekirina rê bo dadgehkirinê li dewletên sêyem bo qurbanîyên tawanên li Sûrîyayê û/an niwênerên wan ew jî bi rêya pêvajoyeke bêalî;

●  Piştgirîya alîyên pispor bi lêpirsînan di tawanên navdewletî de û hêsankirina gihaştina Sûrîyayîyên li dewletên din bo dadgehên dewletên dadgehkirinê, weke dîdevan û weke qurbanî jî;

●  Piştgirîya xebatên bibelgekirina tawanan û hildana dozan li gel grûpên qurbanîyan bo dijatîya bêcezakirinê;

●  Piştgirîya destpêşxerîyên qurbanîyan û yên civaka yên ku dixwazin bigihênin dadmendîyên bo qurbanîyên tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê li Sûrîyayê;

●  Piştgirî û garantîkirina karên mîkanîzm, komîte û rêxistinên bêalî û serbixwe, yên navneteweyî û navdewletî bo berdewamîya lêpirsînan û dozvekirina li kesên tawanker li Sûrîyayê ji sala 2011an ve li gor qanûna navdewletî.

●  Piştgirîya xebatên li ser asta navdewletî bo destpêka pêvajoya sezakirinên bi awayekî dadmend, zelal û bêalî û bi serpereştî û garantîkirineke navdewletî ku bibe bingeha aştîyeke domdar li Sûrîyayê.

15e Mijdara 2018an

1/2

Rêxistinên îmzeker

  1. Arçîva Sûrîyayî
  2. Bedail
  3. Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî
  4. Beytuna Sûrîya
  5. Dewletî
  6. Dezgeha Besemat ya Geşepêdanê
  7. Dezgeha Biratîyê ya Mafên Mirovan
  8. Hemwelatînî ya Karê Sivîl
  9. Hevgirtina Girtî û Windayê Sêdnayayê
  10. Hevgirtina Malbatên Sîzerê
  11. Hevgirtina Şemil
  12. Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê
  13. Hizir û Avakirin
  14. Jin Nuha
  15. Kampanîya Alîkarîya Yên Din Bikin
  16. Kiş melik
  17. Klûba Sûrîyayî
  18. Komeleya Asoyê ya Dijatîya Tundîya li ser Jinê
  19. Komeleya Rojnamevanên Sûrî
  20. Komeleya Sûrîyayî-Almanî ya Azad li Hamburgê
  21. Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan /Çavdêr
  22. Lobîya Femenîst a Sûrîyayî
  23. Mena ya Mafên Mirovan
  24. Navenda Aştiyê û Civaka Sîvîl
  25. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan
  26. Navenda Civaka Sivîl û Demokrasîyê
  27. Navenda Elkewakîbî ya Dadmendîya Veguhêz û Mafên Mirovan
  28. Navenda Kendavê ji bo Mafên Mirovan
  29. Navenda Sûrîyayî ya Ragihanfinê û Aadîya Derbirînê
  30. Navenda Sûrîyayî ya Serjimar û Lêkolînan
  31. Navenda Xwendinên Komara Demokrat
  32. Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
  33. Pêl – Pêlên Sivîl
  34. Programa Sûrîyayî ya Bipêşxistina Qanûnî
  35. Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
  36. Rêxistina Bi Dadîyê re
  37. Rêxistina Çalakên Sûrîyayî ya Çavdêrîyê
  38. Rêxistina Elkewakîbî ya Mafên Mirovan
  39. Rêxistina Hawarçûnê a Mirovî
  40. Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê
  41. Roja Din
  42. Sûrîyayîyên Rastî û Dadmendîyê
  43. Tora Huras
  44. Tora Jina Sûrîyayî
  45. Tora Sûrîya ya Qanûnî li Holandê
  46. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
  47. Urnammu
  48. Wekhevî